Li seranserê cîhanê azadiya çapemeniyê bi lawazbûna demokrasiya kûrevî re di 50 salên dawî de gelekî paşve çûye. Rapora Rewşa Demokrasiya Cîhanî ya 2025’an a ku ji hêla Enstîtuya Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkariya Hilbijartinê (IDEA) ya li Stockholmê ve hate weşandin, eşkere kir ku di van pênc salên dawî de demokrasî li 94 welatan paşve çûye û tenê ji 3’yan yek pêşve çêbûye.
Sekreterê Giştî yê IDEA’yê Kevin Casas-Zamora diyar kir ku demokrasî “bi bahozeke vejîna otokratîk û nezelaliyeke tund re rû bi rû ye”. Casas-Zamora destnîşan kir ku demokrasî ji bilî parastina hilbijartin û serdestiya hiqûqê, “ji bo parastina edaletê, serfiraziya hevpar hewceyî bi guhertinên bingehîn dibîne”.
Azadiya çapemeniyê hêrî zêde li Efganistan, Burkina Faso, Myanmar û Koreya Başûr paşve çûye. Di raporê de hat bibîrxistin ku Serokkomarê berê yê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol medyaya rexnegir hedef girtiye û doz li rojnamevanan vekiriye.
DANEYÊN HERÊMÎ
Fîlîstîn: Ji Cotmeha 2023’yan û vir ve nêzîkî 200 rojnamevan hatine kuştin û Îsraîl ketina medyaya navneteweyî ya ji bo Xezeyê asteng dike.
Zelandaya Nû: Ji ber yekdestiya sektora medyayê, ji pênc rojnamevanan çar jê tenê ji pênc karsazan bi yekî re dixebitin.
Şîlî: Bi saya pêşnûmeqanûna ku armanca wê baştirkirina ewlehiya rojnamevanan e, di azadiya ramanê de rê li ber pêşketinên mezin vekir.
Efrîqa: Piraniya pêşketina demokratîk a cîhanî li vê parzemînê çêbûye. Bi taybetî Botsvana û Efrîqaya Başûr derdikevin pêş.
Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî DYE’yê piştgiriya darayî û dîplomatîk a ji bo demokrasiya navneteweyî kêm kir, hewldanên demokratîkbûna cîhanî lawaz bû. IDEA’yê ji sala 2021’an vir ve DYE’yê di lîsteya xwe ya “demokrasiya paşve diçe” de digire.
Saziya ramanê pêşniyar kir ku ji bo xurtkirina demokrasiyê divê ji hemwelatiyên li derveyî welat in, mafên dengdayînê yên berfireh bên dayîn.