Akademiya Şehîd Dilgeş Efrîn a QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê ku 250 fermandar û şervan tevlî bûn, bi merasîmekê bi dawî kir.
Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, QSD`ê û YPJ`ê beşdarî merasîmê bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Luqman Xelîl axivî û hemû şervan û fermandar pîroz kirin. Xelîl destnîşan kir ku perwerde û zanebûn bingeha gihandina şervanan e.
Xelîl got: “Hilgirtina çekan tenê alaveke ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê ye. Em ê her dem amade bin ku bi hemû hêza xwe welatê xwe biparêzin.”
Piştî ku şervan û fermandaran sond xwarin, merasîm bi dawî bû.

