În, 17 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ÎHD’ê di salvegera 40’an a damezrandina xwe de banga aştî û demokrasiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komele: Di êrişa Muxafizên Şoreşê de 8 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentoya Îsraîlê hate fesixkirin: 27’ê Cotmehê hilbijartin heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelek êriş li Başûrê Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêviya jinan a ji pêvajoyê mezin e, lê ji ber helwesta dewletê bi fikar in’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hejmara pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan bû 9

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bakurê Kurdistanê xetereya windabûna zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji binê axê ber bi wijdanê mirovahiyê: 561 qurbanî li benda navê xwe ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berwarî: Divê Kurd stratejî û yekîtiya neteweyî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Îmam Namoglu li Depê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hiqûqnasên li Silêmaniyê banga ji nû ve vesazkirinê ji bo pergala darazê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê konferansa ‘Bi Têkoşîn Azadiya Jinê Ber Bi Civaka Demokratîk Ve’ hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya ku li Başûr ji aliyê pergala serwer ve tê kûrkirin, jinan qetil dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mîna Qazî heya Şîrîn Elemhûlî jinên ji Rojhilat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî da statuya xweser a YPJ’ê
Rojava

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî da statuya xweser a YPJ’ê

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divê YPJ’ê wekî hêzekî leşkerî û xweser hebûna xwe bidomîne û banga mîsogerkirina statuya wê di pêvajoya entegrasyonê de kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi daxuyaniyekê piştgirî da daxwazên YPJˊê yên naskirina wê weke hêzeke leşkerî ya jinan a serbixwe.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji hêla endamê Gaziyên Şer Mahîr Reqa û bi zimanê Kurdî ji hêla endama Nivîsgeha Gaziyên Şer Zerya Mahîr ve hat xwendin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Şoreşa Rojava ya sala 2012’an weke çirûskeke ronahiya hêviyê pêş ket, her çû qadên xwe fireh kir û weke Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hesreta bi salan a gelan û jinan re bû herêmeke herî bi ewle.

Avabûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê weke hêzeke têkoşînê gihişt asteke herî bilind ji bo jinên ji hemû pêkhateyên Rojava û Sûriyeyê re.

Jinên bi sedan salan e di bin zext û zordariya pergala mêrê serwer û qatilê kastîk de hatibûn bêdengkirin û ji nirxên xwe yên herî rastî û resen bêpar hatibûn hiştin, bi têkoşîn û berxwedana YPJ’ê re careke din derketin ser dika dîrokê û ji bo mafê xwe têkoşîn kirin.

Li erdnîgariyeke weke herêma Rojhilata Navîn a bi dewletên netewe û desthilatdariyên xwedî hişmendiyeke mêrperest, avabûna hêzeke jinan a weke YPJ’ê bi qasî dîrokî ye ewqasî jî girîng û pîroz e.

Fermandar û şervanên YPJ’ê yên bi fikir û felsefeya Rêber Apo, xwe perwerde kirin û li hemberî çeteyên hov û kujer ên weke DAIŞ’ê ku ji tevahî mirovatiyê re xeteriyeke mezin bûn, bi îradeyeke ji pola şer kirin. Di van şeran de bi sedan jinên qehreman û pêşengên dilêr yên YPJ’ê şehîd û birîndar bûn. Gelek têkoşerên weke Arîn û Rêvanan jî bi çalakiyên xwe yên fedaî bûn serkêş û pêşeng.

Jinên Kurd, Ereb, Asurî- Suryan, Ermenî, Tirkmen û hwd. ên bi sedan salan e ji nedîtî ve dihatin dîtin, keda wan tine dihat hesibandin û îradeya wan dihat şikandin, bi têkoşîna YPJ’ê re ji civakê re pêşengtî kirin û di rêveberiyan de bûn xwedî gotin. Wan jinan piştrastkirin ku pergaleke jinan esas negire wê nikaribe demdirêj li ser piyan bimîne û ji daxwazên gelan re bibe bersiv.

YPJ bi têkoşîn û berwedana xwe ya li hember her cure dagirkerî, hovîtî û zilmê bi şehîd û birîndarên xwe piştrast kiriye ku ji bo hemû jinan û gelên Sûriyeyê hêza xweparastinê ya herî bi ewle ye. Berxwedan û têkoşîna YPJ’ê ji hêla hemû cîhanê ve hatiye qedir girtin û ji bindestan re bûye hêviyeke bêhempa, heya bi temamî tinekirina zordarî û hişmendiya serwer a mêrperest wê berdewam bike.

Di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de weke hêzeke xweser qebûlkirin û cihgirtina YPJ’ê ya di nav artêşê de wê bibe temînat û garantiya hemû gel û jinên Sûriyeyê.

Li ser vî esasî bi taybet jinên Sûriyeyî, em bang li tevahî jinên azadîxwaz dikin ku li dora şervanên YPJ’ê bibin yek û ji bo parastina xweseriya YPJ’ê bi rola xwe ya dîrokî rabin.

Em weke gaziyên şer diyar dikin ku piştgirî û piştevaniya bi YPJ’ê re sekneke herî esîl û exlaqî ye. Ji ber YPJ misogeriya hebûn û azadiya me hemû jinan û civakan e.

Bi vê wesîleyê di şexsê şehîda yekemîn a YPJ’ê Silava Efrîn de em tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.

Bijî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)

Bijî Serok Apo

Jin Jiyan Azadî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya
Nûçeya Pişt re Li Îzmîrê jinan ji bo mafên nafaqayê çalakî li dar xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Kurd ên li Ewropayê dadikevin qadan: Bibin dengê xweparastinê

Bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ di 3'ê Tebaxê de wê li gelek bajarên Ewropayê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyva Sor a Kurd: Em amade ne alîkarî bidin mexdûrên lehiyê

Heyva Sor a Kurd ragihand ku ew amade ne her cure alîkarî bidin mexdûrên lehiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê Tenduristiyê: Di rewşa Onder de guhertin nîne

Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû serdana nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tedawî dibe kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ÎHD’ê di salvegera 40’an a damezrandina xwe de banga aştî û demokrasiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Srî Lankayê alarma nexweşiya dang: Zêdeyî 60 hezar kes nexweş ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hejmara pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan bû 9

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê wê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?