Di beşa 38’emîn a dokûmantera “Ji qirkirinê ber bi jiyana azad ve – Vejîna Kurd” de ku bi sernavê Serhildanê di Medya haber û Stêrk TV de tê weşandin, şahidî û dîmenên arşîvê yên salên 1990’î hatin weşandin. Di beşa 38’emîn de qeyda deng a Rahşan Demîrel hate weşandin ku qala armanca çalakiya xwe ya fedaî dikir. Rahşan Demîrel di 21’ê Adara 1992’an de li Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir û di encama vê çalakiya fedaî de şehîd bû.
Di dokûmanterê de tevlîbûna xwendekarên zanîngehê ya li nava refên gerîla, pêşketinan raperînên gel û rola gerîla ya wê demê hate vegotin. Işaret bi bandora Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Şoreşger ên Kurdistanê (YCK) û Komeleya Jinan a Welatparêz (YKD) a li dema serhildanan hate kirin. Cih ji kovarên Serxwebûn, Ozgur Halk û Rewşenê, her wiha kadroyên di Newroz û serhildanan de jiyana xwe ji dest dan hate veqetandin. Her wiha dîmenên wê demê yên civînên gel û gerîla yekemcar hatin weşandin.
Di dokûmanterê de cih ji nirxandinên Rêber Apo yên li ser serhildanan re hate veqetandin. Şahidiya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Mûstafa Karasû, Fermandarê Giştî yê HPG’ê Mûrat Karayilan, kadroyên PKK’ê Besê Erzîncan, Fatma Adir, Ferîde Alkan, Rotînda Engîn, Mûstafa Cîzre, Amed Malazgîrt, Nûrettîn Demîrtaş, rojnamevan Celal Başlangiç û siyasetmedarê Kukrd Hatîp Dîcle û Akin Bîrdal di beşa Serhildanê ya dokûmanterê de hate weşandin.
Yek ji beşên dokûmanterê yên bal kişand jî qeyda deng a Rahşan Demîrel bû ku qala armanca çalakiya xwe ya li Newrozê kir. Demîrel digot, “Hevalno em bibin yek. Hûn ê bibêjin, ‘vê keçê çima xwe şewitand, çima xwe li metropolên Tirk şewitand’. Ez dikarim vê ji we re bibêjim; bila dijmin zanibe ku li bajarên wê Kurd dikarin rabin serhildanê, dikarin li ber xwe bidin. Û min ev yek fêhm kir, eger mirovek bixwaze gelekî kar bike, ew der dibe weke çiyayekî. Min jî got, madem ez nikarim li çiyê bikim, wê demê karê ku dikarim bikim, ez ê bikim. Ji ber vê jî bendewariya me ji gelê li Îzmîrê heye. Ji vî şêweyî bawer dikim. Ji bo gelê xwe ez xwe bikim Newroz. Bijî Newroza serhildan û azadiyê. Newroza gelên bindest ji dil û can pîroz be.”
Çalakiya Rahşan Demîrel ji aliyê kadroyên PKK’ê Sozdar Avesta û Rengîn Botan ve jî hate nirxandin. Di nirxandinan de hate ragihandin ku Demîrel bi çalakî û sekna xwe bû yek ji sembolên demê û nîşan da ku li her derê helwesteke şoreşger dikare bê nîşandan.
Rahşan Demîrel ku di demekê de ku pîrozkirina Newrozê dihate astengkirin, di 21’ê Adara 1992’an de li Kadîfekaleyê çalakî lidar xist, weke semboleke dîroka Newrozê û serhildanên gelê Kurd tê bîranîn. Li ser Demîrel gelek helbest û stran hatin nivîsandin. Strana ‘Rahşan’ a Koma Agirê Jiyan yek ji wan bû.
Rêze dokûmanteran li ser dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo her Çarşemê li Stêrk TV, her Înê jî li Medya Haber TV tê weşandin.

