Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir
Jin

DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bernameya çalakiya 25’ê Mijdarê ya partiya xwe ya bi şîara " Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin" dê bê lidarxistin, eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, li avahiya partiya xwe derbarê bûyerên rojane û 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, civîneke çapemeniyê li dar xist.

 

Halîde Turkoglu, di destpêka axaftina xwe de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Îro, jin ji Sûdanê heta Afganistanê di bin êrişeke giran de ne. Şer û pevçûnên li Sûdanê veguheriye komkujiyekê ku nirxên mirovahiyê şikandiye. Darvekirina parlamentera berê ya Sûdanê û parêzvana mafên mirovan Silhem Hesen di dema dagirkirina El-Feraşarê ji aliyê RSF ve roja yekşemê nîşan dide ku şer û dagirkerî çawa jinan hedef digire. Em ê têkoşîna xwe li dijî hişmendiya ku Silhem Hesen, siyasetmedar û çalakvaneke jin ku jiyana xwe ji bo têkoşîna edaletê, mafên jinan û rûmeta mirovan terxan kiriye û qet li hember tu cure zilmê serî netewandiye, kuşt, mezin bikin. Rojhilata Navîn hewceyê aştî û modelek jiyanek bi rûmet e. Tenê wê hingê ev kuştina jinan dikare were rawestandin. Berxwedana jinên îro yên Kobanî û modela ku wan afirandine, ew model e ku dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn.”

Halîde Turkoglu, destnîşan kir ku bi banga 27’ê Sibatê ya ji hêla Rêber Apo ve hat kirin, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bê navber xebatên xwe yên civakkîkirina bangê didomîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nêzîkî salek di ser vê pêvajoyê re derbas bû ku bi rêya Banga Aştî û Civaka Demokratîk hêviya aştiyê di nav jin, ciwan û gelan de geş kir. Biryara vekişînê ya ku ji hêla Tevgera Azadiya Kurd ve di 26’ê Cotmehê de hate ragihandin jî wekî delîlek ji bo israra li ser aştiyê xizmet kir. Di vê heyamê de ku ev gav û derfetên dîrokî deriyê jiyanek vedikin ku mirov dikarin bi hev re, azad û wekhev bijîn, em jin israra xwe ya li ser aştiya bi rûmet dubare dikin. Wekî beşek ji berpirsiyariya me ya ku em piştrast bikin ku ev dibe rastiyek giştî, me ji roja yekem ve xebata xwe bi tekez kirina ku ‘divê ev bangek giştî be’ dest pê kiriye.”

Halîde Turkoglu, diyar kir ku wan li her cihî, bi her sazî û rêxistina civaka sivîl re bi sedan civînên jinan li dar xistine û got: “Em pir baş dizanin ku têkoşîna jinan a ji bo azadiyê di heman demê de têkoşîna israrkirina li ser jiyaneke hevbeş, wekhev û hevpar e. Ew têkoşîna parastina aştiya bi rûmet û demokrasiyê li dijî polîtîkayên şer ên serdestiya mêran e. Her daxuyaniyek ku ji hêla Dayikên Aştiyê û jinan ve di komîsyona ku îro di bin Meclîsê de hatiye damezrandin de derbarê aştiyê de tê dayîn, hinceta herî berbiçav e ku çima divê aştî were vî welatî. Her daxwaza aştî û çareseriyê di heman demê de daxwaza me jinan e. Komîsyona Meclîsê, piştî ku guhdarîkirinên xwe temam kir, divê tavilê çarçoveya rêziknameyên qanûnî ava bike, van daxwazên jinan bide pêşiyê û Meclîs divê berpirsiyariyên xwe yên di vî warî de bicîh bîne.”

Halîde Turkoglu wiha domand: “Em ê nehêlin ku sedsalek din a Komarê bi êrişên li ser ziman, nasname, bawerî, maf û destkeftiyên dayikê yên jinan, an jî bi polîtîkayên yekperest û zayendperest ve were şekilkirin. Em ê bi hev re Komarek Demokratîk ava bikin. Serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di vî warî de pir girîng e. Ji ber ku ruhê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li ser deng, daxuyanî û daxwazên jinan e. Tiştê ku îro li Parlamentoyê divê were nîqaşkirin ne pêşniyarname ne jî budçeyên ku ji bo şer hatine veqetandin in. Tiştê ku îro li Parlamentoyê divê were nîqaşkirin, derxistina rêziknameyên qanûnî yên pêwîst ji bo avakirina serkeftî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.”

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, bal kişand ser şert û mercên xebatê yên Rêber Apo û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ew afirandina şert û mercan e ku Birêz Ocalan bikaribe bi azadî û wekhev bixebite. Divê tedbîr werin girtin da ku dawî li pratîka qeyûman a ku îradeya jinan desteser dike were girtin û mafên jin û ciwanên ku qurbaniyên biryarnameyên qanûnî ne werin garantîkirin. Ev dawiya binpêkirinên mafên ku girtiyên siyasî dikişînin û serbestberdana wan e. Em bi tevahî bêdengiya hêza siyasî, nemaze Wezareta Dadê, li hember van pêkanînên neqanûnî qebûl nakin, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi dehan caran bi awayekî keyfî berdana girtiyên jin têne astengkirin. Ji bo binpêkirina eşkere ya mafê berdana şert a 14 girtiyên siyasî yên jin tu hincet tune. Divê tavilê li dijî Lijneya Çavdêriya Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku desthilata xwe ya qanûnî derbas kiriye û qanûn binpê kiriye, tedbîr werin girtin. Em ê vê yekê ji her kesî re bibîr bixin û heya ku ev pêkanîn bi dawî nebin, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Halîde Turkog bal kişand ser 11’emîn Pakêta Darazê û wiha axivî: “Her hevokek di vê pêşnûmeya biryarê de bêtehamuliya li hember demokrasî, wekhevî, mafên mirovan û pirrengiyê nîşan dide. Bi heman awayî, rêziknameya di pakêta derketî de ku dê rê li ber zarokên ku ber bi sûc ve hatine kişandin bigire ku ji dakêşanên zarokan sûd werbigirin, bi bêhemdî li ser encamên wê hatiye bicîh kirin. Em li vir tekez dikin ku ev pirsgirêk bi balkişandina ser sûc bi xwe, cezakirina zarokan wekî mezinan, li şûna çareserkirina û têkoşîna li dijî sedemên bingehîn ên ku zarokan ber bi sûc ve dibin, nayê çareser kirin. Li ser bingeha van hemûyan, em hêza siyasî hişyar dikin: Aştiya civakî û civakek demokratîk avakirina jiyanek azad û wekhev e ku bi pirrengiyê re hevjîyane ye. Eşkere ye ku aştiya civakî bi rêziknameyên weha nayê bidestxistin.

Tenê di meha Îlonê de, 19 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Bîst û pênc jinan di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. Kuştina Hasret Akkuzu careke din nîşan da ku qatil li vî welatî çiqas bi hêsanî dikarin ji girtîgehê derkevin, her çend di betlaneyê de bin jî jinan bikujin. Bersiva vê pirsê ku jiyana jinan li vî welatî çiqas bi hêsanî dikare were tunekirin, di vê kuştinê de ye. Ji mirina Haseretê yên ku kesê bi destûr ji girtîgehê derketiye û di dema xwe de venegeriyaye kontrol nekirine berpirsin. Polîtîkayên bêcezahiştinê û nebûna qanûnên astengkirinê dibin sedema zêdebûna qetilkirina jinan. Ger bendên Peymana Stenbolê îro bihatana bicîhanîn, li şûna vekişîna ji Peymanê, sûcdar ewqas wêrek nikaribûn tevbigeriyana.

Her roj, çalakiyên ji bo Rojînê, lêgerîna rastiyê ji aliyê jin û ciwanan ve, ji raya giştî re eşkere dikin ka çawa kuştinên jinan têne veşartin. Her hûrgiliya ku di rapora kuştina Rojîn Kabaiş de hatiye eşkerekirin mînaka herî berbiçav e ku çawa hewl tê dayîn ku kuştinên jinan werin veşartin. Delîlên berbiçav ên di doza Rojînê de hatine dîtin careke din nîşan didin ka çawa kuştin bi hevkariya saziyên ku rasterast bi desthilatdariya siyasî ve girêdayî ne tê veşartin. Bi her roja ku ji mirina Rojînê derbas dibe, rayedar û sazî ji ber pirsên bi israr ên jinan yên wekî, “Çi bi Rojînê hat?”, têk çûn. Ew neçar man ku nîşaneyên li ser cenazeyê Rojînê eşkere bikin. Ev rewş bi têkoşîna domdar a malbata Rojî, hevalên wê û jinan bi xwe derket holê. Hedefgirtin û lêpirsîna rojnamevanên jin ên ku li ser kuştina Rojîn Kabaiş rapor kirine, nîşaneyek eşkere ya vê yekê ye. Bila bê zanîn ku em ê rê nedin kujerên Rojînê werin parastin. Em ê rê nedin ku ev kuştin bi bêdengkirin û hedefgirtina rojnamevanên jin were veşartin.

Wêneya tundûtûjiya li dijî jinan û qetlîamê hem di xizaniya jinan de û hem jî di bêkariyê de bi heman rengî eşkere ye. Li gorî rapora DİSK-AR a Tebaxa 2025’an, rêjeya bêkariya jinan a bi berfirehî hatî destnîşankirin ji sedî 39,4 e. Her çend li Tirkiyeyê mûçeya herî kêm ji sedî 48,9 be jî, ev rêje ji bo jinan digihîje ji sedî 58,4. Ev tê vê wateyê ku 2 mîlyon jin nikarin bigihîjin mûçeya herî kêm jî. Kûrbûna newekheviya zayendî û barê karê lênêrînê yê li ser jinan asteng dike ku piraniya jinan bikevin nav hêza kar.

Îro, bi hezaran jin ji ber nebûna azadiya aborî di rewşeke tundûtûjiyê de asê mane. ‘Piştgiriya’ ku di bin navê alîkariya civakî de ji jinan re tê pêşkêşkirin têrê nake û ev pere pir caran ji bo pêdiviyên malê tê bikaranîn ne ji bo pêdiviyên jinan. Her ku xizaniya ku jin dijîn, ji lênihêrîna tenduristiyê û perwerdehiyê bigire heya paqijiya kesane û pêdiviyên rojane her ku diçe girantir dibe, Pêşnûmeya Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2026’an pêşkêşî Parlamentoyê hatiye kirin. Rêjeya eleqeya pêşniyarê, digel betalkirina bacên ku divê ji sermayeyê werin berhevkirin, nîşan dide ku ev budçe ne ji bo jin, zarok an jiyanek azad û wekhev bi hev re, lê ji bo sûdwergirtin, talankirin û kapîtalîstan hatiye veqetandin. Mesrefên parastinê bi tevahî 1.202 trîlyon TL ne, û mesrefên ewlehiya navxweyî bi tevahî 953 milyar TL ne, bi tevahî 2.1 trîlyon TL ne. Niha em dipirsin: hûn kê li dijî kê diparêzin? Hûn ewlehiya kê misoger dikin? Ev çi cure polîtîkaya ewlehiyê ye ku jinên li vî welatî hîn jî bê ewlehî ne? Em ê jin li dijî vê butçeyê bibin muxalîf.

Hefteya bê, em ê bi rêxistinên jinan ên partiyên muxalefetê re bicivin. Em bawer dikin ku têkoşîn û hevgirtina jinan dê siyaseta ku ji hêla mêran ve serdest e bi berfirehkirina çarçoveya têkoşîna jinan di siyaseta demokratîk de biguherîne. Aştî û civakek demokratîk bi rêya polîtîka û siyaseta ku ji hêla jinan ve hatî pêşvexistin mimkun e. Dema ku em ji bo 25’ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan amadekariyan dikin, ez dixwazim xebatên xwe yên navendî ji bo Mijdarê bi we re parve bikim.

Çalakiyên me yên bi dirûşma ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin’ de wiha ne:

*Bernameya çalakiya yekem 14’ê Mijdarê ye. Jinên karker ên ku li dijî xizanî û îstismara kedê li ber xwe didin dê li Îzmîrê werin ziyaretkirin û daxuyaniyek çapemeniyê dê were dayîn.

*Di 17’ê Mijdarê de li Kocaeliyê civînek jinan dê bi sernavê “Keda Jinan û Xizanî” were lidarxistin. Hevseroka me, Tulay Hatimoğulları, dê beşdarî civîna jinan a li Dîlokê bibe.

*Di 18’ê Mijdarê de, em ê Civîna Koma Meclîsê ya Jinan li dar bixin û hemû rêxistinên jinan vexwînin.

*Meclîsa Jinan û Komîteya Hiqûqî ya me dê bi hev re li ber Girtîgehên Sincan û Bakirkoyê daxuyaniyek çapemeniyê li dar bixin.

*Heta 25’ê Mijdarê, hemû meclîsên jinan ên bajar û navçeyan dê civînên mal bi mal û tax bi tax li ser xizaniya jinan, şîdeta li dijî jinan û pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin li dar bixin.

*Di 25’ê Mijdarê de, wekî Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, em ê meşa xwe ya dawî li Colemêrgê li dijî sîstema qeyûm, polîtîkayên şerê taybet û şêweyên tundûtûjiyê yên ku jinên ciwan dijîn li dar bixin.

Jinên hêja, em 25’ê Mijdarê bi yekbûna li dora banga aştî û civakek demokratîk li dijî tundûtûjî û komkujiyên li dijî jinan, li dijî xizaniya jinan, bêkarî, îstismara kedê, şer, rantê û talanê pêşwazî dikin. Bi qîrîna “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî tundûtûjiya mêr-dewletê, em ê careke din bi hev re ji bo mafên xwe, jiyana xwe, îradeya xwe, ji bo aştiyek bi rûmet, ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê derkevin kolanan û bi têkoşînê pêşeroja xwe ava bikin. Bijî hevgirtina jinan, Jin, Jiyan, Azadî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin
Nûçeya Pişt re MSD: Şerê Kobanê têkoşîna parastina nirxên mirovî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK: Divê her kes bi ruhê serhildanê rabe ser piyan!

KJK’ê ragihand ku dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê bi balafirên şer, balafirên bê…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Heta ku kujerên rasteqîn bêne darizandin, em têkoşînê mezin bikin

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera dueymîn a Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bang li gel kir…

Ji aliyê Stêrk TV

DÎB’ê banga ‘Doza Kobanê’ li sazî û partiyan

DÎB'ê beriya rûniştina biryarê ya li ser Doza Kobanê bang li partî û saziyan kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em bi rola xwe rabin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?