Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera komkujiya di 3’yê Tebaxa 2014’an de ya li Şengalê ya ji aliyê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li hemberî Êzîdiyan pêk anî, daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi vî rengî ye:
‘’Di tevahiya dîroka mirovahiyê de hin gel û bawerî bi komkujiyê re rû bi rû mane, bi darê zorê hatine koçberkirin û asîmîlekirin. Gelê Êzîdî jî yek ji wan gelan e ku gelekî bi komkujiyan re rû bi rû maye.
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve ji 5 hezarî zêdetir Êzîdî hatine qetilkirin, gelek jê jin û zarok bi hezaran Êzîdî hatine revandin. Tevî ku di ser komkujiyê de 10 sal derbas bûne jî hê jî zêdetirî hezarî zarokên Êzîdî winda ne.
Di serî de DYE, Fransa, Elmanya û Îngilistan ji aliyê gelek welatan ve qirkirina gelê Êzîdî weke komkujiyê hatiye qebûlkirin. Divê Tirkiye jî vê qirkirina li dijî gelê Êzîdî weke komkujiyê qebûl bike û dest ji polîtîkayên xwe yên êrîşê yên bi salan e li dijî Şengalê pêk tîne, berde.
Gelê Êzîdî tevî hemû zext, zilm, koçberî û komkujiyan li ber xwe daye û çand, hebûn û baweriya xwe parastiye. Bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Êzîdiyan a 3’yê Tebaxê destnîşan dikin ku em li gel gelê Êzidî ne û bi rêzdarî kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.’’