Çarşem, 4 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Canan Kebenç Ozkan: Wê ruhê Lihevkirina Bajêr dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di hilblijartinên Îsraîlê de îdîayên li ser nelirêtiyê nehate piştrastkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê êriş bir ser baregehên li Balîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûçegihanê MA’yê Haşim Abak hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakki Ozdal: Elîtên desthilatdar li welêt dizî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Bulut a ji DEM Partiyê: Her ku pêvajo dirêj bike fikar zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Di çalakiyên 8’ê Adarê yên TJA’yê de banga gavavêtinê li dewletê hat kirin
Jin

Di çalakiyên 8’ê Adarê yên TJA’yê de banga gavavêtinê li dewletê hat kirin

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek navendan çalakî û şahî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Jin bi daxwazên berxwedan, azadî û aştiyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Di çalakiyan de bal kişandin ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û banga gavavêtinê li dewletê kirin.

DÎGOR: Li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Dîgor a Qersê bi dirûşmeya “Em bi têkoşîna azadiya jinê aştiyê bi rêxistin dikin” şahî hat lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Arzû Savaş Derman diyar kir ku berxwedana jinan a li dijî şeran wê bidome û got, “Ji bo jinan şer tê wateya xizanî, bêkarî, tundiya mêr, îstismarkirina beden û kedê, koçberî û penaberiyê. Ji ber vê yekê em jin li dijî şer radiwestin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku 8’ê Adarê serhildaneke li dijî komkujiyên jinan e. Salîha Aydenîz bal kişand ser banga dîrokî û got, “Birêz Ocalan bi cesareteke mezin banga avakirina civaka demokratîk kir. PKK’ê jî bersiv da vê bangê. Divê êdî dewlet û mûxalefet bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo birêz Ocalan xebatên xwe yên di vê mijarê de bidomîne divê şert û mercên azad bên afirandin. Divê her kes di vî warî de erka xwe pêk bîne.”

Şahî bi stranên Koma Aryen bi dawî bû. Jin bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” ji avahiya navçeyê heta ber şaredariya Dîgorê meşiyan.

AMED: Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) pêşangeha “Jin û Kolan” a ku berhemên Bahar Mosleh tê de cih digirin vekir. Endama KASED’ê Neşe Toprak di axaftina xwe de Jîna Emînî ya ku li Tehranê hat qetilkirin bi bîr anî û bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî pergala serdest a mêr. Hunermend Bahar Mosleh got, “Berhemên min cîhana hundirîn a jinan û têkoşîna wê ya li dijî zîhniyeta baviksalarî nîşan dide. Ev jî rêbazeke din a berxwedanê ye.”

RIHA: Meclisa DEM Partiyê çûn Girê Miraza. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû di axaftina xwe de got, “Em berxwedana hemû jinan bi taybet jinên Rojhilata Navîn silav dikin. Em careke din dibînin ku 12 hezar sal berê rola jinan lîstyiye niha dîsa  dilîzin.”

EDENE: Platforma Jinan Piştî daxuyaniya li ber PTT ya Cumhuriyetê ji jinên girtî re kartên piştgiriyê û pirtûk şandin. Parêzer Sevîl Araci banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo bi bîr xist û banga beşdarbûna meşa 8’ê Adarê ku ji Pira Kasim Gulek heta Qada Ûgûr Mûmcû pêk were, kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rapora meha Sibatê ya KCDP’ê: 16 jin hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Li Belçîkayê tundiya zayendî: Ji deh mexdûran çar jê zarok in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ destpê kir

‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya ku wê ji Amedê heta Enqereyê were kirin, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Pisporan careke din hişyarî dan: Hişê Çêkirî dikare dawî li mirovahiyê bîne!

Afirînerê ChatGPT Sam Altman jî di nav de komek ji pispor û rêveberên şîrketan hişyarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dirbesiyê cenazeyên berxwedêrên Tişrînê hatin veşartin

Cenazeyên Mazlûm Dirbêsiyê û Rojhat Dirbêsiyê ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûn, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Rewşa dawî ya hilbijartinên navberê yên DYE’yê. Trump derbeke dîrokî xwar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Canan Kebenç Ozkan: Wê ruhê Lihevkirina Bajêr dewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di hilblijartinên Îsraîlê de îdîayên li ser nelirêtiyê nehate piştrastkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê êriş bir ser baregehên li Balîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?