Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2ˈyê Cotmeha îsal welatiya bi navê Cîhan Bekir Elo (30) û hevserê wê Cewdet Kênco Kênco (35) revandin.
Rêxistinê diyar kir ku Cîhan û Cewdet ji bajarokê Celemê yê bajarê Cindirêsê ne, li benda kontrolê ya gundê Qetmê yê bajarokê Şera hatine revandin.
Li gorî rêxistinê, çeteyan li ser daxwaza MÎTˈê Cîhan bir girtîgeha Raiyê û Cewdet Kênco jî bir girtîgeha Ezazê.
Heman rêxistinê diyar kir ku cendirmeyên Tirk roja Înê (15 Mijdar) welatiyê bi navê Rêber Hesen Reşîd (34) yê ji gundê Kaxirê yê bajarê Mabatayê, Mistefa Ehmed Ehmed (42) û Enwer Mihemed Elî (40) yên ji bajarokê Badîna yê Racoyê û 4 kesên ji Helebê, dema xwestin sînorê Tirkiyeyê derbas bikin, revandin. Rêxistinê da zanîn ku cendirmeyan ji bo serbestberdana girtiyan fidye ji malbatên wan xwestiye.
Her wiha hate diyarkirin ku çeteyên El Emşat û Hemzat 25 darên zeytûnan û 5 darên serû yên welatiyê bi navê Nîdal Elî Ehmed ê ji gundê Qeretepe yê Şêrayê birîn. Hate gotin, darên hatine birîn li zeviyên nêzî çemê Efrînê ne.
Hate zanîn ku çeteyan 7 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Xelîl Hiso jî birîne.