Di dilê çiyê de bihar bi bêdengî hişyar dibe. Li pala çiyê ku berf lê dihele, destpêkê rengekî biçûk xuya dike; piştre ew reng zêde dibe, zêde dibe û bi carekê bêhn tê ber tevahiya xwezayê. Her kulîlkek li çiyayên bilind ê Qendîlê vedibe, weke ku peyameke hêviyê ya ji kûrahiya erdê ye. Ew kulîlkên bedew ên ji nava tehtan şîn dibin, nîşan didin ku jiyan çiqasî xurt e û dest jê nayê berdan.
Bêdengiya çiyê dengê herî kûr ê jiyanê di nava xwe de vedihewîne. Mirov li wê derê hîs dike ku parçeyek ji xwezayê ne; bi bîr tîne ku mirov ji ax, ezman û avê ye. Her reng, her bêhn, her ba jinûve qîmetê jiyanê radixe pêş çavan.
Hatina biharê ne tenê hişyarbûna xwezayê ye; di heman demê de şînbûna hezkirina nava mirov e. Vebûna kulîlkan di heman demê de vebûna dilê mirovan e. Ji ber ku hezkirina ji xwezayê, hezkirina ji jiyanê ye. Kulîlkeke li nava çiyê şîn dibe çawa ku li gel zor û zehmetiyan bedewiya xwe diparêze, mirov jî di nava zehmetiyên jiyanê de dikare hezkirina li nava xwe biparêze.
Mirovek dema li nava bihara Qendîlê mezin bibe, ne tenê xwezayê dibîne; di heman demê de jiyanê hîs dike. Di her gavê de hinekî din sivik dibe, hinekî din bi hêvî dibe. Ji ber ku xweza vê yekê bi bîra me dixe; Jiyan di nava mercên herî giran de jî rêyekê ji xwe re dibîne. Û hezkirin weke biharê her carê jinûve şîn dibe.
Di nava bihareke bi vî rengî de li quntarên Qendîlê pêleke mirovan heye. Mirov ji bo bedewiya xwezayê bi hev re parve bikin li hev dicivin. Weke ANF em jî tevlî vê kombûnê bûn, hest û nêrînên wan mirovan wergirt ku bi kincên xwe yên rengîn xweza bêhtir xemilandine.
Malbatên hatin seyranê anîn ziman ku saleke li herêmê balafirên şer nagerin, mirov bi dilrehetî digerin. Malbat diyar dikin ku pêwendiya vê yekê bi siyaseta Rêber Apo re heye û hêvî û bendewariya xwe anîn ziman ku divê bi lez ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.

