Derhêner Îlker Çatak di Festîvala Fîlman a Berlînê ya 76’an de xetala herî mezin Hirçê Zêrîn bi fîlmê “Zari Zarflar” wergirt.
Emîn Alper jî bi fîlmê “Kûrtûlûş” xelata Hirçê Zîv bi dest xist.
Emîn Alper li festîvalê axivî û got, “Cûreyê herî metirsîdar ê tenêtiyê ew cûre ye ku dema êşê dikişîne bi tenê ye.”
Derhêner Alper ji bo gelên Îranê û Fîlîstîniyên li Xezeyê got, hûn bi tenê nînin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Kurdên ku li Rojava û Rojhilata Navîn nêzî sed sal in ji bo mafên têdikoşin, hûn bi tenê nînin. Herî dawî, gelê min hûn bi tenê nîne.
Hevala min hêja Çîgdem a ku çar sal in girtî ye, bi tenê nîne. Tayfûn, Can û Mîne hûn bi tenê nînin. Osman Kavala yê ku 8 sal in girtî ye, Selahattîn Demîrtaş ê 9 sal in girtî ye, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û hemû şaredarên din ên niha girtî ne, hûn bi tenê nînin.
Em bi tenê nînin. Em ê bi tenê nemînin.”

