Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku îro, saet 16.00ˊan komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi top û çekên giran derdora avahiya li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir.
Li gorî navendê, di encama topbaranê de 3 şervanên QSDˊê birîndar bûn.

