Pêncşem, 5 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Hevdîtinên li ser qanûnan wê piştî cejnê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogullari: Geşedanên li Rojhilata Navîn dihêle ku pêvajo bê lezkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li gel kir: Tavile komîteyên xwe yên rêveberiya herêmî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê careke din bû hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Dorşîn: Kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji rêxistinên jinên Elewî deklarasyona 8’ê Adarê: Bi hev re têkoşîn, bi hev re azadî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya fermandar Şîlan Kobanê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji saziyên jinan çalakiyên 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê mirina bi guman: Dayik û keça wê hatin spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Hezexê “Baxçeyê 8’ê Adarê” ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Swîsreyî li dijî şer kampanya dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Divê pergala darazê bi tevahî di ber çavan de bê derbaskirin
Rojane

DEM Partî: Divê pergala darazê bi tevahî di ber çavan de bê derbaskirin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît xwest ku ji bo pêçandina birînên civakî demildest gavên qanûnî bên avêtin û got, "Divê pergala darazê bi tevahî di ber çavan de bê derbaskirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Serokwekîla Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê derbarê geşedanên di rojevê de daxuyanî da.

BANGA BI KOMKUJITAN RE RÛ BI RÛ WERIN

Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji ewil bal kişand ser salvegera Komkujiya Çorumê û banga “hevrûbûnê” kir. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku heta tarîtiyên li pişt komkujiyan neyên ronîkirin dê pêşiya komkujî û êşan nekare were girtin. 

Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser 10’emîn Pakêta Darazê ya ku tê payin were Meclisê û ev tişt anî ziman: “Wisa texmîn dikim ku hûn tevek dibêjin ‘Ma me çi xêr ji 9 pakêtên din dît ku dê ji ya 10’an bibînin.’ Ji ber ku di pakêtên heta niha de tu caran nêzikatiyeke ku rêgezên hiqûqê bide rûniştandin, edaletê pêk bîne û newekheviyên heyî ji holê rake pêş neket. Lewma, madem em li ser pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê diaxivin, wê demê divê gavên ku mexdûriyên di qada hiqûqî de rû didin bi dawî dikin, kesên bi awayekî neheq û derhiqûqî hatine girtin ber dide û birînên civakê derman dike bên avêtin. Em vê daxwaza xwe careke din dubare dikin. Ne tenê têkildarî înfazê, ne tenê daxwazên me têkildarî cihêkariya li girtîgehan e. Em dixwazin pergala darazê bi temamî li ber çav were gerandin.” 

DIBÊ DEMILDEST GAVÊN HIQÛQÎ BÊN AVÊTIN

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê hemû xalên cihêkar bên sererastkirin û got: “Hatina aştiyê ya li vî welatî, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jiyanî ye. Daxwazên me yên şênber hene. Me di hevdîtinan de ev daxwazên xwe pêşkeşî rayedarên AKP’ê û nûnerên partiyên siyasî kirin. Yek ji meseleya herî girîng jî cihêkariya hiqûqa înfazê ye. Cihêkariyeke cidî heye. Di mijarên weke tehliyeya bişert û berdana bikontrol de kesên ji ber sûcên rêxistinkirî hatine kirin, anku kesên ji ber TMK’ê girtî, nikarin ji van sûdê bigirin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Di hemû mijaran de girtiyên siyasî li derve tên hiştin. Bi taybet jî di mijara tehliyeyên bişert de pirsgirêkên cidî hene. Di esasê xwe de tehliyeya bişert 1/2 ye lê heke ji TMK’ê ceza lê hatibe birîn, dema înfazkirinê ya 3/4 dixin meriyetê. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Anku nêzikatiya me di cezayê de edalet, di înfazê de wekhevî ye. Divê ev weke rêgezekê di mewzûata hiqûqê de cih bigire. 

Ji ber nivîsandina nameyan, berzkirina dirûşman, parastina maf û azadiyan, tehliyeyên girtiyên siyasî tên astengkirin. Li hêla din kujerên jinan, kesên destdirêjiyê li zarokan dikin ji van şertên tehliyeya bişert sûdê digirin. Bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. 

DAXWAZÊN ME YÊN ŞÊNBER

Her wiha heke di çarçoveya TCK’ê de ceza li we were birîn 5 salan didin lê heman sûc heke di çarçoveya TMK’ê de be dibe 10 sal. Çima? Ji ber ku xala 5’emîn a TMK’ê cezayê heyî 1/2 zêde dike. Divê ev meseleye jî demildest ji holê bê rakirin. Di fikaraya 3’yan a xala 105/A’yê de wiha tê gotin; ‘heke nexweşiyeke giran hebe, astengdar bin an jî kal bin û nekarin bi tena serê xwe bijîn, ger cezayê wan 3 sal an jî ji 3 salan kêmtir mabe dikarin ji tehliyeya bişert bên berdan.’ Lê di vir de jî îstîsnayek heye; ji bilî sûcên rêxistinkirî û girtiyên siyasî. Ji bo kesên temenê wan bi ser 65 saliyê de jî derfeta berdana bişert heye lê dîsa îstîsnaya wê sûcên rêxistinkirî ye. 

Pêvajo, di halê hazir de didome. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir. Rêxistinê jî di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe civand. Ev pêvajo dê bidomin. Gelo temînateke qanûnî yê vê pêvajoyê heye? Gelo di halê hazir de ji Meclisê tu çarçoveyeke qanûnî ji bo çareseriyê hatiye amadekirin? Na. Di pêvajoya 2013-15’an de mutebeqeteke ewqas berfireh tune bû. 

DIVÊ EV KOMÎSYON JI BO MIJARÊ TAYBET BÊ AVAKIRIN 

Têkildarî komîsyona dê li Meclisê bê avakirin gelek nîqaş hatin kirin. Bi taybet jî piştî parvekirina birêz Bahçelî bû rojev. Lê DEM Partiyê her tim ev di anî rojevê. Bi taybet jî birêz Ocalan di hevdîtina 28’ê Kanûnê de gotibû ku divê li Meclisê komîsyon bê avakirin û girîngiya Meclisê vegotibû. Şandeya me piştî vê hevdîtinê, çû cem Serokê Meclisê û dest bi hevdîtinên bi partiyan re kir. Em nîqaşên ser avakirina komîsyonê biqîmet dibînin. Divê komîsyon teqez were avakirin. Divê ev komîsyon ji bo mijarê taybet bê avakirin. Mijarên weke şêwe, naverok, hejmara endaman û biryardayînê divê bi hevdîtinên partiyan re û bi nîqaşan re bên diyarkirin û bikevin meriyetê. Divê ev komîsyon; bikare li rêxistinên civaka sivîl, jinan, akademîsyenan, rojnamegeran guhdarî bike û fikrên wan tev li pêvajoyê bike. Komîsyoneke ku bikare mînakên cîhanê lêkolîn bike, ji bo me gelek girîng e. 

Mijara herî girîng jî şefafiya vê komîsyonê ye. Divê tevahiya van nîqaşan li ber çavên civakê bên kirin. Mesele ew e ku Meclis bibe navnîşana sereke û mesele li wir axaftin, Meclis înîsiyatîfê li xwe bigire û muxalefeta civakî jî bibe parekê wê. 

Em li bendê ne ku beriya cejnê tavilê qanûnî bibe. Me daxwazên xwe parve kirin û em nizanin dê ev daxwaz çiqas tê de cih bigirin. Dema pakêt hate vekirin dê derfeta me ya dîtinê çêbibe. Divê xalên ku ji bendewariya girtîgehan û civakê re bibe bersiv û ji bo pêvajoyê sûdewer tê de cih bigirin. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdana Hasan Yakût bi awayekî kêfî tê astengkirin
Nûçeya Pişt re Şandeya Ewropî li Silêmaniyê serdana nûneriya Rojava kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Reqayê şehîdên Tişrîn û Qereqozaxê hatin veşartin

Cenazeyên şehîd Feysel Samir El Mûsa û Qasim Mehmûd El Marûf ên li Bendava Tişrînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kelecana Cejna Remezanê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi coş û kelecanî amadekariya Cejna Remezanê dike.

Ji aliyê Stêrk TV

HPG’ê ragihand ku gerîlayek şehîd bû

HPG'ê ragihand ku Viyan Helo ya ji Rojhilatê Kurdistanê di 21'ê Nîsanê de gihîştiye şehadetê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?