Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarên DEM Partiyê bertekên xwe nîşanî polîtîkayên qeyiman dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Bogos Yalîm: Heta ku dewlet bi rabirdûyê hevrû nebe, demokratîkbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > DBP’ê biryara seferberiya rêxistiniyê da
Kurdistan

DBP’ê biryara seferberiya rêxistiniyê da

Partiya Herêma a Demokratîk di komxebata 'Rêxistinbûyîn serketin e' biryara seferberiya rêxistiniyê da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 8-9’ê îlonê de li Amedê komxebeta ji bo amadekariya konferansa rêxistinbûyînê li dar xist. Di vê komxebatê de rewşa rêxistinbûyînê û êrişên li ser gelê kurd, geşedanên siyasî yên li Kurdistanê û cîhanê bi berfirehî hatin nirxandin.

DBP’ê encamnameya komxebata xwe eşkere kir.

Encamnameya bi sernavê “Bi rêxistinbûyînê ve em ê ber bi azadiyê dimeşin!” wiha ye:

“Partiya me di çarçoveya xebatên amadekariyên rêxistinbûyînê de di 8-9’ê îlonê de bi şîara ‘Rêxistibûyîn Serkeftin e, Azadî bi Rêxistinbûyînê ve Dest Pê Dike’ komxebata xwe li dar xist. Li gel rêxistina partiya me, partiyên siyasî, qasid û nûnerên sazî û dezgehên sivîl û gelek kesayet beşdarî komxebata me bûn û ji bo xebatên me yên rêxistinbûyînê ji me re bûn alîkar. Di komxebatê de şehîdên demokrasî û azadiyê yên ku bi saya wan têkoşîna me hat vê astê, bi rêzdarî hatin bîranîn û car din soz hat dayîn ku ‘em ê têkoşîna wan bi serkeftinê bi encam bikin’. Her wiha, tevî dost û rêhevalên ku di vê têkoşînê de cih digrin bi hestên şoreşgerî hatin silavkirin û ji bo îradeya têkoşîn û berxwedanê bêhtir bê xurtkirin, biryardardarî hat nûkirin.

Di komxebata me de, der barê geşedanên siyasî û pergalî yên herêmî û kûrewî de bi berfirehî nirxandin hatin kirin. Wekî ku tê zanîn, têkçûyîna ku îro Pergala Kapîtalîst bi tevî sazî û dezgehên xwe ve dijî, her ku diçe kûr dibe. Hêzên Netew-Dewlet hewl didin ku valahiyên leşkerî, siyasî, aborî û çandî yên ku ji ber pêvajoya aloziyê derketine holê, tije bikin. Di encama van hewldanan de jî 3’yemîn Şerê Cîhanê di rojevê de ye. Îro di bin baskê Pergala Kapîtalîst de nirxên mirovahiyê bi qirkirina civakî, bi qirkirina nasnameya jinê û xwezayê bi destê hêzên Netew-Dewletan ve yek bi yek tên fetisandin. Di pêvajoya ku dixwazin ji gelên cîhanê re başiya herî xirab rewa bê dîtin de, pergala ‘Civaka Demokratîk, Jiyana Ekolojîk û Jina Azad’ wek Rêya Sêyemîn ji mirovahiyê re çareseriyê pêşkeş dike. Li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên Pergala Kapîtalîst û amûra wê ya Netew-Dewletiyê tekane rêya çareseriyê pergala ‘Civaka Demokratîk, Jiyana Ekolojîk û Jina Azad e’.

Îro dagirkerî û şer herî zêde li erdnîgariya Rojhilaha Navîn pêk tên. Gelên herêmê yên ku bi Netew-Dewletiyê, bi pêkanînên olî û nijadperestiyê hatine dorpêçkirin, di bin pergala dagirkerî û feraseta paşeveçûyî de dîl tên girtin. Bi saya vê yekê hêzên Netew-Dewlet ên yekperest û destpot hewl didin serdestiya xwe ya li herêmê bidomînin û li ser vê pergalê ji bo pêşeroja xwe jî bingehekî ava dikin.

Li hemberî vê pergala dagirkeriyê çareseriya ku rêzdar Ocalan pêşniyar dike, ji aliyê hêzên hegemon û hêzên herêmî ve hedef tê girtin. Di vê pêvajoyê de Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî bi alikariya hêzên hegemon ve di serî de gelê Kurd, li dijî gelên Anatoliya Navîn û gelên Mezopotamyayê projeya xwe ya avakirina neteweke homojen berfireh dike. Bi ‘Plana Têkbirinê’ û konsepta şer jî hewl dide pêvajoya tasfiyeye bi encam bike û projeya xwe saz bike. Ji bo armanca xwe pêk bîne jî, tevî nirxên ehleqî û wijdanî yên kûrewî bin pê dike.

Gelê Kurd û dostên gelê Kurd li hemberî vê pergalê û tevî êrişan heya niha berxwedaneke dîrokî meşandin. Li gel tevî êrişan, desthilatdariya AKP-MHP di hilbijartina 31’ê Adarê de li hemberî vîna gel têkçûyîneke mezin jiya.  Bi vê yekê ve; ji bo bi rihê azadiyê mezinkirina rêxistinbûyîna me û parastina hebûna me, her wiha ji bo sazkirina azadiyê derfetên girîng afirîn. Wekî ku ji mînakên dîrokî jî tên fêmkirin; yên ku xwe rêxistin bikin her tim bi ser dikevin. Em jî niha pêvjaoyeke bi vî rengî dijîn. Di vê çarçoveyê de, bi armanca nirxandina rewşa me ya rêxistinî û bi armanca afirandina feraseteke nû ya rêxistinkirinê bi şîara ‘Rêxistibûyîn Serkeftin e, Azadî bi Rêxistinbûyînê ve Dest Pê Dike’ me du rojan komxebata xwe ya rêxistinbûyînê li dar xist.

Di komxebata me de li dijî êrişên faşîzmê biryardariya gelê me û rêxistina partiya me ya serkeftinê derket pêş. Di çarçoveya rexne kirin û rexnedayînê de me rewşa xwe ya vê serdemê bi berfirehî nirxand, kêmasî û qelsbûnên xwe anî rojevê. Her wiha em li ser pratîk û ferasetên ku me têk dibe, rê li ber qelsbûnan vedike û ji serkeftina gelê me re dibe asteng, sekinîn. Di vê çarçoveyê de, bi pîvanên îdeolojîk, polîtîk û ehlaqî peywir û berpirsyariyên rêxistinî hatin diyarkirin û mezinkirina têkoşînê esas hat girtin.

Di warê îdeolojîk û rêxistinî de êdî gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe li Rojhilata Navîn, bûye xwedî hêzeke jêveneger. Di serî de Şoreşa Jinê û Xwerêveberinê, rastiya têkoşîna me ya ku di nav şoreşê de şoreşeke nû pêk anî îro li gelenperiya cîhanê pêl bi pêl mezin dibe. Ji ber vê yekê jî wek gel, berpirsyarî û peywirên me jî her ku diçe mezin dibe û barê me giran dibe. Divê em ji her demê zêdetir xwe ber bi çav derbas bikin, xurtkirina îradeya xwe esas bigrin û hêza xwe mezintir bikin. Her wiha divê em bêhtir rêxistinbûyîna xwe mezintir bikin û rêxistinên xwe bi pêş bixin. Di vî warî de sazkirina yekitiya gelê Kurd, pêşxistina asta rêxistinbûyîna me wek peywirên sereke li pêşiya me disekine, divê lihûrbûna me jî di vê çarçoveyê de bimeşe. Di vê çarçoveyê de, encamên komxebata me bi hêvî û coşeke mezin, bi moral û baweriyeke xurt di rojeva me de ye.

Di gelek aliyan de di warê rêvebirin û rêxistinkirinê de pirsgirêk û qelsbûyînê me hatine tespîtkirin. Ji ber vê yekê jî biryar hat dayîn ku; divê em demildest dest bi xebatên berfireh bikin.  Li ser esasa ‘rêbaza herî bingehîn ya hebûnê rêxistibûyîn e’ me biryar da ku; di çarçoveya xebatên komxebatê de bi şîara ‘Rêxistibûyîn Serkeftin e, Azadî bi Rêxistinbûyînê ve Dest Pê Dike’ dest bi pêngava ‘xwerêxistinkirinê’ bikin. Bi vê wesileyê biryara me ew e ku; em ê kevneşopiya siyaseta xwe ya ku li ser ked û berdilên giran hatiye afirand bajar bi bajar, navçe bi navçe, kolan bi kolan û gund bi gund bixin meriyetê û pêl bi pêl mezintir bikin.

Di Komxebata me de li ser vê biryarê hat sekinandin ku; heya ku daxwaza statuyê ya ku mafê herî bingehîn a gelê Kurd e neyê sazkirin, dê têkoşîna me jî bidawî nebe û ev têkoşîn wê bi vê armancê pêl bi pêl mezin bibe. Rêzdar Ocalan, îrade û temsîlîyeta civakî û polîtîk ya têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd e. Ji ber vê rastiyê jî, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de heya ku azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan pêk neyê, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û em ê her tim mezinkirina vê têkoşînê wek rojeva sereke bigrin dest.

Di komxebata me de li dijî qirkirina çandî, ekolojîk û civakî û li dijî polîtîkayên şerê taybet ên wekî ûyûştûrûcû û êrişên zayendî li her taxan, li her kolanan xwe rêxistinkirin û têkoşîneke hevpar esas hat girtin. Bi armanca pêşxistina feraseta rêxistinbûyîna cewherî mezinkirian têkoşîna xwerêxistinkirin û sewraxtbûyînê wek peywireke esasî hat diyarkirin. Di vî warî de bangewazî hat kirin ku; divê gelê me di vê pêvajoyê de xwe bigihîne tevî tax û kolanan û di nav xebatên rêxistinbûyînê de cih bigre.

Bi feraseta ‘Wê sedsala 21’mîn bibe sedsala jinan’ armanca me ew e ku; em ê bi mirasa berxwedana Sarayan, Turkanan, Sêvê û Asyayan, Denîz Poyraz û Nagîhan Akarselan û ya Hevrîn Xelafan rêxistinên xwe yên jinan geş bikin û bigihijînin asta civakî. Bi perspektîfa ‘Jina Azad’ li her qadên jiyanê xurtkirina hêza jinê û li ser vê esasê sazkirina civakê wek peywireke dîrokî hat pênasekirin. Pergala hevserokatiyê, temsîlîyeta wekhev, jiyana azad a wekhew divê bibe qada têkoşîna wekhev a her du zayendan. Di komxebatê binê vê yekê hat xêzkirin ku; divê ev pergal bikeve meriyetê, têkoşîna jinê û rêxistinbûyîna jinê bi pêş bikeve, xebatên perwerde û bîrdoziyê bên mezinkirin da ku li hemberî feraseta serdest a zilam û li hemberî êrişên navxweyî û derve têkoşîna jinan bi ser bikeve.

Di kevneşopiya me ya siyaseta demokratîk de ciwan her tim serkêşiya têkoşîna me kirine. Di têkoşîna me ya ku bi şîara ‘Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin!’ de rola ciwanan her tim bûye bûye rola pêşeng. Xebatên me yên ciwanan ên ku bi ked û berdilên mezin heya vê astê hat û mîrasek afirand, xwedî serboriyeke girîng e. Di pêşketina têkoşîna gelê me de rola ciwanan xwedî cihekî girîng e û di rêwitiya serkeftinê de jî ji bo me hêzeke jêneger û mîsoger e. Ev rola ciwanan di siyaseta demokratîk de, di avakirina jiyana azad û wekhev de, di hilberîna pêvajoyên polîtîk de ji bo me her tim navnîşeneke jêveneger e. Em baş dizanin ku; di vê pêvajoyê de jî ciwan wê bi rola xwe ya dîrokî rabin. Komxebata me bang li ciwanan dike ku; bibin pêşengên vê têkoşînê û tev li rêxistinbûyîna gelê me ya ji heft salî heya heftê salî bibin.

Di vê pêvajoya ku hem di warê kûrewî û hem jî di warê herêmî de gelek qeyranan diqewimin, em amade û bi bawer in ku peywira xwe ya dîrokî bi cih bînin.

Di her qadên jiyanê de li hemberî Modernîteya Kapîtalîst em ê Modernîteya Demokratîk, li hemberî Netew-Dewletiyê em ê Konfederalîzma Demokratîk, li hemberî sermayeye em ê jiyana wekhev û komînal esas bigrin û li ber xwe bidin. Li gel berxwedanê em ê pêvajoya avakirina paradigmaya xwe li her qadên cîhanê bileztir bikin. Li hemberî herikandina dîrokê em ê bi rêxistinbûyîna xwe û bi meşa azadiyê bibin bersiv.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobeta Edaletê ya li Meclîsê di roja 24’an de ye
Nûçeya Pişt re Li Vîetnamê bîlançoya bagera Yagî giran dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Welatiyên ji Licê: Şewatê ji binê qereqolê dest pê kir!

Li Licê di şewata ku duh nîvro dest pê kir û heya derengiya şevê berdewam…

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

YJK-E'yê nerazîbûn nîşanî binçavkirin û hewldana dersînorankirina Zeynep Alpboga ku 22 sal in li Elmanyayê…

Ji aliyê Stêrk TV

AYM’ê der barê êrîşa li ser cenazeyê dayika Aysel Tûglûk biryara xwe da

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di serlêdana êrîşa li ser cenazeyê dayika siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Humsê êrîşî wesayîtekî serwîsê hat kirin: 7 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Hesen Ehmed hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?