Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Ûrmiyê dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1068’an de aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn ku 12’ê Îlona 1994’an li Enqereyê hate binçavkirin û piştre hate windakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dayikên/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran dicivin, çalakiya xwe 1068’emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin kom bûn û li aqûbeta Kenan Bîlgîn ku di 12’ê Îlona 1994’an de li Enqereyê hat binçavkirin û windakirin, pirsîn.

Ji xizmên windayan Setenay Yarici di çalakiyê de metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku Kenan Bilgin (35) li rawestgehek otobusan a li Dîkmen a Enqereyê hatiye binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Yariciyê diyar kir ku malbata Bilgin, parêzerên wan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hewl dane ku bigihîjin Kenan Bilgin û got: “Lêbelê, Midûriyeta Polîsan a Enqereyê înkar kir ku ew nehatiye binçavkirin. Piştî vê yekê, yanzdeh şahidan bi eşkereyî diyar kirin ku wan Kenan Bilgin li qereqola polîsan dîtoye û êşkence lê hatiye kirin. Malbata Bilgin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û xwest ku Kenan bê dîtin. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Selahattîn Kemaloglû ku ji bo dîtina Kenan û dîtina sûcdaran hewl da, lê nehiştin ku erka xwe pêk bîne û ji Enqereyê hat sirgûnkirin. Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Ozden Tonuk ku lêpirsînê girt ser xwe, der barê serlêdanên malbat û şahidan de gavên pêwîst neavêt. Tevî ku şahid O. A. û M.Y. gotin ku ew dikarin ‘polîsên ku Kenan Bilgin ji hucreyê derxistine teşxîs bikin’ jî, lê wî tiştek nekir. Wî doz bi nivîsandina raporeke sêrûpelî bi dawî kir ku îdia dikir ku şahidan îdiayên derew kirine ku armanc ew bûye ku polîs û dewletê biçûk bixin. Lê DMME’yê diyar kir ku rapor li derî rastiyê ye.”

Setenay Yariciyê diyar kir ku malbata Bilgin piştî ku bi rêya qanûnên navxweyî encam negirt, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Setenay Yariciyê got: “Dadwerên DMME’yê hatin Enqereyê û lêkolîn kirin. Wan şahid, dozger û polîsan guhdarî kirin. Wan serdana navenda ragirtinê ya ku Kenan Bilgin lê dihat girtin kirin û lihevhatina cîhî ya îfadeyên şahidan verast kirin. Her çend DMME’yê diyar kir ku îdiayên malbata Bilgin zelal in jî, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê diyar kir, ‘Tu delîl nehatine dîtin ku Kenan Bilgin birine navendên ragirtinê yên Midûriyeta Polîsan a Enqereyê’ û bi hinceta demboriyê biryara nedarizandinê da. Îtîrazên li dijî vê biryarê jî hatin redkirin. Tu tevdîrên qanûnî nehatin girtin. 31 sal in aqûbeta Kenan di nediyar e, di heman demê de sûcdarên naskirî hatine parastin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Kenan Bilgin, ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û bibîr bixin ku divê dewlet di çarçoveya normên qanûnî yên gerdûnî de tevbigere.”

Piştî daxuyaniyê, birayê Bilgin, Îrfan Bilgin, diyar kir ku êşa wan hîn teze ye û got: “Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin bêdeng mane û li dijî kesên ku van kesan kuştine tu tevdîr negirtine. Tevî ku dosyeyên ku me pêşkêşî dewletê kirin zelal bûn jî, wan dosye girtin û gotin, ‘Di vê dosyeyê de tu delîl tunebûn, ji ber vê yekê, ew ber bi dozê ve nehatiye veguheztin.’ Lê em dibêjin ku ji bo sûcên li dijî mirovahiyê demborî nabe. Çi bikin bila bikin, ev mirov nayên jibîrkirin. Ne 30 sal, 100 sal jî derbas bibin, ev mirov bi me re dijîn û dê bi me re bijîn.”

NAMEYA ŞAHID

Di dawiyê de, nameya ku Cavît Nacî Tarhan, şahidê doza Bilgîn, ji bo xwepêşandanê şandibû, ji hêla endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn ve hat xwendin. Di nameyê de ev tişt hatin gotin: “Ez şahid im. Min şahidiya windabûna Kenan Bilgîn kir dema ku li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê di binçav de bû. Ez jî di heman demê de li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê hatibûm binçavkirin. Ger ‘Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê’ ya ku hatiye damezrandin û niha hewl tê dayîn ku were xebitandin, dixwaze meseleyan ronî bike, ger gavekê biavêje, divê dosyeyên windayan veke û hemû berpirsiyaran eşkere bike. Dewleta ku her tiştî belge dike, divê van dosyeyan eşkere bike û pêvajoya aştiyê bi windayên di binçav de bide destpêkirin. Ez şahidê binçavkirina Kenan Bilgîn im ku ew birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê û tişta ku piştre qewimî. Ez ê şahidiyê bikim; ez ê vê erka mirovî bidomînim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karayilan: Bêyî Rêber Apo aşitî pêk nayê
Nûçeya Pişt re Xizmên windayan: Komîsyonê ava bikin, faîlan derxînin holê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Samî Tan: Ji bo ziman pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye

Zimanzan Samî Tan destnîşan kir ku qedexe, zext û polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdînê sê şehîd hatin bîranîn

Li Mêrdînê Metîn Arslan, Nureddîn Sofî û Abdulbakî Babur hatin bîranîn k udi salên 2019…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Heta fîşeka xwe ya dawî bi rengekî fedaî şer kirin

HPG'ê nasnameya şehîdên Botanê eşkere kir û got, "Hevrêyên me bi lehengî şer kirin, fîşeka…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Agirê Newrozê li bajarên Rojava gur dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?