SEMSÛR: Platforma Jinan a Semsûrê bi dirûşma ‘Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin’ ji Parka Koşû heta Qada Newrozê meşek lidar xist. Di meşê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hate qîrîn. Ji rêveberên FERAT-DER’ê Yeşîm Akgul anî ziman ku zext û tundiya li jinan bi rêk û pêk e û got, jin wê bi mezinkirina piştevanî û rêxistiniyê vê tarîtiyê ji holê rakin. Ji Koordînasyona Jinan a Navendî ya DEM Partiyê Îdîl Ûgûrlû jî diyar kir ku di avakirina civaka demokratîk de jin wê bi roleke çalak rabin û daxwaza azadî, edalet û wekheviyê destnîşan kir. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.
AGIRÎ: Li Agiriyê jin ji ber Pirtûkxaneya Gel a Berê heta bi Qada Bajêr a Şakiro meşiya. Jinên ku beşdarî meşê bûn li ber stranên Kurdî govend gerandin. Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras işaret bi şer kir û anî ziman ku di têkoşîna jiyanê û aştiyê de jin xwedî roleke girîng e.
ÎDIR: Li Îdirê jin li ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr li hev kom bûn. Berdevka Meclîsa Jinan a Bajêr a DEM Partiyê Bahar Etrece diyar kir ku têkoşîna jinê wê civakê azad bike. Hevşaredar Nejla Kûm jî li dijî komkujiyên jinan banga têkoşîna hevpar kir.
QERS: Li ber avahiya DEM Partiyê ya Qersê jin li hev kom bûn û Hevseroka Bajêr Arzû Savaş Derman di çalakiyê de axivî. Arzû Savaş Derman anî ziman ku 8’ê Adarê nîşaneya têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan e û bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinan.
MÛŞ: Li Mûşê jin bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Bijî têkoşîna jinan” meşiyan. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz li çalakiyê axivî û bal kişand ser rola pêşeng a jinan a pêvajoya aştiyê. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

