Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Piştî hilweşîna rejîma Esad, daxwaza hemû Sûriyeyiyan a ji bo Sûriyeyeke wekhev û azad, li cîhanê zêde bilind dibe. Desthilatdariya AKP’ê jî ji bo kûrkirina kaosê, gavan diavêje. Desthilatdariya AKP’ê hemû polîtîkaya xwe li ser tasfiyekirina mafên Kurdan, afirandiye û êrîşî destkefkeftiyên Kurdan û Rêveberiya Kurdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî Til Rifatê, çete li dijî Minbicê ketin hewla dagirkirinê û sûcên mîna revandina jinan, talan û kuştina sivîlan dike. Hat destnîşankirin ku Êrîşên SÎHA’yê yên ji aliyê TSK’ê ve ji bo parastina çeteyan tên pêkanîn, krîza herêmî kûr dike û wiha hate gotin, “Di encama êrîşa SÎHA ya li ser herêma Eyn Îsa ya li rojhilatê Firatê de, 12 sivîl hatin qetilkirin. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dawî li van polîtîkayan bîne.
Weke DEM Partî em ji vê rêveberiya derbasdar hêvî dikin ku li Sûriyeyê rêveberiyeke derbasdar a ku nûneriya hemû beşên civakê bike, biafirîne û di çarçoveya hêmanên demokratîk de heta avakirina zagoneke nû û hilbijartinên demokratîk, di nava aliyan de agirbestê pêk bînin.
Di serî de NY, em bang li civaka navneteweyî dikin ku sekinandina şer bidin ferzkirin û Efrîn jî di nav de ji bo vegera gelên ku ji cihên xwe hatine kirin bê pêkanîn, pêvajoyê ji nêz ve bişopînin û berpirsyarî bigirin ser xwe.”