Duşem, 20 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DYE’yê welatiyên xwe hişyar kir: Neçin Iraq û Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: Di Newroza 2026’an de herî kêm 253 kes hatin binçavkirin, 63 jî hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Ji bo aştiyê pêwîstî bi çêkirina qanûnan heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş kampanya îmzeyan hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza dijî projeya JES’ê de ya li Gimgimê biryara navberê. Belge hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêwendiya pirsgirêkên li dibistanan bi pirsgirêkên pergalî heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî li ber hewldanên ‘sîxurkirinê’ û ‘gefê’ yên li Îzmîrê rabû
Rojane

DEM Partî li ber hewldanên ‘sîxurkirinê’ û ‘gefê’ yên li Îzmîrê rabû

Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya DEM Partiyê ragihand ku wê têkildarî gef û hewldanên sîxurkirina endamên xwe giliyê polîsan bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê têkildarî hewldanên sîxûrkirinê yên polîsan, li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxa OHD’ê Mehmet Yûnûs Çelîk di daxuyaniyê de got ku di nava 2 hefteyên dawî de li dijî partiyiyan û xwendekaran nêzikatiyeke derhiqûqî ya sîstematîk ketiye dewrê. Çelîk, diyar kir ku kesên xwe weke polîs didin naskirin li kafeyeke navçeya Konakê xwendekarê zanîngehê revandiye û gefa terkkirina bajar lê xwariye. Her wiha destnîşan kir ku welatiyekî nû ji girtîgehê derketî jî hatiye revandin, gef lê hatiye xwarin û bi vî awayî xebatên sîxûrtiyê li ciwan û jinan tên ferzkirin.

Di berdewama axaftina xwe de Çelîk anî ziman ku ferzkirina sîxûrtiyê sûc e û wiha domand: “Ev hewldan dikeve nava sûcên gefxwarin, heqaret, îşkence, bêparhiştina şexs a ji azadiya xwe, xerab bi kar anîna peywirê. Dema bi awayekî sîstematîk hate kirin jî dibe sûcê li dijî mirovahiyê. Di hevdîtinên bi walî re de ev sepan hatiye înkarkirin. Em ê li dijî van sepanan mafên xwe yên yasayî bi kar bînin û mijarê bişopînin.”

Wekîla DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubukê jî diyar kir ku hevserokên navçeyan û kesên tev li xebatên partiya wan tên şopandin û wiha pê de çû: “Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Emniyeta Îzmîrê gefan li jin û ciwanan dixwe û hewl dide bike sîxûr. Kesên tev li çalakiyên weke 8’ê Adarê û Newrozê bûn, rê li ber tê girtin, diçin kafeyên wan û telefonan jê re dikin û tacîz dikin. Lê ew çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin.”

Wekîlê DEM Partiyê Îbrahîm Akin jî got ku piştî hevdîtina bi walî re tu bersiveke şênber ji wan re nehatiye dayin, hinek hêzên cuda yên di nava dewletê de hewl didin endamên partiya wan krîmînalîze bikin, êdî tehemûla wan nemaye û got: “Dixwazim vê bi taybetî bibêjim; di destê me de belge hene. Agahiyên wan, plakayên wan hene. Em ê der heqê wan de serlêdana sûc bikin. Dibe ku xwe pir bihêz bibînin lê bila li aqûbeta waliyê Dêrsimê û kurê wî binêrin. Dê heman tişt bi serê we jî were. Ya ku hûn dikin sûc e. Lewma dev ji gef û zexta sîxûrkirinê berdin. Nexwe dê navên we yek bi yek bi raya giştî re parve bikin û we teşhîr bikin. Divê emniyet û walîtî tavilê pêşiya van hewldanan bigire.”

Seroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Fatma Demîrer jî bi bîr xist ku dema polîs tiştekî dikin mecbûr in girteka wê bigirin û îmze bikin û bang li hemû welatiyan kir ku dema gefek lê tê xwarin an jî bêusûliyek li dijî wan tê kirin, yekser serî li DEM Partî, OHD, ÎHD û saziyên din bidin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hesekê merasîma ji bo 2 şehîdan
Nûçeya Pişt re OHD: Di Newroza 2026’an de herî kêm 253 kes hatin binçavkirin, 63 jî hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bozan: Komîsyon divê li ser sedemên derketina pirsgirêka Kurd bisekine

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku çek encamek e û divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara kesên di teqîna Humsê de jiyana xwe ji dest dan bû 8

Hejmara kesên ku di encama teqîna li Mizgefta Imam Elî Bin Ebî Talib ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Bila qeyûm bêne vekişandin, hevserokatî bê naskirin

Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê di encamnameya civîna rêveberiyên xwecihî de xwest,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DYE’yê welatiyên xwe hişyar kir: Neçin Iraq û Herêma Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

OHD: Di Newroza 2026’an de herî kêm 253 kes hatin binçavkirin, 63 jî hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Ji bo aştiyê pêwîstî bi çêkirina qanûnan heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Rojîn Kabaîş kampanya îmzeyan hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?