Merasîma hêzên gerîla wê bi navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” bê lidarxistin.
Ji bo merasîma ku piştî banga bi dîmen a 9’ê Tîrmehê ya Rêber Apo wê bê lidarxistin, delegasyonek navneteweyî ji Ewropayê gihîşt Silêmaniyeyê.
Delegasyon ji otela li navçeya Dukanê ber bi qada merasîmê ve bi rê ket.
Bi sedan rojnamevanên ku ji bo şopandina merasîmê hatine Dukanê, li ber otelê disekinin.