Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî 3 nuqteyên li bajarê Tedmurê yê rojhilatê Humsê de, heta niha79 kes hatine kuştin û 34 birîndar bûne.
Êrîş li dijî nuqte û navendên komên Îranê, tevgera “Nuceba” ya Iraqê û fermandarên Hizbullaha Lubnanê bûn. Her wiha embargeheke çekan li nêzî herêma pîşesaziyê ku tê de malbatên endamên komên Îranê dimînin, hat hedefgirtin.