Li gorî nûçeya ANHA’yê, dewleta Tirk a dagirker doh bi şev saet di 23:00 de li gundê El Mustareha yê li rojavayê bajarê Eyn Îsayê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) êriş kir.
Hate ragihandin ku cihê hatiye bombebaran kirin malên welatiyan e û di encamê de 12 kesên ku di nava wan de zarok, jin û kesên temen mezin jî hene, hatine qetilkirin.
Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine qetilkirin wiha ne:
Mistefa Mihemed Îbrahîm Îdo,
Du keçên Mistefa Mihemed Îbrahîm û hevjîna wî.
Keça Ebû Fadî
Keça Ehmed Feneş
Îsmaîl kurê Ebû Fadî
Mehmûd Mihemed Îbrahîm Îdo (Abû Fadî)
5 zarokên ku navên wan nehatin zanîn.