Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk wê bêne şopandin.
Siyasetmedara Kurd Feleknas Ûca anî ziman ku bicihanîna ‘Mafê Hêviyê’ berpirsyariyeke hiqûqî ye û got, “Divê welat û saziyên Yekîtiya Ewropayê êdî bi berpirsyariyê rabin. Mafê Hêviyê nabe bê taloqkirin. Nêzîkatiya li vê yekê nêzîkatiya li meseleya Kurd e.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî wê li meclîsê civîna çapemeniyê lidar bixe û mijarên di rojevê de ne binirxîne.
Şêniyên Amedê diyar kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şensek ji bo hemû gelan e û hişyarî dan ku desthilatdarî divê di mijara gavên qanûnî de dest ji taktîka mijûlkirinê berde.
Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken anî ziman ku bikaranîna madeyê veguheriye gefeke civakî ya cidî û got, ji bo çareseriya pirsgirêkê divê têkoşîneke berfireh û hevpar bê meşandin.
Omer Agin lihevkirinên taktîkî yên navbera DYE-Îranê, rîsk û firsendên vê hevsengiyê ji bo Kurdan nirxand û got, “Aştiya mayinde bi lihevkirina demkî ya hêzan pêk nayê. Kurd bi dînamîkên xwe yên piralî yên bingehîn pisûlaya dema nû ye.”
Festîvala Jinan a Zîlan wê di 28’ê Hezîranê de li Londonê bi hezaran jinan bigihîne hev. Festîvala ku bi dirûşma “Dem dema jinan e” tê lidarxistin, diyarî Denîz Çiya û Rojbîn Amara hate kirin.

