Şervanên Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) li gundekî bajarokê Tiwêna yê Hesekê ên bi şev dewriyeya ewlehiyê ya rûtîn pêk dianîn, xwe gihandin hawara jina ducanî.
Şervanan ku bi awayekî bi lez xwe gihandin hawara jina li ber welidînê, tevî dûrbûna rêyên li herêmê û zehmetiya ewlehiyê jî jina ducanî gihandin pîrika li gundê herî nêz a xwedan tecrûbe.
Şervanên YPJ’ê, dayika ciwan bi baldarî û ewle gihandin herêma guncav. Jina dicanî, bi saya vê hewla fedekarî, bi tenduristî zaroka xwe anî dinyayê.
Hate zanîn ku hevjînê jina ducanî, şervanekî YPG’ê ye, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li eniyên şer li ber xwe dide û ji ber vê yekê ne li mala xwe bûye. Şervanên YPJ’ê heya temambûna pêvajoya welidînê li cem malbatê man û ewlehiya dayîk û pitika nû jidayîkbûyî dabîn kirin.
Ji bo bîranîna Şehîd Denîz a ku di 10’ê Çileyê de li Taxa Şêxmeqsûd a Helêbê li dijî çeteyan heya dawiyê li ber xwe da û piştre çalakiya fedaî pêk anî, navê ‘Denîz Kezî’ li pitikê hate kirin. Kezî, di Kurdî de tê wateya guliya por a hunandî û li dijî bêrêziya li hemberî şervanên jin, bûbû mijara nerazîbûneke civakî ya berfireh.

