Şêwirmendê Têkiliya bi Gel û Çapemeniyê re ya Wezareta Parastinê Seramîral Zekî Alturk, diyar kir ku Tirkiye ewlehiya Sûriyeyê ji ewlehiya xwe cihê nabîne û got, “Em careke din dubare dikin li gorî rêgeza ‘yek dewlet û yek artêş’ û li ser bingeha yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê, ger ji me were xwestin, em ê di şerê li dijî rêxistinên terorîst de piştgirî bidin.”
Beriya êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê di 6’ê Çile de dest pê bikin, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî amadebûna xwe ya piştgirîkirina rêveberiya Şamê ragihandibû.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo sûcên şer ên li Helebê hatin kirin bi rengekî eşkere piştgiriya xwe dan û bi dilxweşî pêşwazî kirin. Gelek belge û dîmen nîşan didin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk rasterast di sûcên şer de cih girtine.

