Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên demên dawî yên li ser çareseriyê, hevdîtina malbatê ya ku bi Rêber Apo re hate kirin û peyama dawî ya Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand.
Ferzende Mûnzûr destpêkê bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk bi taybetî yên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yên li ser mikurhatina li tecrîdê û banga li Rêber Apo û got, “Bahçelî yê ku li dijî Kurdan agir ji devê wî dibariya, gelo çi bû ku niha dibêje bila Rêber Apo bê li meclîsê biaxive. Çi bû ku qala diyalog û çareseriyê dike? Ya rast, eşkere ye. Ya ku ew gihand vê astê û kir ku bi vî rengî biaxivin, berxwedana mezin a Rêber Apo ye. Ya duyemîn jî têkoşîna bê navber a gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat e. Bêguman encama berxwedana bê eman a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ye. Her wiha dewleta Tirk gav bi gav lawaz dibe. Roj bi roj krîza aborî, siyasî û civakî ya dewleta Tirk di nav de ye kûr dibe. Li aliyê din li Rojhilata Navîn guherîn pêk tên. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi pirsgirêkên navxweyî, bi krîz û kaosên navxweyî, bi dijminatiya li gelê Kurd nikare di nava hevsengiyên nû de bibe xwedî cihekî. Her wiha gelek xeteriyên mezin li pêşiya wan heye. Ji ber ku hinekî bi vê rastiyê hesiya ye, daxuyaniyên bi vî rengî didin. Bêguman zanin ku Rêber Apo yekane muxatabê vê pirsgirêkê ye. Lê belê divê êdî pirsgirêkê bi rengekî rast pênase bikin û navê wê yê rast bilêv bikin. Eger bi rastî jî çareseriyeke demdirêj dixwazin, divê ji ber ewqas binpêkirina mafên mirovan, komkujî û înkara ku li hemberî gelê Kurd kirin, divê lêborînê bixwazin. Divê pêşî li siyaseta demokratîk a tevgera Kurd veke. Bi vî rengî nêzîk bibe wê li gorî berjewendiyên her kesî be.”
Di dewama axaftina xwe de Ferzende Mûnzûr tecrîda giran a li Îmraliyê nirxand û got, “44 mehan Rêber Apo di nava tecrîdeke mutleq de hate ragirtin. Sîstema Îmraliyê ji xwe sîstemeke êşkence û tecrîdê ye. Divê ev yek baş bê fêhmkirin. Di meha 44’an a tecrîdê de hevdîtin bi Rêber Apo re hate kirin û dewleta Tirk hewl dide vê yekê weke nîşaneya nêta xwe ya baş pêşkêş bike. Lê belê ev yek ji xwe mafê herî xwezayî ye. Li gorî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî û qanûnên dewleta Tirk mafê rewa yê her mehkûmî ye ku bi rêk û pêk karibe hevdîtinê bi malbat û parêzerên we re bike. Ev mafê Rêber Apo ji xwe hatiye desteserkirin. Eger wê qala nêta baş bê kirin, beriya her tiştî divê dawî li tecrîdê bê anîn. Divê Rêber Apo her hefte karibe malbat, parêzer û hevalên xwe bibîne. Eger wê qala nêta baş bê kirin, beriya her tiştî divê Rêber Apo ji navenda êşkenceyê ya Îmraliyê bê derxistin.
Divê Rêber Apo karibe li malekê bi cih bibe, li vê derê bi hêsanî karibe hevdîtinan bike û fikrên xwe bi raya giştî re parve bike. Tenê bi vî rengî qala hêviyek ji bo aştiyê dikare bê kirin. Lê belê di halê hazir de li gorî qanûnên navneteweyî mafekî mirovan hatiye binpêkirin. Ji bo bicihanîna vî mafî gelê Kurdistanê têkoşîneke mezin dimeşîne. Pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin li cîhanê, bi çalakiyên dostên gelê Kurd û meşên girseyî yên gel hate meşandin. Bi heman rengî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî her roj li qadan bû. Li parçeyên din ên Kurdistanê gel di nava çalakiyan de bû. Ji her devea cîhanê parêzer, akademîsyen, zanyar, nivîskar û mirovên ji her beşê ketin nava hewldaneke mezin. Bi vî rengî kirin ku kesekî weke Bahçelî jî bibêje Rêber Apo muxatab e û vê yekê qebûl bike. Lê belê ev helwesta hişk a dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd û gelan êdî hatiye dîtin.”
Ferzende Mûnzûr ragihand ku Rêber Apo ji roja hatiye revandin û heta niha ji her cûre mafên xwe bêpar hatiye hiştin û bal kişand ser ‘mafê hêviyê’ ku li her devear cîhanê mafekî herî rewa ye. Ferzende Mûnzûr got, “Eger îro careke din mafê hêviyê ketibe rojevê, ev yek encameke berxwedan û têkoşînê ye. Gelê Kurd baş bi vê zane. Çiqasî xwedî li Rêber Apo derkeve wê ewqasî jî xwedî li azadî û rûmeta xwe derketibe.” Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku ew hêvî dikin, bi bilindkirina têkoşînê û daîmîkirina berxwedana xwe re wê mafê azadiyê yê Rêber Apo pêk were.
Ferzende Mûnzûr bi bîr xist ku Rêber Apo di hevdîtina dawî de anî ziman ku tecrîd dewam dike, ku ev yek bersivek li hin propagandayên dewleta Tirk e û got, “Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîdê de ji bo çareserî û diyalogê nikare bi rola xwe rabe. Ji ber ku divê Rêber Apo karibe bi lîderên partiyên siyasî, rewşenbîran û derdorên siyasî yên dewleta Tirk re hevdîtinê bike. Doza heyî gelekî mezin e, du sed sal in dewam dike, polîtîkayeke komkujî û înkarê heye ku bi Lozanê destpê kiriye û dewam dike. Lewma bi nêzîkatiyeke ji rêzê pirsgirêk çareser nabe. Divê şert û mercên diyalogê bêne afirandin. Rêber Apo dibêje, ‘Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkî me ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’. Ev gotin gelekî bi wate ye. Rêber Apo li ser çareseriya pirsgirêka Kurd bi sedan rûpelî parêzname nivîsî. Ji bilî parêznameyan her wiha nexşerêyek jî diyar kir. Ji xwe Rêber Apo çareseriya teorîkî û pratîkî ya vê pirsgirêkê nîşan da. Lewma Rêber Apo xwedî wê hêzê ye ku vê modela çareseriyê bixe meriyetê û hem gelê Kurdistanê hem jî gelê herêmê û tevgera azadiyê tevlî vê yekê bike. Ji bilî vê yekê tenê bi çend daxuyaniyan ev pirsgirêk çareser nabe. Dozeke ku sedan sal in dewam dike, ev sed sal bi komkujî, serhildan û berxwedanê derbas bû. Tenê 50 sal in têkoşînek dewam dike, 40 sal in têkoşîneke çekdarî tê meşandin. Lewma çareseriya vê pirsgirêkê wê kûr be. Eger dewleta Tirk bi rastî jî çareseriyeke mayinde û demdirêj dixwaze wê demê divê li gorî kûrahiya vê pirsgirêkê gavê biavêje. Divê dewleta Tirk ji bo çareseriyê gavên bi wêrekî biavêje. Divê rayedarên Tirk karibin bi vê wêrekiyê tevbigerin. Eger rewşeke berevajî vê yekê be em ê bibêjin lîstik e, xapandin e. Çawa ku Erdogan di her dema hilbijartinê de digot pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e û ji bo propagandayê ev yek dikir, hewl dida Kurdan bixapîne, daxuyaniyên bi vî rengî yên Bahçelî jî ne dikare kesî qanih bike ne jî bersivê bide kesî.”
Di dawiya axaftina xwe de Ferzende Mûnzûr bi bîr xist ku pêngava ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin derbasî sala duyemîn bûye û got, “Armanca pêngavê diyar e: Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd. Di vê çarçoveyê de di sala duyemîn de wê karekî hîn berfireh û girseyî bê kirin.”