În, 13 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û partiyên sosyalîst ji bo piştevaniyê serdana ESP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elmanyayê jinek hat qetilkirin: Qetilkirina jinan ne takakesî ye, pergalî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Jiyana ku yên din ji bo me xêz kirine, ne jiyana me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Abya Yala û Kurdistanê li Bogotayê Konferans lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin çima nikarin bêyî parastina cewherî bikin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan
Jin

Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

2025 ku ji aliyê hikumetê ve bi îlana 'Sala Malbatê' destpê kir, ji bo jinan bi tundî, xizaniya giran, bêcezahiştin û desteserkirina mafan derbas bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Sala 2025 bi îlana ‘Sala Malbatê’ ya ji aliyê hikumetê ve destpê kir. Di gotina fermî de xurtkirina saziya malbatê û parastina civakê li pêş hate danîn. Lê belê bûyerên di nava salê de qewimîn nîşan dan ku ev gotin mafên şexsî yên jinan ji nedîtî ve kiriye û polîtîkayên li dijî jinan ketine rojevê.

Heta meha Mijdarê di nava salê de 569 jin hatin kuştin, 287 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Vê tabloyê raxist pêş çavan ku gotina ‘Sala Malbatê’ çiqasî bi rastiya mafê jiyanê yê jinan re bi nakok e.

JIN TENÊ DI ÇARÇOVEYA RÊJEYA ZAYÎNÊ HATE NIRXANDIN

Di ‘Sala Malbatê’ de teşwîqên jidayikbûnê û polîtîkayên nifûsê jî ketin rojevê. Krediyên zewacê yên bê faîz, teşwîqên jidayikbûnê û paketên piştgiriya bi malbatê re jin tenê weke kirdeyeke tenê jidayikbûnê û berpirsyara xwedîkirina zarokan nîşan da. Di çarçoveya van polîtîkayan de piştgiriyên navborî ketin meriyetê. Rêxistinên jinan diyar kirin ku van polîtîkayan jin tenê li ser mijara jidayikbûnê pênase kiriye, ked û mafên şexsî jinedîtî ve kiriye.

LI GEL QANÛNA BI HEJMARA 6284 POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ DEWAM KIR

Di sala 2025’an de yek ji sernavên bingehîn ên ku gef li mafê jiyanê yê jinan xwar, bicihneanîna hiqûqê bi rêk û pêk bû. Li gel ku qanûna bi hejmara 6284 di meriyetê de bû, di raporên rêxistinan de hate destnîşankirin ku biryarên parastin û dûrxistinê bi bandor nehatine bicihanîn, hêzên ewlekariyê û dadgeriyê li pêşberî tundiya mêr gelek caran helwesteke ‘dûrxistinê’ pejirandine. Gelek jin li gel giliyên gelek caran jî nehatin parastin, hinek ji wan ji aliyê wan mêran ve hatin kuştin ku biryara dûrxistinê der barê wan hebû. Vê tabloyê raxist pêş çavan ku hebûna hiqûqê ya li ser kaxizê di pratîkê de nayê wateya garantiyê ji bo jinan.

ZEXTÊN SIYASÎ LI HEMBERÎ ROJNAMEVAN Û SIYASETMEDARÊN JIN DEWAM KIRIN

Sala 2025’an her wiha bû ew sal ku jin li qada siyasî jî yekser bûn hedef. Di çarçoveya operasyonên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de sal a2025’an bi giştî 52 kes hatin binçavkirin; di nava wan de siyasetmedar û aktîvîstên jin jî di nav de herî kêm 12 jin hebûn. Di operasyonê li dijî şaredariyên CHP’î de jî şaredarên jin û endamên meclîsa şaredariyê yên jin hatin binçavkirin.

Ji bo rojnamevanan rewş hîn giran bû. Li gorî rapora Çileya 2025’an a Komeleya Rojnamevanên Jin (MKG) 4 rojnamevanên jin hatin girtin; di rapora meha Tebaxê de jî hate ragihandin ku pênc rojnamevanên jin hîn girtî ne. Li gorî daneyên Punto24, tenê di nava sê mehan de 103 rojnamevan hatin dairzandin û di beşeke girîng a van dozan de rojnamevanên jin hebûn.

Rapora mafên jinan a 2025’an a Komeleya Mafên Mirovan binpêkirina mafên mirovan a li hemberî jinên li girtîgehan bi berfirehî raxist pêş çavan. Di raporê de hate ragihandin ku ji ber zêdebûna hejmara jinên girtî ya di ser kapasîteyê re gelek jin neçar man ku li erdê razên; ji mercên hîjyenê bêpar hatin xistin û di wergirtina xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkên cidî rû dan.

Di raporê de bêkariya jinan û newekheviya li qada xebitandinê di çarçoveyeke îdeolojîk de hate nirxandin û hate destnîşankirin ku polîtîkayên dewletê yên ku jinan di nava malbatê de asê dikin, hebûna jinan a li qada cemaweriyê jî kêm kiriye.

DOZÊN NARÎN Û ROJÎN KABAÎŞ WEKE MÎNAKÊN BÊCEZAHIŞTINÊ DEWAM DIKIN

Di sala 2025’an de hin dozên li Kuridstanê tundiya bi rêk û pêk a dewletê û polîtîkayên bêcezahiştinê raxist pêş çavan. Hin bûyerên ku li nava raya giştî de bûn sembol, pratîka bêcezahiştinê hîn bêhtir nîşan da. Yek ji van mînakan jî bûyer axwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş e ku di sala 2024’an de piştî ku winda bû piştî 28 rojan cenazeyê wê li qiraxa Gola Wanê hate dîtin.

Di pêvajoya lêpirsîna bûyerê de qeydên telefonê bi mehan nehatin lêkolîn, hewl hate dayin ku dosya bê girtin, pêşnûmeya lêkolînê ya li Meclîsê hate dayin hate redkirin û van hemûyan nîqaşên li ser parastina kiryar zêde kir. Li gel ku li ser bedena Rojîn DNA yên du mêr ên cuda hate dîtin, lêpirsîn nehate pêşvebirin û vê yekê çanda bêcezahiştinê bi şênberî raxist pêş çavan. Di encama zexta raya giştî de lêpirsîn jinûve hatibe destpêkirin jî vê tabloyê diyar kir ku mafê jiyanê yê jinan ji aliyê dewletê ve bi xurtî nayê parastin û kiryar bi rêk û pêk têne parastin.

Narîn Guran jî li navçeya Baglar a Amedê di sala 2024’an de di 8 salî de hate kuştin. Bêdengiya ku piştî kuştinê li gund rû da, weke zexta baviksalariyê û nîşaneya atmosfera tirsê hate şîrovekirin. Li gel ku salek di ser re derbas bû, pirsa ‘Çima hate kuştin?’ hîn bêbersiv hatiye hiştin. Vê yekê jî raxist pêş çavan ku dewlet zarokan naparêze û çanda bêcezahiştinê dewam dike. Kuştina Narîn weke yek ji mînakên herî bi êş ê sîstemeke ku mafê jiyanê yê zarokan tine dihesibîne hate dîtin.

Herdu dosyayan têkoşîna mafê jiyanê yê jinan di çarçoveyeke îdeolojîk de da rûniştandin. Hate dîtin ku gotina ku malbatê pîroz nîşan dide, dema ku jiyana zarok û jinan nikaribe biparêze avaniyeke îdeolojîk a pûç e. Biryardariya dewletê ya ji bo parastina malbatê û mêran, dema mijar bû mafê jiyanê yê jin û zarokan, veguherî bêdengiyê.

LI KURDISTANÊ PIRSGIRÊKÊN QAT BI QAT ZÊDE YÊN JINAN

Sala 2025’an di gelek raporan de ku li Kurdistanê hatin weşandin, raxist pêş çavan ku jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man.

Di rapora 2025’an a Şaxê Amedê yê ÎHD’ê de ji 1’ê Mijdara 2024’an heta 1’ê Mijdara 2025’an tundiya li jinan bi berfirehî nîşan da. Di raporê de hate ragihandin ku jin herî zêde ji aliyê bav, kur, kesên pê re zewicî ve hatin kuştin. Hate gotin, ji herî zêde ji ber daxwaza cihêbûnê yan jî nîqaşa li ser mijarekê hatin kuştin.

Di rapora 2025’an a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê de hate ragihandin ku di mehên destpêkê  183 jin bûn qurbanê tundiya bi rêk û pêk, destavêtin û kuştinê.

Di rapora mafên jinan a ÎHD’ê ya Colemêrgê de jî hate gotin, piştî Peymana Stenbolê hate fesixkirin, jin li hemberî tundiyê bêparastin hatin hiştin; jin hem bi tundiya nava malbatê hem jî li qada cemaweriyê bi cihêkariyê re rû bi rû man.

Rapora 2025’an a Komeleya Jinan a Wan Starê têkoşîna jinan a li hemberî xizanî û newekheviyê bi daneyên şênber raxist pêş çavan. Ji sedî 84 ê jinên tevlî anketê bûn, diyar kirin ku herî zêde ew neçar man ku li hemberî newekheviya jin û mêr têbikoşe. Di rapora Baroya Wanê ya li ser salên 2024 û 2025’an de hate ragihandin ku di nava 21 mehan de 2 hezar û 299 jin û zarok bûn hedefa sûcên cuda.

Li gel vê tabloyê jî di meşa TJA’yê ya li Êlihê de ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê hate lidarxistin, bi sedan jin bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad” daketin qadan. Di daxuyaniya TJA’yê de hate gotin, mafê rêxistinbûnê yê jinan bi rêk û pêk hatine astengkirin, navendên jinan ên li şaredariyan hatine girtin û zextên li ser temsîla siyasî ya jinan zêde bûne.

XIZANIYA JINAN NE TENÊ JI BER BÊKARIYÊ BÛ, HER WIHA JI BER GOTINÊN MALBATÎ BÛ

Li gorî rapora ku DÎSK-AR’ê di sala 2025’an de weşand, rêjeya jinên qeyidkirî û dixebitin tenê ji sedî 19,7 bû, li nava mêran ev rêje ji sedî 49, 1 bû. Di nava jin ên ciwan de rêjeya bêkariya berfireh ji gihîşt asta ji sedî 48,9; vê tabloyê raxist pêş çavan ku jin bi taybetî jî jin ên ciwan di bazara kar de di rewşeke gelekî nazik de ne. Di  heman raporê de rêjeya bêkariya jinan a berfireh di asta ji sedî 39,4 de hate eşkerekirin.

Raporên rêxistinên jinan ên li qada polîtîkaya civakî û xizaniya jinan hatin weşandin, diyar kirin ku xizaniya jinan ne tenê ji ber bêkariyê ye; di heman demê de pêwendiya xwe yekser bi çarçoveya îdeolojîk a polîtîkayên civakî yên bi navenda malbatê heye ku jinê li nava malê radigire. Kêmaniya xizmetên lênihêrînê û kreşê, li pêşiya karkirina jinan bi rengekî cidî dibe asteng. Ev tablo jî dibe sedem ku jin berê xwe bidin karên bi mûçeyê kêmtirîn, demkî û bê sendîkayî.

KEDA JINÊN PENABER Û KOÇBER A NAYÊ DÎTIN Û JIYANA WAN A NAYÊ PARASTIN

Li Tirkiyeyê di sala 2025’an de ji bo jinên koçber û penaber tablo hîn giran bû. Rapora Şopandina Zayendperestiya Civakî û Koçê ya Komîseriya Bİlind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) nîşan da ku jinên koçber û penaber ên li Tirkiyeyê yên ji Sûriye Efgan û Efrîkayî neçar hatin hiştin ku di karên bi mûçeyê kêmtirîn, neewle û derveyî qeydê bêne xebitandin. Li xizmetên nava malê, atolyeyên tekstîlê û qadên çandiniyê keda jinên koçber gelekî hate talankirin.

ERDHEJ JI BO JINAN NE TENÊ ‘KARESATEKE XWEZAYÎ’ BÛ

Li gel dema di ser erdhejên 2023’an de derbas bûne jî di sala 2025’an de li herêma erdhejê hate dîtin ku pirsgirêkên jinan di asteke bilind de bêçareserî hatine hiştin. 

JINAN DI SALA 2025’AN DE BERXWEDANA XWE DEWAM KIRIN

Di sala 2025’an de li hemberî polîtîkayên zordar, muxafazakar û li ser esasê malbatê yên dewletê, berxwedana rêxistinbûyî ya jinan li çar aliyên Tirkiyeyê bê navber dewam kirin. Li hemberî gotinên ku jinan li malê radigire, bi jidayikbûnê û li ser esasê têkiliya serîtewandinê dinirxîne, jinan li kolanan, li edliyeyê, li zanîngehan û li qadên dîjîtal nerazîbûna xwe bilind kirin.

Di serî de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan tevahiya salê çalakiyên jinan ne tenê di rojên sembolîk de; jinan piştî her kuştina jinekê bi daxwaza edaletê daketin qadan. Di çalakiyên li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê de xala hevpar a ku hate destnîşankirin ew bû ku dewlet jinan naparêze; berevajî bi polîtîkayên bêcezahiştinê tundiyê jinûve hildiberîne.

Ji aliyê tevgera jinên Kurd ve sala 2025’an bû demek ku hem zext hem jî berxwedan lê zêde bû. Saziyên jinan ên ku bi polîtîkayên qeyûman hatin girtin, tasfiyekirina yekîneyên wekheviyê yên li şaredariyan û polîtîkayên jinan ên li şaredariyan, weke êrişa yekser a li hemberî destketiyên siyasî yên jinan hate dîtin. Li hemberî vê yekê TJA, navendên jinan ên baroyan û komeleyên jinan ên xwecihî bi destnîşankirina “civaka demokratîk” û “jiyana azad” têkoşîna jinan weke xeteke siyasî hûnandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 38 rêxistin û partiyên siyasî êrîşên hikûmeta veguhêz şermezar kirin
Nûçeya Pişt re Sozdar Hecî: Peymana 10’ê Adarê bersiva li daxwazên gelan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêvîn Silêman: Sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din bû mînak

Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Hêvîn Silêman diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Kujerê Hevrîn Xelef kirin fermandarê Firqeya 86’an

Rêveberiya Şamê serçete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra), yê ku di sala 2019’an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk êrîşî Şêrawa kir: Leşkerekî Şamê mir

Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir. Di êrîşê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Abya Yala û Kurdistanî li ser berxwedan û sîstemên alternatîf nîqaş kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava ji bo xurtkirina ewlehiyê piştdayîna hêzên ewlehiyê didome

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?