Şîrketea IGNIS a ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) plan dike ku li navçeya Gimgim a Mûşê Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) ava bike. Di serî de Gimgimî civak nerazîbûneke cidî nîşanî projeya JES’ê dide. Yek ji wan kesên ku li ber vê projeyê radibe siyasetmedar Demîr Çelîk e. Demîr Çelîk ku di Serdema 24’emîn de parlamenteriya Mûşê ya HDP’ê ki û dema derbasbûyî hevserokatî ji FEDA’yê re kir, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Demîr Çelîk bi bîr xist ku şîrketa IGNIS’ê karê sondajê plan dike ku piraniya wan Kurdên Elewî wê bandorê li gundên li Gimgimê bike û got, “Wê bandoreke yekser li zêdeyî 20 gundan bike. Heman fîrmayê beriya niha li navçeyên Xolxol û Kanîreşê yên Çewlikê heman kar kiribû. Niha jî dixwaze karê xwe li Gimgimê dewam bike.”
Çelîk işaret bi avaniya jeolojîk a herêmê kir û got, “Ji Çewlîkê heta bi Erzîromê, ji Mûşê heta bi Kanîreşê ev cografya berfireh ew qad e ku Fay a Anatoliyê ya Bakur û Xeta Fay a Anatoliyê ya Rojhilat lê digihêjin hev. Li vê herêmê ku rîska erdhejê gelekî zêde ye, karên sondajê ku wê bi 3 kîlometreyî bikolin, dikare bandorê li ser liv û tevgera sîsmîk bike. Ev rastî nabe ku ji nedîtî ve bê.”
‘BI METALÊN GIRAN WÊ JEHR BI AXÊ BÊ XISTIN’
Demîr Çelîk işaret bi xisara projeyên JES’ê kir û bi taybetî bali kişand ser rîska metalên giran. Demîr Çelîk got, “Metalên giran ên weke bor, arsenîk, magenzyûm ên ji binê axê bêne derxistin wê tevlî axê bibin. Ev made bi hezaran salî tine nabin. Wê axê bi jehrê bixe, ziwa bike. Di rewşeke bi vî rengî de hilberîn wê nebe, mirov jî neçar bimînin ku ji cih û warê xwe koçber bibin.”
Siyasetmedar Demîr Çelîk ragihand ku ne tenê xak, her wiha hewa jî di bin rîskeke cidî de ye û got, “Gazên karbondîoskît û hîdrojen sulfur wê derkevin holê. Ev gaz hem li ser tenduristiya mirovan hem jî li ser xwezayê gelekî xetere ne. Ji ber taybetmendiya xwe ya jehrê wê bandoreke yekser li nebatan, heywanan û jiyana mirovan bikke.”
‘AVA LI BINÊ ERDÊ WÊ GEMARÎ BIBE, NEXWEŞÎ WÊ ZÊDE BIBE’
Demîr Çelîk diyar kir ku ava li binê erdê jî bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye û got, “Madeyên kanserojen ên weke arsenîk û radon ên ji 3 kîlometreyê binê erdê bêne derxistin, wê tevlî ava li binê erdê bibin. Çavkaniyên ku xwe ji vê avê xwedî dikin wê gemarî bibin. Ev made wê bandorê li miroovan û heywanan bike. Di serî de kanser wê bibe sedema rûdana gelek nexweşiyan. Ev yek jî bi rengekî eşkere dikare veguhere qirkirineke civakî.”
‘DI HEMAN DEMÊ DE QIRKIRINA BAWERÎ Û ÇANDÎ YE’
Çelîk destnîşan kir ku herêm ji aliyê Elewiyên ji baweriya Rêya Heq cografyayeke pîroz e û got, “Mirovên li vê cografyayê bi xwezayê re di nava hev de, bi cihên pîroz re jiyanek ava kirin. Çiya, av pîroz têne dîtin. Ji ber vê yekê jî her destwerdana li xwezayê êrişek li ser baweriya wan e. Ev jî wê ne tenê qirkirineke ekolojîk be, di heman demê de bibe qirkirineke çandî.”
Siyasetmedar Çelîk di dawiya axaftina xwe de banga têkoşîna civakî kir û got, “Ev mesele ne tenê ya Gimgimê ye, meseleya me hemûyan e. Divê ekolojîst, tevgera jinê, rêxistinên baweriyan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û her beşên civakê têkoşîneke bi hev re bimeşînin. Eger em bêdeng bimînin wê ji rewşa ya li Aydinê rû da rewşeke hîn girantir rû bide. Ji ber vê jî em neçar in ku vê berxwedanê mezin bikin.”

