Nerazîbûnên li dijî desteserkirina şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlîh û Xelfetiyê zêde dibin. Platforma Saziyên Demokratîk a Okmeydaniyê ya Stenbolê û Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê jî li Maltepeyê ya Stenbolê ji bo şermezarkirina desteserkirina vîna gel çalakî li dar xistin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konûkçû, Serokê CHP’ê yê Şîşliyê Tamer Ozcanli, nûnerên gelek partî û saziyan beşdarî çalakiya ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Okmeydaniyê ve li Kolana Anadolu Kahvesî ya Okmeydaniyê hat lidarxistin bûn.
‘BI TÊKOŞÎNA HEVPAR EM DIKARIN BI SER BIKEVIN’
Parlamentera DEM Partiyê Kezîban Konûkçû di çalakiyê de axivî û got: “Hûn nikarin gelên ku xwedî li vîna xwe û pêşeroja xwe derdikevin bitirsînin. Qeyûm tenê ne pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka gelên Stenbol û Tirkiyeyê ye jî. Çawa ku xizanî ne pirsgirêka yek erdnîgariyê ye, qeyûm jî ne pirsgirêka yek erdnîgariyê, pirsgirêka welat e. Em van pêkanînan teqez qebûl nakin. Ger em bi hev re li dijî van pêkanînan têbikoşin û bi hev re dengê xwe bilind bikin, dikarin tiştekî bi dest bixin.”
Serokê navçeya Şîşliyê yê CHP’ê Tamer Ozcanli jî diyar kir ku desthilat hewl dide bi polîtîkaya qeyûman gel teslîm bigire û got: “Li hemberî kesên mafên xwe yên herî bingehîn bikar tînin zext û zordariyê bi kar tînin. Em dibînin ku ti tişt nikare gel ji berxwedanê dûr bixe. Vaye Êlih li ber xwe dide, Mêrdîn li ber xwe dide, Xelfetî li ber xwe dide û Esenyurt jî li ber xwe dide.”
MALTEPE
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê jî li ber avahiya DEM Partiyê ya Maltepeyê kom bûn û daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm darbe ye, vîna gel nayê desteserkirin” hat vekirin û dirûşmên “Qeyûm wê biçin, em ê bimînin” û “Zext nikarin me bitirsînin” hatin berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Maltepeyê Taner Mûtlû diyar kir ku ew ê li hemberî qeyûman mafên xwe biparêzin û wiha axivî: “Em qeyûman qebûl nakin. Bila qeyûm bicehimin ji şaredariyan derkevin. Ew ji bo diziyê hatine. Em dizanin ku qeyûm diz in. Em wekî gel divê li hev kom bibein û vê rejîmê biqewirînin.”
Serokê TÎP’ê y Maltepeyê Haldûn Unal jî anî ziman ku ti hêz nikare têkoşîna yekbûyî ya gelên birçiyê azadî, wekheviyê ne rawestîne û bertek nîşanî desteserkirina şaredariyan da.