Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ji bo aqûbeta kesên xwe yên di girtîgehê de ji aliyê dewletê ve hatin windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin, li Qada Galatasarayê hatin ba hev, di çalakiya xwe ya hefteya 981’an de aqûbeta her du birayên Emîn û Mehmet Findik û Omer Kartal ên ku di 31’ê Kanûna 1995’an li Silopiyayê ji bo birina sparîşa ketibûn avahiya Midûriyeta Ewlehiyê û piştre winda bûn, pirsîn.
Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Parêzer Jiyan Tosuna keça Fehmî Tosun ve hate xwendin ku bavê wê di girtîgehê de hate windakirin. Jiyan Tosunê anî ziman ku bi sedan kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin windakirin û her çend desthilatdarî guherî bin jî, di vê rejîmê de ku li dijî heqîqet û edaletê ye tu guhertin çênebûye.
Jiyan Tosunê ragihand ku ew ji bo dosyeya Mehmet Findik, Omer Findik û Omer Kartal hatine li qadê kom bûne û çîroka her du bira û pismamê wan wiha vegot:
Di 31’ê Kanûna 1995’an de li Silopiyayê her du birayên Emîn û Mehmet Findik û Omer Kartal ên ku ji aliyê dewletê ve ji bo birina sparîşekê hatibûn banîkirin û ketibûn avahiya Midûriyeta Ewlehiyê û piştre tu agahî ji wan nehat girtin û ew ji aliyê dewleta Tirk ve hatin windakirin û qetilkirin.
‘DEWLETÊ GULE BERDAN GEL’
Malbat eqrebeyên her du birayên Emîn û Mehmet Findik û Omer Kartal ji bo merivên xwe wê rojê çûbûn Miduriyeta Ewlehiyê û Fermandariya Cendirmeyan lê tu agahî ji wan nestandin û dema vegeriyan gund û dîtin ku ew nehatine dîsa çûn Midûriyeta Ewlehiyê ya Silopiyayê. Wê şevê hemû kesên li gund ên xwedan wesayît li ber deriyê qereqolê kom bûn. Dewletê berê panzêrên xwe da gundiyên ku digotin “heya ku em mirovên xwe nebin, em ê ji vir neçin” û gule berdan ser wan. Li ser vê yekê gundî vegeriyan li gundê xwe û piştî du sê saetan helîkopterek ji Silopiyayê rabû. Li gorî malbatan mirovên wan ên winda bûyîn, bi vê helîkopterê ji Silopiyayê hatin derxistin.
Rojekê piştî vê bûyerê wesayîta Mehmet Fîndik li Taxa Cûdî ya 300 û 400 metreyan dûrî Midûriyeta Ewlehiyê ya Silopiyayê hate dîtin.
Malbatan ji bo kesên xwe yên winda serî li Qeymeqamtiya Silopiya û Cizîrê, Midûriyeta Ewlehiyê ya Silopiyayê û Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dan lê belê ji lêpirsîna ku hatiye destpêkirin tu encam nehat girtin. “Ji Mehmet Findik ê 39 salî, Omer Findik ê 22 salî û Omer Kartal ê 24 salî ji wê heyamê pê ve tu agahî nehat girtin.
Jiyan Tosunê anî ziman ku têkoşîna hiqûqî ya malbatan ji aliyê daraza Tirk ve bi biryara neşopandinê hatiye astengkirin.
‘ME MEHMET EYMUR NEBAŞ DIZANÎ!’
Piştî daxuyaniyê Sebla Arcana ji Komîsyona li dijî Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê axixî û der barê endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur de ku danê sibehê li Nexweşxaneya Çam Sakurayê ji ber nexweşiya KOAH’ê tedawî dibû û jiyana xwe ji dest got, “Me Mehmet Eymur nebaş dizanî. Eymur yek ji faîl û berpirsyarê êşa Dayikên Şemiyê ye.”
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di bin dorpêça polîsan de qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.