În, 13 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo azadiya Hatîce Onaran li gelek bajaran daxuyanî hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarên ku komploya 15’ê Sibatê wê lê bê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yılmaz: Li Tirkiyeyê çalakiyên aştiyane tên krîmînalîzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Saziyên Zimanê Kurdî peyama 21’ê Sibatê: Statu ji Kurdî re, perwerde bi zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî li ber destdirêjiya li jinên enternasyonalîst rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku li Bogotayê civiyan: Em hatin ku hêz ji hev bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Abya Yala’yê heta bi Kurdistanê jinan xeta têkoşîna hevpar nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yala û Kurdistanî li ser berxwedan û sîstemên alternatîf nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Destwerdana li Rojhilata Navîn bi komploya 9’ê Cotmehê destpê kir’
Rojava

‘Destwerdana li Rojhilata Navîn bi komploya 9’ê Cotmehê destpê kir’

Hesen Koçer got, "Komploger mikur tên ku armanca wan a esasî destwerdana li Rojhilata Navîn bû. Piştî ku Rêber Apo dîl girtin dest li Rojhilata Navîn werdan. Yanî destwerdana li Rojhilata Navîn bi dîlgirtina Rêber Apo destpê kir."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer armanca komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û polîtîkayên dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên li hemberî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji ANF’ê re nirxand. Nirxandina Hesen Koçer bi vî rengî ye:

“Bi wesîleya 9’ê Cotmehê êrîşa li ser Serêkaniyê û Girê Spî êrîşa qirkirinê ye ku li ser herêmê hate kirin, li ser 2 bajarên me yên hemû gelê herêmê tê de jiyan dikirin, bi Ereb, Suryan, Kurd, Çerkes tê de diman. Êrîşa dewleta Tirk di wê rojê de hate kirin. Bi vê wesîleyê şehîdên wê demê, şehîdên azadiya şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Bêguman berxwedaneke bêhempa hate kirin. Lê belê êrîşa dewleta Tirkiyeyê êrîşeke qirkirinê, tinekirinê bû. Roja 9’ê Cotmehê tespît kirin, ew roj bi mane bû. Maneya wê çi bû? Wê rojê komplo li ser Rêberê Neteweya Demokratîk Rêber Apo hate kirin. Maneya wê ew bû; em ê siyaseta qirkirinê dewam bikin, em ê tecrîda li zindana Îmraliyê kûr bikin. Sîstema Îmraliyê sîstemeke qirkirinê ye, ji ber ku tecrîda li hemberî Rêber Apo tecrîda li hemberî gelê herêmê, hêzên demokratîk, neteweya Kurd e. Em bi vî rengî şîrove dikin. Ji ber wê yekê tespîtkirina wê rojê û êrîşkirin maneya xwe heye. Çawa roja komployê bi dîrokê ve dan girêdan, 15’ê Sibatê dema şoreşa Şêx Seîd têk birin, 15’ê Sibata 1925’an û 28’ê Hezîranê îdam dan Şêx Seîd heman rojê Rêber Apo dîl girtin 15’ê Sibatê, 28’ê Hezîranê biryara îdamê dan. Ev yek ne tenê girêdayî dewleta Tirk e, bi sîstema navneteweyî ve jî girêdayî ye. Yê ku siyaset li ser pirsgirêka Kurd dikirin, dixwestin Kurdan bikin qurbana siyaseta xwe ev roj tespîtkirin. Roja êrîşa li ser Serêkaniyê jî 9’ê Cotmehê bû. Di wê rojê de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Ev jî aliyekî xwe yê dîrokî heye. Maneya wê çi ye: Em israr dikin ku em civaka Kurd, civak û gelên herêmê qir bikin. Biryara wê dan. Ne tenê dewleta Tirk tê de ye. Hêzên navneteweyî jî di vî karî de ne, yê ku jê re lampeya kesk vêxistin ji bo êrîşî herêmê bikin, qirkirinê bikin, qirkirinê li ser civaka Serêkaniyê û Girê Spî bikin. Bi vî rengî dest bi êrîşan kir.

Heta niha jî komplo dewam dike. Xeteriya komployê hîn mezintir bûye. Ji ber ku armanca komployê hêzên demokratîk tasfiye bike, hêzên azadîxwaz tasfiye bikin, mirovên azad tine bike. Dixwazin siyaseteke bi vî rengî li ser hêzên demokratîk bi giştî bimeşînin. Dewleta Tirkiyeyê di vî alî de bi israr e. Dixwaze di şexsê Tevgera Azadiyê de hêzên demokratîk tasfiye bike. Dewleta Tirkiyeyê hemû hêza xwe da hêzên çekdar ên ku DAÎŞ’î ne, hêz da wan ku vê tevgerê tasfiye bike, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî bixe bin kontrola xwe. Lê belê bi ser neket. Tevî ku êrîş çêbû, lê belê dewleta Tirkiyeyê tê de bi ser neket. Armanca dewleta Tirkiyeyê tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sîstema rêveberiya xweser tasfiye bike. Armanc ew bû, lê belê nekarî pêk bîne. Ji ber wê yekê niha jî ketiye nava hewldanan ku karibe komploya navneteweyî bigihîne serî û bikaribe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de êrîşên xwe dewam bike. Her roj bi balafirên bêmirov êrîşî sivîlan dike, li ber çavên cîhanê vê dike. Ev yek ispat dike ku dewleta Tirk israra qirkirinê dike. Ji ber wê yekê di dema dawiyê de dixwaze, ji ber ku bi tenê nikare bi ser bikeve, dixwaze tifaqê bi dewletên herêmê re bike ji bo karibe vê bi ser bixîne. Ev tifaqa vê dawiyê ya bi Iraqê re ji bo vê yekê bû. Hewl dide bi Sûriyeyê re tifaqê bike ji bo rêveberiya xweser tafiye bike. Bi Iraqê re dike ji bo tevgera azadiyê tasfiye bike. Û destketiyên heyî yên Kurdan hemûyan tasfiye bike. Yanî armanca dewleta Tirk ev e. Ji ber wê yekê tecrîd çiqasî li Îmraliyê giran bibe, ewqasî êrîş jî li ser gelê herêmê dibe. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li ser gelên herêmê bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku Rêber Apo nirxên dîrokî yên herêmên Rojhilata Navîn temsîl dike. Bi azadiya wê ve, neteweya wê ve, çanda wê ve be. Çiqas tecrîd û êrîşên li ser Rêber Apo kûr bibin ewqasî jî êrîş li ser herêmê xurtir dibe. Ev tê zanîn, sîstema Îmraliyê ne sîstema dewleta Tirkiyeyê ye. Sîstemeke cîhanî ye. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de hemû tevgerên azadiyê yên demokratîkxwaz û neteweya Kurd tasfiye bikin.

Lê belê Rêber Apo meşrûekî nû bi pêş xist. Projeyeke nû afirand. Li hemberî vê komployê têkoşîneke pir mezin û bêhempa kir. Kurdekî berxwedana Îmraliyê fêhm neke, wê rastiyê fêhm neke. Rêber Apo 25 salan çawa li ber xwe da û heta niha hat, çawa projeyeke nû, felsefeyeke nû afirand. Îmrali bûye cihê medreseya azadîxwazan. Bûye cihê felsefeyekê. Tevî ku Îmrali çêkiribûn ji bo ku bi temamî tasfiyekirina gelan çêbike, lê belê di vir de bi ser neketin. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêber Apo bi rengekî din dewam dikin. Ji xwe 9’ê Cotmehê bertekên me divê xurt bin li hemberî vê. Kesekî ku bibêje ez azadîxwaz, welatparêzim divê li hemberî vê komployê bêdeng nemîne. Ji ber ku komplo armanca xwe ne şexsek bû. Di şexsê Rêber Apo de nirxên gelan heye, nirxên azadiyê heye, nirxên şoreşê heye. Dixwazin vî nirxî tasfiye bikin. Ji ber vê yekê Kurdên welatparêz, mirovên azadîxwaz ne Kurd jî bin li hemberî vê divê têbikoşe, vê tecrîdê qebûl neke.

Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gelan e. Divê em bi vî rengî şîrove bikin. Em tim û daîm divê 9’ê Cotmehê kes milet li malên xwe nemîne, li hemberî vê tecrîdê bertekên me pir xurt bin. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de dixwazin vîna me bişikînin. Lewma tifaqên dewleta Tirkiyeyê, dîplomasiya wê, dixwaze her kesî qanih bike, ji bo karibe armanca xwe pêk bîne. Lê berxwedaneke bêhempa li Îmraliyê bê kirin. Divê em vê berxwedanê baş fêhm bikin, hîs bikin, bijîn. Heta ku em karibin li hemberî komployê têkoşînê bikin.

Ji ber vê yekê ev tifaqên vê dawiyê yên dewleta Tirkiyeyê bi Iraqê re, yê dixwaze bi Sûriye û Emerîkayê re bike, bi Rûsyayê re dixwaze bide û bistîne, dixwaze armancekê bîne cih. Ew jî; wê çawa bikaribe vê projeya demokratîk tasfiye bike. Armanc ev e. Bêguman hêzên navneteweyî jî di vî karî de xwedî pareke mezin e. Aliyê wê yê qanûnî yê Ewropa kompoyeke di çarçoveya qanûnî de heye. Adeta qanûn û siyaseta navneteweyî bûye yek. Ti eleqeya xwe bi hiqûqê ve nemaye. Ti eleqeya xwe bi hiqûqa demokratîk ve nemaye. Lewma divê têkoşîneke em bikin, em bibêjin; madem we qanûn danîne hurmetê ji qanûnên xwe re bikin. Hûn qanûnan datînin, li ser hinekan bi cih tînin, li ser hinekan bi cih nînin. Ev çi ye? Demekî eger berjewendiyên min tê de hebin ez ê qanûnan li ser bi cih bikim, eger berjewendiyên min tê de nebe ez ê qanûnan bi cih nînim. Ev çi ye? Diyar e qanûn bi siyasetê ve hatiye girêdan, bi berjewendiyê ve hatiye girêdan. Ji ber wê CPT jî, hêzên mafên mirovan, rêxistinên mafên mirovan zêde li ser qanûnên xwe nasekinin. Berjewendiyên siyasî, aborî li ku bin ew li wir in. Ev nabe maf, tu nikare navê hiqûqê lê bike, tu nikare navê mafên mirovan lê bike, tu nikare navê edaletê lê bike. Ji ber vê yekê komployeke qanûnî jî heye. Komployeke siyasî li aliyekî, komployeke dîrokî ye, komployeke siyasî ye, qanûnî ye. Ji her alî ve dest bi komployê kirine, dixwazin di şexsê Rêber Apo de nirxên civakan, neteweyan, azadiyê tasfiye bikin.

Bêguman gelê me, sekna wê ji destpêka komployê heta niha, mirovan ji bo vî nirxî xwe feda kirin, civaka me jî sekna wê ji destpêka komployê heta niha, li hemberî komployê her sal û her roj têkoşînê dike. Ev sekneke dîrokî ye. Lazim e di qonaxa duyemîn azadiya Rêber Apo ya fîzîkî de divê em bigihêjin asta herî bilind. Divê em bi sekneke pir xurt, ji ber ku dîrokî ye, têkoşîneke dîrokî ye. Têkoşîna li hemberî zindana Îmraliyê, têkoşîneke dîrokî ye. Divê gelê me weke erkeke welatparêzî û exlaqî, mirovên azadîxwaz li hemberî vê komployê têbikoşe. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk û hêzên din ên li ser civakan têkoşîna wê kirine. Ji ber ku Rêber Apo felsefe li nava civakê bi pêş xist, zanebûn bi pêş xist, zanebûna dîrokî, siyasî, civakî bi pêş xist. Bi taybetî li ser azadiya jinê. Lazim e her kes li hemberî vê komployê xwedî helwest û sekn be. Bi giştî gelê me divê xwedî helwest be, gelên herêmê jî xwedî helwest bin.

Eger felsefeya Rêber Apo nebûya li Rojava wê ev sîstema demokratîk bi pêş neketibûya. Parastin şoreşa Rojava jî nedibû. Ji ber wê yekê lazim e gelê me bi vî nirxî zanibe, divê li gorî wê helwestê nîşan bide. Bi rêveberên xwe, bi civakê divê sekneke xurt li hemberî komployê nîşan bide. Ji ber ku ev komploya dîrokî ya sedsalê ye. Eger em vê komployê pûç bikin em ê karibin derbasî sedsaleke nû bibin. Eger ev komplo neyê pûçkirin û dixwazin bibin serî bi esasî di şexsê Serokatî de dixwazin hêviya gelê Kurd, gelên herêmê tasfiye bikin.

Em naxwazin weke Kurdekî berê bijîn. Bila her kes bi vê zanibe. Kurdê nezan, koleyê dijminê xwe be, em naxwazin bibin Kurdekî bi vî rengî. Civaka Kurd êdî vê qebûl nake, xiyanetê li nava xwe qebûl nake. Yên ku destên wan di nava komployê de hene, xayinên Kurdan jî di nava wan de hene. Dixwazin xayinan berpirsyarên Kurdan, xayin nabin berpirsyarên Kurdan. Piştî Rêber Apo felsefe belav kir, xayin êdî nikare bibe berpirsyarên Kurdan. Bila kes xwe neceribîne ku bibe berpirsyarê Kurdan, Kurd wan qebûl nake.

Civaka Kurd êdî gihîştiye vê astê. Ya ji me tê xwestin em îro çi bikin? Divê em bi gelek rê û rêbazan vê komployê têk bibin. Êdî em nikarin xwe li komployê rabigirin. Divê tehemûla me nemîne. Ji ber ku Rêber Apo nirxekî mezin e ji bo me ye. Nirxê me yê dîrokî, azadiyê ye, nirxê me yê civakî û exlaqî ye. Ma mirov dikare dest ji van nirxand berde? Mirov dest ji van nirxan berdin, ew ne mirov in.

Ji ber vê yekê divê em têkoşîneke pir xurt bikin. Em sîstema Îmraliyê baş fêhm bikin, hedefên siyasî yên komployê baş fêhm bikin, hedefên dîrokî yên komployê baş fêhm bikin. Yên ku komplo kirin bi xwe gotin. Piştî ku Rêber Apo girtin dest li Rojhilata Navîn werdan. Wateya vê çi ye? Eger dest li Rojhilata Navîn ve hatibe werdan vê yekê bi girtina Rêber Apo destpê kir. Dikarim bibêjim Şerê Cîhanê yê 3’yemîn di 9’ê Cotmehê de destpê kir. Divê em vê rast diyar bikin, vê heqîqetê ji her kesî re bibêjin. Piştî 9’ê Cotmehê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn destpê kir û bûyerên piştre qewimîn hemû bi hev ve girêdayî ne, heta şerê Xeze û Îsraîlê. Ev hemû ji bo guhertina Rojhilata Navîn e, armanc ew e ku hêzeke demokratîk li Rojhilata Navîn bi pêş nekeve. Ji bo wê yekê pêşî li Rêber Apo girtin ku 3 sal in nahêlin parêzerên wî serdana wî bikin. Ji bo ku gotinên wî dernekevin. Ji bo ku bandorê li ser pêvajoyê neke. Lewma divê em têkoşîna xwe ya îsal em qat bi qat bilind bikin ku karibin komployê têk bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘2 hezar û 227 kes bi parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan pêş dikevin’
Nûçeya Pişt re Besê Hozat: Komplogeran kirin nekirin nekarîn bigihêjin armanca xwe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gundên Minbicê şer: 72 dagirker hatin kuştin

Di berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de 72 dagirker hatin kuştin. Di şer de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Akdenîzê berxwedan dewam dike: Qeyûm êrîşa li dijî destektiyên jinan e

Darbeya qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê hate şermezarkirin. Jinan gotin, "Qeyûm êrîşa li dijî îradeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Şoreş Alan: Şehîd Simko Serhildan pêşeng û fermandarê serdemê bû

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê Şoreş Alan got, “Şehîd Simko cihê xwe di gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

CENTCOMˊê veguhestina DAÎŞ’ê ji Sûriyeyê ji bo Iraqê temam kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çalakvanên Qamişloyê: Divê dorpêça li ser Kobanê were rakirin, girtî werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta demkî serdana Hesekê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Şivan, Berxwedan û Bîrhat hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?