Rojnamevan Jîna Muderîs Gorcî li ser malpera xwe ya tora civakî derbarê girtina xwe de peyamek belav kir.
Jîna Muderês di peyama xwe de got; “Ez îro diçim girtîgeha jinan ya Sine ku cûdahiya zayendî, çînayetî û netewî sê qat lê zêdeye. Dema ku min kel û pelên xwe ji bo girtîgehê amade dikir, min destpêkê hêviya xwe xist çenteyê xwe, da ku ez bi hêvî biçim wir.”
Hêjayî gotinê ye di 31’ê Cotmehê (2024) de, Rojnamevan Jîna Muderîs ragihand ku dadgehê belgeyek jêre şandiye û xwestiye roja Şemiyê xwe radestî girtîgeha jinan ya Sineyê bike û cezayê xwe bikêşe.
Di meha Hezîrana îsal de Dadgeha Şoreşê ya Sine li ser Rojnamevana Kurd û çalakvana mafê jinan Jîna Muderîs Gorcî, 10 heta 21 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.
Piştre cezayê wê ji bo 16 mehan hatibû kêmkirin.