Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvî di nivîsa xwe ya bi sernava “Hewl didin pêvajoyê sabote bikin” de, Serokwekîla Koma DEM Partiyê û endama Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wekî “yek ji wan ên ku pêvajoyê sabote dikin” bi nav kir. Li ser vê yekê DEM Partiyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvî di qunciknivîsa xwe ya îro ya bi sernava ‘Hewl didin pêvajoyê sabote bikin’ de, Serokwekîla Koma me û endama Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wekî yek ji wan kesên ku ‘pêvajoyê sabote dikin’ bi nav kiriye.
Di serî de, em vê îdiaya Abdulkadir Selvî bi tu awayî qebûl nakin. Têkoşîna aştî û demokrasiyê ya partiya me û kevneşopiya ku ew temsîl dike û berdêlên ku di vê rêyê de daye, hemû beşên civakê, di serî de Selvî baş dizanin. Ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 1’ê Cotmeha 2024’an de dest pê kir û di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga birêz Abdullah Ocalan rengek nû wergirtiye ji bo bigihêje encamê, ji hevserokên me bigire heta bi mîlyonên ku dil dane partiya me, hemûyan di nava hewldaneke yekgirtî de ne û wê berdewam bike.
Birêz Gulistan Kiliç Koçyigît jî yek ji girîngtirîn nûnerên vê hewldanê ye. Di parlementoyê de û li her qadê ji bo çareseriyê ked dide. Bîranîna pêwîstiyên li ser pêvajoyê, hişyarkirina li ser bingehên rast li hemberî şaşiyên hatine kirin ne sabotekirina pêvajoyê ye. Berovajî, ew nîşaneya berpirsiyariyek e mirovî û siyasî ye ji bo serketina pêvajoyê û ji bo hatina aştî û demokrasiyê li van xakan. Daxuyaniyên birêz Koçyîgît, li hemberî dibetiya enfektebûna pêvajoyê, hişyariyên rast û di cih de ne. Ji bo serkeftina pêvajoyê û ji bo ku 86 mîlyon bi hêviyek zêdetir li pêşerojê binêrin, hemû hevalên me berpirsiyariyên xwe dizanin û pêwîstiya wê bi cih tînin.
Ji ber vê yekê, pêşniyara me ev e ku Selvî divê ‘kesên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin’ ne di rêzên DEM Partiyê de, lê li cihên din bigere. Zimanek ku li şûna ku raya giştî bi awayekî rast agahdar bike, pêşdaraziyê çêdike û rastiyê çewt dike, qet xizmeta aştiyê û demokrasiyê nake. Em wî vedixwînin ku dest ji îdiayên ku rastiyê nîşan nadin berde.

