Duşem, 12 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê şîna ji bo Onder hatî danîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Sakîne Cansiz rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mûstafa Tekîk hevrêyekî gelekî hêja bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP’yiyên di greva birçîbûnê de ne: Girtîgehên bi Tîpa Bîrê ji bo her kesî xeterî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dîmenên Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Afirîner û ragirê çanda Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ‘ji bo destpêkên nû’ biryara fesixkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encama danezanê ya PKK’ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK’ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara min a destpêkê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava Durziyan de cih û rola jinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Wanê peyama Rêber Apo hate xwendin, posterên wî hatin hildan
Kurdistan

Li Wanê peyama Rêber Apo hate xwendin, posterên wî hatin hildan

Li Wanê di mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de peyama Rêber Apo ya ji bo jinan hate xwendin û posterên wî hatin hildan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Wanê di mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi hezaran jin li hev kom bûn. Mîtîng bi dirûşma ‘Em li ber qirkirina jinê radibin, ber bi azadiyê ve dimeşin’ li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter pêk hat û tim û tim dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin qîrîn.

Di mîtîngê de peyama Rêber Apo ya ji bo jinan hate xwendin û posterên wî hatin hildan.

Peyama Rêber Apo ya ji bo jinan bi vî rengî ye:

“”Rêgeza min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî, min tu caran dev ji jiyana bi we re berneda. Ev jiyana bi vî halî, bû rista bingehîn ku min li ser piyan digre. Lê, rastiya ku cara yekem ewqas bi heybet û azad e, wê bi qasî pêşînên din ên Mezopotamyayê bi heybet be. Belkî jî ev yek pêk hatibe. Meseleya azadiya jinê hêj jî girîngeya xwe diparêze. Pêvajoya komunalîst a demokratîk rewşa nûjen a civakbûyîna jina pêşeng e. Bidestxistina rastiya civakî jî encax bi vê rêbazê mumkun e. Heya ku çanda tecawizê/destdirêjiya zayendî têk neçe, di qadên zanistî, estetîk û olî de heqîqeta civakî jî dernakeve holê. Wekî ku ji Marksîzmê jî hat îstapkirin, heya ku çanda serdest a mêr di kûrahiya civaka serdema nû de neyê fetisandin, serkeftina sosyalîzmê ne mumkun e. Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê derbas dibe. Heya ku azadiya jinê pêk neyê hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Heya ku demokrasî nebe sosyalîzm jî nabe. Azmûna min a yekem a bi sosyalîzmê re, bi şêwaza axaftina bi jinekê re diyar bû. Kesekî ku nizanibe bi jinekê re çawa biaxive, nikare bibe sosyalîst. Sosyalîsbûyîna mêrekî bi pêwendiya wî ya bi jinekê re girêdayî ye.

Pîrozî ya jinê ye. Jin bi xwe gerdûn e. Mêr jî gerstêrkeke rêderketî ya derdora vê gerdûnê ye. Ji bo cara yekem bang li zarokê bike ya ku ziman afirand jin e. Afirînera çandê jin e. Afirînera civakê jî jin e. Pirozî û Xwedawendî jî ya jinê ye. Ji bo jinan min birdoziya rizgariya jinan a ku ji çar qadan pêk tê, pêş xist. Ev teorî ye. Çanda jina pêşeng, serdema xwedawendayan di navbera Beriya Zayînê 10 hezar sal û 4 hezar salan de ye. Olên yek xweda bi Babîlê destpê dikin. Destana Babîlê destana kolekirina jinê ye. Afirandina destana Babîlê yek ji hîmên bingehîn a mîtolojiya Mezopotamyayê ye. Di navbera salên beriya zayînê 4 hezar û 2 hezar salan de ji bo çanda jinê têkçûyîn destpêkir. Piştî ku çanda jina pêşeng hilweşiya, bi Mîtanîyan ve jina qesrê derket holê. Nefertîtî jî jineke ji qesrê ye. Jinên qesrê yên wê serdemê di pêvajoya dîrokî de bûn jinên ji malê yên vê serdemê. Wekî ku hûn jî dizanin, çand û kevneşpiya Satî heye. Di çanda Satiyan de jin davêtin nav agir û dişewitandin. Di salên 1832’yan de jî ev yek pêk dihat. Piştre, Îngîlîzan dawî li vê çandê anîn.

Vejîna ku wê ji nû ve pêk bê gelek girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çand, civakî û dîrokî de bê nirxandin. Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; jin ne ji zayînê ye, ji hebûnê ye. Ez ne dijberê evin û zewacê me. Lê, her roj li ser navê evînê cînayetên gelek hov pêk tên. Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje? Ev ne evîn e. Heya niha gelek jin ji ber pêwendiya bi vî rengî întîxar kirin. Her wiha, çanda azad a jinê heye. Asta ku hatî hûn nêzî vê çandê ne. Jin hewl didin derkevin derveyî sînorên dayikbûyîn û hevjînbûyînê. Lê, hêj jî hûn encax ji sedî 10’ê çanda azad a jinê îdare dikin. A esas ew e ku, divê bi ferasetê şer bê kirin. Pergala civakî ya mêrên serdest her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne. Tundî heye, dagirkerî heye, ensestî heye, destdirêjiya zayendî heye, îxtîmala kuştina zarokên keç heye. Di pêşerojê de zarok bên kuştin hûn ê çi bikin? Dema ez behsa çanda Satî dikim, ez balê dikşînim ser vê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û ferasetê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin.

Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Pirsgirêkek bi vî rengî heye. Di vî warî de me destpêkeke biçûk pêk anî. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe. Têkbirina vê çandê dînamoya têkoşîna me ye. Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. Banga ‘’Aştî û Civaka Azad’’ di heman demê de ji bo jinan Ronesans e. Ez jinê ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdê ya nûjen silav dikim û 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim.

Bi silav û hezkirinên xwe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Artêşa Tirk a dagirker sûcê şer dike
Nûçeya Pişt re Îran, Çîn û Rûsya wê tetbîqetek hevpar pêk tînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Grazê çalakiya li dijî kuştina jinan

Rêxistinên femînîst li dijî komkujiya jinan meşiyan, xwestin pêşî li kuştina jinan bê girtin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Cezayên îdam û girtîgehê li 4 girtiyên Kurd hate birîn

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku Dadgeha Urmiyeyê Îranê cezayê darvekirin û girtîgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tîma bersivdanê ya YPS’ê li Başakşehîrê çalakî kir

Tîma bersivdanê ya Şehîd Çawrê Gelhat a YPS JIN ragihand ku li Başakşehîr a Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Dîmenên Kongreya PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Afirîner û ragirê çanda Apoyî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ‘ji bo destpêkên nû’ biryara fesixkirinê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?