Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo darizandina faîlan cara 999’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Çalakvan vê hefteyê ji bo Mehmet Selîm Orhan (46), Hasan Orhan (40) û Cezayîr Orhan (17) ên ku 24’ê Gulana 1994’an li Amedê hatin binçavkirin û piştre hatin windakirin, hatin ba hev.
Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî bang kir ku derbarê faîlan lêpirsîna herî bi bandor bê meşandin.
Ji Komîsyona Li Dijî Windahiyan a ÎHD’ê Ummuhan Kaya jî qala çîroka Selîn, Hasan û Cezayîr Orhan kir.
Ji xizmên windayan Îkbal Eren jî xwişka Cemîl Kirbayir, Fatma Kirbayir ku berî demeke nêz jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî û got: “Serhildan wê ji vê qadê kêm nebe.” Cemîl Kirbayir di dema 12’ê Îlonê derbeya leşkerî de, di bin çavan de hate windakirin.