Di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de hejmara mirovên dawî li jiyana xwe anîn zêde dibe. Bi taybetî piştî erdheja 6’ê Sibatê bi krîza aboriyê re nûçeyên li ser întiharê zêde bûne. Daneyên heta sala 2022’an hatin eşkerekirin asta krîz û xizaniya kûr nîşan didin.
Li gorî daneyên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera salên 2002 û 2022’an 65 hezar û 545 kesan întihar kirin û dawî li jiyana xwe anîn. Kesên ku hewl dan întihar bike ne di nava vê hejmarê de ne. Dema ku mirov bala xwe didin ser temenê mirovên întihar kiriye jî tê dîtin ku herî zêde di navbera 20-24 salî de ne. Tenê sala 2022’an li gorî daneyên fermî 4 hezar û 146 kesan întihar kirin. Li gorî vê yekê di navbera 20-24 salî de 544 kes, di navbera 25-29 salî de 568 kes, di navbera 30-34 salî de 460 kesan dawî li jiyana xwe anîn.
Mijareke din a ku balê dikişîne zêdebûna întihara zarokan e. Di navbera salên 2003 û 2022’an de hezar û 673 zarokên kêmî 15 salî dawî li jiyana xwe anîn. Ji wan ji sedî 53 zarokên keç bûn. Her yek ji 33 kesên întihar kirin zarokên kêmî 15 salî bûn. Întihara zarokan bi taybetî di navbera salên 2021 û 2023’an de bi rêjeya ji sedî 40 zêde bû.
Serokê Şaxê Stenbolê yê Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî Îkram Dogan û Civaknas Alî Erol li ser mijarê ji ANF’ê re axivîn.
BANDORA XIZANIYÊ
Îkram Dogan anî ziman ku xizanî ji bo întiharê sedema yekane nîne, lê belê yek ji sedemên girîng e û bi taybetî bal kişand ser aliyê tenduristiyê: “Krîza aboriyê bi tena serê xwe rêjeya întiharê ewqasî zêde nake. Sedemên civakî, aborî û derûnî hene. Yên ku ji aliyê derûnî ve di nava koma rîsk de ne dikevin bin bandorê. Lewma krîza aboriyê li ser hewldana întiharê gelekî bi bandor e.”
Dogan diyar kir ku bi taybetî dema dawî di nava nifûsa ciwanan de ji ber fikara li ser paşerojê û bêhêvîtiyê rêjeya întiharê zêde bûye û destnîşan kir ku rê û rêbaza weşandina nûçeyên li ser mijarê jî bandorê li întiharê dike.
Dogan anî ziman ku li Tirkiyeyê qanûna tenduristiya derûnî nîne, lewma jî di vê mijarê de pîvanek nîne û got, “Her kes xizmeta terapiyê dide, li vê qadê dixebite. Mekanîzmayek nîne ku vê kontrol bike.”
XIZANIYAN GIRAN DIBE SEDEMA FIKAR Û GUMANAN
Dogan destnîşan kir ku xizaniya giran wê zêde bibe û ev jî wê bibe cihê fikaran û got, “Çîrokek 20 salên dawî heye. Demeke ku xizmetên tenduristî, perwerde û civakî ji bazarê re hatiye pêşkêşkirin. Di xizmetên cemaweriyê de li gel tedawiyê her wiha xizmetên parastinê û pêşîgirtinê dihatin pêşkêşkirin, lê belê piştî ku hate taybetîkirin hemû xizmetên cemaweriyê yên di vê mijarê de ji holê hate rakirin. Rewşeke bi vî rengî heye.”
DIVÊ WEKE CÎNAYETÊ BÊ PÊNASEKIRIN
Civaknas Alî Erol jî anî ziman ku çepera xizaniya herî kûr a dîroka komarê heye û got, “Berfirehbûna xizaniya kûr û belavbûna întiharê bi hev re zêde dibe. Kûrbûna krîza aboriyê, hêviya li nava civakê tune dike. Bi dirêjbûna krîzê re zerarê cuda rû didin. Mirovên ku nikarin çareseriyê biafirînin êdî berê xwe didin şaşitiyê. Mirovên ku ji bo malbata xwe nikarin çareseriyê peyda bikin, dibêjin ‘min nekarî ji bo malbata xwe çareseriyê peyda bikim, lewma hewl da întihar bikim’. Di name û dîmenên wan kesan de yên întihar kirin mirov van gotinan dibînin. Li Tirkiyeyê hiqûqa deynan mîna mîrateyeke neyînî ji kesan ji malbatê re dimîne.”
Erol destnîşan kir ku întiharên ji ber xizaniya giran divê weke cînayetê bêne pênasekirin.