DEM Partiyê daxuyanî da û got, “Ji duh ve li Îranê navendên rêveberî, fermandarî û stratejîk ji aliyê hêzên Îsraîl û DYE’yê ve tên hedefgirtin. Em vê yekê ji nêz ve dişopînin û têkildarî bandora encamên van êrîşan a li ser herêmê em hemû aliyan hişyar dikin.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Weke DEM Partî em difikirin ku li Îranê rêya 3’yemîn pêkan e û ev nêzîkatiya herî exlaqî ye. Em bawer dikin ku hemû civakên li Îranê wê ji tecrûbeyên xwe yên dîrokî û jiyana hevpar sûd wergirin, modeleke ku bikare wan bi rêve bibe ava bikin û em piştgiriyê didin hewldanên gelên Îranê ya ji bo demokrasî û aştiya civakî.
Me ji bîr nekiriye ku Jîna Mehsa Emînî, Mucahid Kurkurlar, Dr. Qasimlo, Ramin Huseyîn Penahiler û ji nasnameyên cuda bi deh hezaran kes ji aliyê Rejîma Molla ya Îranê ve hatine qetilkirin û em ê ji bîr nekin. Lê belê em hîn jî difikirin ku rejîma heyî ya li Îranê wê ne bi dîzaynên ji derve, wê bi îradeya hevpar a gelan were guhertin.
Em bang li hemû aliyan dikin ku daxwazên gelên Îranê yên ji bo demokrasî û azadiyê cidî bigirin, êrîşan rawestînin û vegerin zemînê diyalog û müzakereyê.”

