Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dil û mejiyê xwe dabû têkoşînê: Dilmaf Efrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Riza Turmen: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
Rojane

Riza Turmen: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin

Dadgerê DMME’yê yê berê Riza Turmen ê di Konferansa Demokrasiya herêmî de axivî û got: “Divê mekanîzmayên biryardayînê yên gel bên avakirin û têkiliya navend û herêmî ji nû ve bê birêxistinkirin. Divê tevgereke hemwelatîbûnê bê avakirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) beriya hilbijartinên herêmî yên nêzîk dibin “Konferansa Demokrasiya Herêmî” li oteleke li navçeya Beyoglû ya Stanbolê li darxist. Konferansa ku malovaniya xebatên kolektîf ên bi sedan sazî û kesayetan kir, bi beşdariya hejmareke zêde ya kesên ji rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, akademîsyen û rojnamevanan, pêk hat.

Konferansa piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo qûrbaniyên di erdheja navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Di konferansê de belgefîlmeke ku erdheja 6’ê Sibatê weke mijar digirt dest hate pêşkeşkirin. Piştî pêşkeşkirina belgefîlmê Berdevkê DÎB’ê û dadgerê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen û parazvana mafên bajar û avahîsaz Mûcella Yapici axivîn.

Ewilî Mucella Yapici axivî û diyar kir ku ev sedsal e li Tirkiyeyê demokrasî hewl dide xwe bibîne lê di vê merheleyê de ji bo demokrasiyê tu pêşketin çênebûye. Yapici bi lêv kir ku demokrasiyê bi taybetî piştî pergala serokkomariyê qelîteya xwe winda kir û da zanîn ku mînaka vê ya herî mezin girtîgeh in. Yapici diyar kir ku li Tirkiyeyê mînaka herî mezin a demokrasiyê di pêvajoya Geziyê de derket holê û wiha got: “Demokrasiya rasteqîn ew e ku gotina kêm neteweyan, kesên din, xizanan bigihîne rêveberiyê li ser bingeha nîqaş û mafên hevdû û rejîmeke muzakere û lihevkirinê ya mecburiyeteke ne di heman fikrê de ye. Demokrasî ji şêweyeke rêveberiyê wêdetir divê rêbazeke jiyanê be. Ez yek ji wan kesan im ku difikirim ku demokrasiyeke ku tenê bi rêgezan ve girêdayî ye qet ne demokrasiyeke rasteqîn e. Di vê wateyê de ji bilî bilindbûna demokrasiyê ji asta herêmî ti çareseriyeke din nîne.”

‘YA KU PERGALÊ XURT DIKE BÊDENGIYA ME YE’

Dadgerê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen jî bi lêv kir ku redkirina rejîma desthilatê ya heyî bi tena serê xwe têrê nake û anî ziman ku li dijî vê pêşvebirina projeyeke alternatîf pêwîst e û got: “Em ji projeya ku Erdogan îro pêşkêş kiriye hez nakin ji ber ku projeyeke li ser bingeha ol û newekheviya di navbera jin û mêran de ye. Baş e projeya me çi ye? Divê projeya me ne projeya demokrasiya temsîlî be, ji ber ku demokrasiya temsîlî xetimî ye. Di vê demokrasiyê de gel nîne. Di navbera gel û nûneran de dîwarek hatiye lêkirin. Ji ber ku yên hatine hilbijartin piştî ku hatine hilbijartin ji gel veqetiyane. Sîstemeke bi vî rengî gel ji rêveberiyê dûr dixe û siyasetê dixe nava qadeke teng. Ji bo vê jî divê em demokrasiya xwecihî ku di asta xwecihî de dest pê dike biparêzin. Ji bilî vê îro otorîterî û totalîterî tenê ji desthilatê pêk nayê. Ya ku rejîmeke wiha bihêz dike bêdengbûna gel bi xwe ye. Ji ber wê yekê dema sûcdarî hate kirin, divê em li xwe jî binêrin. Ji bo vê jî xwedî girîngiyeke mezin e ku welatî hay ji welatîbûna çalak bibin. Ya ku bikare vê yekê bike demokrasiya beşdar a herêmî ye.”

GIRÎNGIYA DEMOKRASIYA HERÊMÎ

Turmen diyar kir ku di salên dawî de li Tirkiyeyê li ser vê mijarê hin ceribandinên cuda hatine kirin û wiha berdewam kir: “Li cihên ku demokrasiya beşdar lê tê pêkanîn, dawî li beyanîbûna gel a ji siyasetê tê. Meclîsên gel peywîra dibistaneke hemwelatîbûnê dibînin. Beşdar bûn her ku diçe zêde dibe. Beşdarbûna di serî de ji sedî 20 bû, her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî kesên bindest û xizan eleqeyeke zêde nîşanî van meclisên gel didin. Em di wê baweriyê de ne ku projeyeke bi vî rengî wê li Tirkiyeyê têgihiştineke nû ya siyasetê biafirîne.”

TEVGERA HEMWELATÎBÛNÊ

Turmen da zanîn ku konferans destpêkeke û piştî konferansê divê tevgereke hemwelatîbûnê bê avakirin. Turmen diyar kir ku tevgera hemwelatîbûnê ya qala wê tê kirin divê di warê xebitandinê de xwedî 3 baskên bingehîn be û wiha berdewam kir: “Ya yekemîn, amadekirina peymana gelên li bajêr ku mafên gelên li bajêr misoger dike, ya duyemîn, mekanîzmayên biryardayînên yên gel bên avakirin û ya sêyemîn jî têkiliya navend û herêmî ji nû ve bên sererastkirin.”

Piştî axaftina Turmen, peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ji konferansê re şand hate xwendin.  Piştre raporên ku ji aliyê atolyeyên “Sererastkirina Jinûve ya bi Awayekî Demokratîk a Têkiliyên Navendî û Heremî”, “Mafê Bajêr – Beşdarbûn”, “Rêveberiyên Herêmî yên Ekolojîk”, “Rêveberiya Herêmî ya Gelparêz û Civakparêz”, “Bajarê Herkesî”, “Komxebata Jinan û LGBT+’yan” hatin amadekirin hatin pêşkeşkirin.

DÊ DANEZANA ENCAMÊ WERE AŞKEREKIRIN

Piştî pêşkêşkirinên li ser raporan, beşa forûmê hate destpêkirin. Kesên ku di beşa forumê de cih girtin li ser naveroka konferansê axaftinên kurt kirin. Piştre pêşnûmeya danezana encamê ya li ser xebatên konferansê ji beşdaran re hat pêşkêşkirin. Li ser bingeha nîqaş û dan û stendina fikran hate aşkerekirin ku encama danezanê dê di demeke kurt de bi raya giştî re were parvekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşvanên Azadiyê li Wêranşarê ne: Mifteya Aştiyê li Îmraliyê ye
Nûçeya Pişt re Dayikên di Nobeda Edaletê de ne: Em xwedî li Meşa Azadiyê derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinan atolye li dar xistin û qert ji girtiyan re şandin

Jinan atolyeya bi sernavê “Tecrîd û Şerê Taybet” lidarxistin û qert ji jinên girtî re…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji KCDK-E’yê banga 1’ê Gulanê: Ji bo aştî, azadî û jiyana bi rûmet li qadan bin

KCDK-E’yê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyanî da û bang li karker, kedkar, jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Şahîn: Kurd wê dest ji çand û zimanê xwe bernedin

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku AKP û MHP berpirsyarê êrişên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?