Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Feleknas Ûca: Mafê Hêviyê êdî nabe bê taloqkirin
Rojane

Feleknas Ûca: Mafê Hêviyê êdî nabe bê taloqkirin

Siyasetmedara Kurd Feleknas Ûca anî ziman ku bicihanîna 'Mafê Hêviyê' berpirsyariyeke hiqûqî ye û got, "Divê welat û saziyên Yekîtiya Ewropayê êdî bi berpirsyariyê rabin. Mafê Hêviyê nabe bê taloqkirin. Nêzîkatiya li vê nêzîkatiya li meseleya Kurd e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji bo azadiya Rêber Apo di asta navneteweyî de kar û kampanya dewam dikin. Parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Ûca li ser mijara ‘Mafê Hêviyê’ ji ANF’ê re axivî.

Feleknas Ûca diyar kir ku dewleta Tirk berpirsyar e ku ‘mafê hêviyê’ bi cih bîne û got, “Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û mafên mirovan jî di nav de li gelek qadan mohra xwe daniye binê gelek peymanên navneteweyî. Biryarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî di nava van de ne. Lê belê Tirkiyeyê heta niha ev biryar bi cih neaniye. Ev rewş radixe pêş çavan ku Tirkiye di mijara pîvanên dewleta hiqûqê de xwedî kêmasiyên cidî ne.”

‘SERKETINA PÊVAJOYÊ BI AZADIYA BIRÊZ OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE’

Feleknas Ûca anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd serdemeke dîrokî heye, ji bo serketina vê pêvajoyê divê ji Rêber Apo re mercên kar û jiyanê yên azad bêne afirandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Îro li Tirkiyeyê ji aliyê pêvajoya aştiyê û danûstandinên aştiyê ve serdemeke gelekî girîng heye. Banga aştiyê ya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hate kirin hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hem jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hêviyeke mezin e. Ewropayê di salên dawî de ji ber binpêkirinên mafên mirovan, bicihneanîna biryarên dadgehê û mercên girtîgehê yên Birêz Ocalan lê tê ragirtin gelek caran rexne li Tirkiyeyê kir. Bi taybetî tecrîd bi salan ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê ve timî hate rexnekirin.

Bi ‘Mafê Hêviyê’ re demeke nû êdî destpê kiriye.e Ev maf biryareke sembolîk, yan jî gotineke siyasî nîne; mafekî bingehîn e ku divê girtî û hikumxwar hemû xwedî vî mafî bin.

Ev maf Birêz Ocalan jî digire nava xwe. Eger Tirkiye dixwaze pêvajoya aştiyê bi pêş ve biçe û Birêz Ocalan di muzakereyên aştiyê de weke aktorekî li dora maseya muzakereyê be, hingî gelekî girîng e ku wî serbest berde û ew bi xwe hevdîtinan bike.”

‘YEKÎTIYA EWROPA Û SAZIYÊN WÊ DIVÊ ÊDÎ BIRYARÊ BIDIN’

Siyasetmedar Feleknas Ûca destnîşan kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo bicihanîna ‘mafê hêviyê’ divê êdî biryarekê bide û got, “Yekîtiya Ewropa û saziyên wê neçar in ku êdî biryarekê bidin. Weke her carê gelo wê li benda Tirkiyeyê bisekine ku tenê hin gavan biavêje û qîma xwe bi vê bîne, yan jî wê bi rengekî çalak piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê?

Di daxuyaniyên xwe yên heta niha de timî gotin ku ew piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. Lê belê pirsa esasî ew e ku di kîjan astê de piştgiriyê dide. Gelo wê tenê lê temaşe bike, yan jî bibe parçeyekî çalak ê pêvajoyê? Biryara ku divê êdî bidin ev e. Lewma ev mijar gelekî girîng e.

Weke endameke ku bi salan li Konseya Ewropayê temsîla Tirkiyeyê kir, di karên xwe yên siyasî hemûyan de ji bo bidawîkirina tecrîdê, ji bo sererastkirina mercên girtîgehê û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd min timî bang kir.

Her wiha timî destnîşan kir ku Birêz Abdullah Ocalan yek ji aktorên herî girîng ên vê pêvajoyê ye û divê bê berdan. Em bang li Yekîtiya Ewropa û saziyên wê dikin ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê ya ku Birêz Ocalan dimeşîne û dengê aştiyê hîn bilind bikin. Mafê hêviyê divê ne tenê ji bo Birêz Ocalan, ji bo tevahiya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tavilê bikeve meriyetê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STRASBOÛRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 17’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Şêniyên Amedê hişyarî dan: Dest ji taktîka mijûlkirinê berdin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo ciwanê ku hat revandin, 10 hezar dolar hat xwestin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo berdana ciwanê bi navê Ebdo Merwan Şêxo ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silopiyê teqîn: Gelek kes birîndar bûn

Hat diyar kirin ku li ser rêya Siyahkayayê teqîn pêk hat û gelek kes birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameyên şehîdên Tişrînê hatin eşkerekirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê nasnameyên 5 kesên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?