Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguherîna ku bi şoreşê re ji aliyê siyasî, civakî, aborî, dîplomatîk û perwerdeyê ve pêk hat, bû pêvajoyeke welê ku rola jinê ji nû ve pênase kir. Ev şoreş bû demeke welê ku jin ne weke temaşevan lê belê weke beşdareke çalak derkete pêş û bi vî rengî derbasî nava dîrokê bû. Jin weke pêşengên şoreşê, di têkoşîna azadî, wekhevî û edaleta civakê de bû xwedî cihekî girîng. Lê belê ji van jinên wêrek 142 jin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên piştevanê wê ve bi êrîşên hewayî û bejahî ve şehîd hatin xistin. Çîroka hin ji jinên pêşeng ên şehîd hatin xistin bi vî rengî ye:
XALÎDE ÎSA
Xalîde Îsa û kurê wê Hêjar Silêman di 28’ê Tebaxê de di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn. Xalîde Îsa sala 1979’an li Tirbespiyê ji dayik bû. Weke zaroka herî mezin a malê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Dayika 4 zarokan Xalîde Îsa sala 2014’an li taxa Enteriyeyê tevlî nava Komuna Şehîd Cesûr bû. Piştî têkoşîna li nava komunan di nava Kongra Star a taxa Enteriyê de bû rêveber û şehadeta xwe ev wezîfeya xwe dewam kir. Jineke pêşeng bû ku serî li ber zilmê neditewand, ji bo pêkhatina edalet, wekhevî û demokrasiyê, ji bo jiyaneke azad a gelan têkoşiya. Ji bo wekheviya zayendan emrê xwe da têkoşîna azadiyê; kedeke mezin da karên Kongra Star, mafên jinan parast û ji bo avakirina modela malbateke demokratîk têkoşiya. Her wiha kurekî xwe jî tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd kir û kir gerîla.
LEYMAN ŞIWÊŞ Û YÛSRA DERWÊŞ
Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişloyê Yûsa Derwêş û Alîkara Hevserokên Meclîsa Kantona Qamişloyê Leyman Şiwêş di êrîşa 20’ê Hezîrana 2023’an a dewleta Tirk de şehîd bûn.
Leyman Şiwêş sala 1968’an li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê ji dayik bû. Di sala 1989’an de deke mezin da têkoşîna azadiyê ya Kurd. Di salên 2002-2003’an de bi hinceta kar û têkoşîna azadiya jinê ji aliyê PDK’ê ve hate girtin û 6 mehan li zindanê ma. Weke jineke Kurd 38 salan têkoşiya. Bû yek ji şervanên destpêkê yên Rojava û li tevahiya Kurdsitanê û derveyî welat li gelek qadan xebitî. Leyman Şiwêş sala 2008’an çû Rûsyayê û li vê derê 7 salan xebitî. Piştî ku Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpê kir, di sala 2015’an de biryar da ku li warê xwe li Kobanê vegere û têkoşîna xwe li vê derê dewam bike. Li herêmên ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin bû yek ji pêşengên destpêkê ku hîmên projeya demokratîk danî. Leyman Şiwêş di sala 2016’an de çû Minbicê û heta sala 2019’an li vê derê ma.
Yûsra Derwêş Îlona 1971’ê li Amûdê ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe ve serî li ber polîtîkayên nijadperest ên hikumeta Şamê ntewand û li ber nijadperestî û zilma li sîstema perwedeyê ya rejîmê rabû. Yûsra Derwêş li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, li gelek qadan kar kir. Yûsra Derwêş ku yek ji damezrînerên rêveberiya dibistanê ya Amûdê bû, di salên 2012-2013’an de Hevserokatiya Meclîsa Amûdê kir û piştre jî ji bo Hevserokatiya Desteya Perwerdeyê ya Amûdê hate hilbijartin. Salên dûr û dirêj ji bo pêşvebirina sîstema perrwerdeyê ya li herêmê xebitî. Di 1’ê Mijdara 2022’an de ji bo Hevserokatiya Meclîsa Kantona Qamişloyê hate hilbijartin.
JIYAN, ROJ Û BARÎN
Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ku tevlî Forûma Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, di 22’ê Tîrmeha 2022’an de bûn hedefa êrîşa dewleta Tirk a dagirker. Di encama vê êrîşê de 3 pêşengên YPJ’ê şehîd bûn.
Jiyan Tolhildan sala 1980’î li gundê Memala yê navçeya Raco ya Efrînê ji dayik bû. Jiyan Tolhildan li nava malbateke welatparêz mezin bû û bi saya malbata xwe Tevgera Azadiyê ya Kurdsitanê nas kir. Bi taybetî piştî ku kekê wê Elî Efrîn sala 1996’an tevlî nava têkoşîna azadiyê bû, dilsoziya wê hîn xurt bû. Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan sala 1999’an bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, tevlî nava Tevgera Azadiyê bû. Piştî ku çirûskên Şoreşa Rojava pê ket, berê xwe da Rojava û pêşengî ji danîna hîmên YekÎtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) re kir. Piştî ku di avakirina YPG û YPJ’ê bi roleke çalak rabû, derbasî nava Yekîneyên Têkoşîna li dijî terorê (Y.A.T.) bû. Di pêvajoya şoreşê de ji her kêliya zehmetî, berxwedan, êş û serketinê re şahidî kir. Di sala 2013’an de dema ku çeteyan êrîşî Serêkaniyê kirin, li refên herî pêş ê berxwedanê pêşengî kir. Tevlî berxwedana li Şêxmeqsûd û Efrînê bû, li Şedadê, Minbic û Dêrazorê di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de bi roleke girîng rabû.
Roj Xabûr sala 1992’an li Dirbêsiyê ji dayik bû. Di sala 2011’an de tevlî nava refên şoreşê bû. Yek ji damezrînerên YPG’ê bû û ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir, wezîfeyên girîn bi cih anî. Di sala 2016’an de ji bo rizgarkirina xelkê Minbicê ji zilma çeteyên DAÎŞ’ê tevlî rizgarkirina Minbicê bû. Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û komên dewleta Tirk ên ji Cerablûsê li refên pêş ên berxwedanê bû. Di sala 2019’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin, li eniya Girê Spî pêşengî ji berxwedanê re kir û heta kêliya dawî li dijî dagirkeriyê têkoşiya. Piştre berpirsyariya perwerdeya leşkerî bi cih anî û bi dehan şervan perwerde kir.
Barîn Botan li navçeya Ehrez a kantona Şehbayê ji dayik bû. Di sala 2011’an de tevlî YXK’ê bû. Di 1’ê Sibata 2018’an de ji şehadeta Barîn Kobanê bi bandor bû û tevlî YPJ’ê bû. Piştî demekê tevlî Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê (Y.A.T.) bû û bi rengekî çalak xebitî. Di gelek operasyonên taybet ên li dijî DAÎŞ’ê de cih girt.
ROJÎN, VIYAN Û NÛJIYAN
Dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Kanûna 2021’ê de 2 mêr û 2 jin bi giştî 4 ciwan qetil kir. Rojîn Ehmed ku bi giranî birîndar bû 26’ê Kanûnê şehîd bû. Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojîn Ehmed endamên Yekîtiya Jin ên Ciwan bûn. Her sê jinan di nava têkoşînê de maf û azadiya jinan parastin. Bi çalakiyên perwedeyê di nava jiyana civakî de pêşengî kirin. Beşdarî gelek çalakiyan bûn, ji bo dengê jinan bidin bihîstin gelekî hewl dan.
HEBÛN, ZEHRA Û EMÎNE
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Zehra Berkel, Emîne Veysî û Endama Kongra Star a Kantona Firatê Hebûn Mele Xelîl di êrîşa balafirên bêmirov ên bombebarkirî (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker de 23’ê Hezîrana 2020’î li gundê Helincê yê Kobanê şehîd bûn. Hebûn Mele Xelîl (39) li gundê Bender ê Kobanê ji dayik bû. Hebûn Mele Xelîl ku bi eslê xwe ji gundê Helincê yê li başûrrojhilatê Kobanê bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser Kobanê, di 15’ê Îlona 2014’an de beşdarî nava refên YPJ’ê bû û li dijî çeteyan li refên herî pêş têkoşiya. Li gel hevalên xwe destanên lehengiyê nivîsand û bû yek ji wan lehengan ku tevlî berxwedana bi heybet a li dijî DAÎŞ’ê bû.
Zehra Berkel ku weke zarokeke ji malbateke Kobanê di sala 1987’an de ji dayik bû, li Zanîngeha Helebê beşa hiqûqê qedand. Di sala 2013’an de tevlî nava karên jinan bû û destpêkê beşdarî Mala Jinê bû. Piştre jî di nava Heyva Sor a Kurd û Meclîsa Gel a Kobanê de kar kir. Ji bo Hevserokatiya Şaredariya Gel a Kobanê hate hilbijartin. Piştî Hevşaredariyê wezîfeya Hevserokatiya Komîteya Edaletê ya Kobanê bi cih anî. Ji sala 2018’an û pê ve weke endama Koordînasyona Kantona Firatê ya Kongra Star kedeke mezin da.
Emîne Weysî sala 1965’an li gundê Helincê ji dayik bû. Emîne ku dayika 5 zarokan bû, bi welatparêziya xwe dihate naskirin. Timî tevlî çalakiyan dibû û enerjiya xwe ji bo têkoşîna jinê û Kurdan bi kar dianî.
ŞOPDARA HEQÎQETÊ DILOVAN GEVER
Dilovan Gever ku di dema şerê giran ê Kobanê de weke rojnamevanek û jineke Kurd têkoşiya, ji bo karibe berxwedana Kobanê ji cîhanê re ragihîne berê xwe da Kobanê. Rojnamevanek bû ku şahidî ji berxwedan, êş û kêfxweşiya gel re dikir. Ji Kobanê heta Dêrazorê da pey nûçeyan, hewl da rastiyê ragihîne, ji tarîtiyê rizgar bike û bigihîne ronahiyê. Di demekê de ku dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê bir ser Serêkaniyê û Girê Spî rahişt kameraya xwe û ji bo nîşandana êrîşên li ser gelê Girê Spî seferber bû. Li Girê Spî dema ku karê rojnamevaniyê dikir, di 13’ê Cotmeha 2019’an de bû hedefa dewleta Tirk û şehîd bû.
‘DIVÊ JIN PIŞTEVANIYA HEV BIKIN’
Ji van êrîşan hinek bi birîndarî rizgar bûn. Yek ji wan jî Helîme Mihemed bû. Di 18’ê Nîsana 2024’an de di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser wesayiteke sivîl a li Kobanê de lingekî xwe winda kir û destekî wê jî pûç bû. Helîme Mihemed têkildarî êrîşan got, “Bi Şoreşa Rojava re jin bi rengekî çalak tevlî her karî bûn. Li nava siyaset, dîplomasî, perwerde, aborî û li her qada jiyanê cih girtin. Ne tenê cih girtin her wiha pêşengî ji civakê re kirin. Lewma Şoreşa Rojava li herêmê û tevahiya cîhanê weke şoreşa jinê deng veda. Dewleta Tirk ji pêşengiya jinan ditirse û li gorî berjewendiyên xwe êrîşî jinan dike. Ji ber ku jin serî li ber zilm, zext, desthilatdariyê natewînin û lêgerîna xwe ya li azadiyê dewam dikin.
Bi êrîşan nikarin bi jinan. Jin bi îrade, moral û biryardariya xwe bersivê didin êrîşên dewleta Tirk. Jin li dora paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo gihîştin hev. Li hemberî van êrîşan divê jin hîn bêhtir xwedî îrade bin, karê xwe xurt bikin, têkoşîna xwe bilind bikin û xwedî li xaka xwe derkevin. Ji bo karibin hîn bi xurtî tevlî nava Şoreşa Jinê ya Rojava bibin divê hîn bêhtir li hev bicivin û rêxistiniya xwe xurt bikin.”