Roja duyemîn a 3’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd a ku li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin, bi taştêya li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hate dayîn dest pê kir. Piştî taştê li ser pêkhateya civakî-çandî ya kurdên Kirmaşanê panelek hate lidarxistin.
Ji Kurdên Kirmaşanê Dr. Tabîbeh Rezayî wek axaftvan beşdarî panelê bû û der barê çanda kevneşopî ya Rojhilatê Kurdistanê de pêşkêşiyek kir.
Tabîbe Rezayî derbarê mîrateya muzîka Kirmaşanê de agahî da û got: “Radyoya Kirmaşanê ji salên 1960-70’an ve roleke girîng di geşepêdan û gihandina çanda Kurdên li Îranê de lîst.”
Tabîbe Rezayî wiha domand: “Em deyndarê hunermendên wekî Hesen Zîrek in ku berhemên girîng bi muzîka Kurdî re anîne û ji aliyê Îraniyan ve gelekî tên naskirin û qedirbilind in. Wan salan li radyoya Kirmaşanê stranên kulta Kurdî dihatin lêdan.”
Her wiha li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya li ser mijara Koma Zimanên Hind-Ewropî de zaravayên Kurdî de pêşangehek hat vekirin.
Piştî panelê li Bonne Nouvelle “Atolyeyên Deq û kofî” hatin vekirin. Di atolyeyên ku ji aliyê mêvanên mîhrîcanê ve rastî eleqeyeke mezin hat, li ser wate û girîngiya deqên kevneşopî yên girîng ên çanda Kurdî agahî hatin dayîn. Hunermendên TEV-ÇAND’ê derketin ser dikê û berhemên kurdî pêşkêş kirin.
Roja duyemîn a mîhrîcanê bi gerandina govendê bi dawî bû.