Li gorî nûçeya çapemeniya herêmî ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê di nava sînorên Newsûdê de komek kolber gulebaran kiribûn. Kolberê bi navê Eta Huseyîn di êrîşê de birîndar bûbû.
Hate hînbûn ku Eta Huseyîn ê 9 rojan dihat dermankirin duh êvarê jiyana xwe ji dest da.