Tevî îradeya bêçekbûnê ya Tevgera Azadiya Kurd a piştî ‘’Banga Aştî û Civaka Demokratîk’’ ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê jî neavêtina pêngaveke şênber a ji aliyê desthilatdariyê ve mijara nîqaşê ye.
Di serî de başkirina şert û mercên Rêber Apo yên xebitîn û ragihandinê, naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, rakirina astengiyên di qada siyasetê de û sererastkirinên têkildarî girtiyên nexweş û siyasî di nava raya giştî de gelek daxwaz bi dengekî bilindtir hatin kirin û a niha jî her kesî berê xwe daye pêngavên hiqûqî û demokratîk yên têkildarî pêvajoyê werin avêtin.
Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘AŞTÎ NE BI ZIMANEKÎ XERAKER BI VEKIRINA DERIYÊN NÛ TÊ AVAKIRIN’
Adalet Kaya di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew di xebatên xwe yên qadî de gelek bi endîşeyên hemwelatiyan ên têkildarî pêvajoyê re rû bi rû mane û ev yek anîn ziman: ‘’Em bi ku ku ve biçin, bi kê re biaxivin bi heman pirsan re rû bi rû dimînin. Ji ber ku însan bi mehan e pêşketineke şênber nabînin pirs dikin bê ka pêvajo xitimiye yan na yan jî dewlet bi awayekî zanebûnî xwe gîro dike. Di rastiyê de sabîtbûna ku civak hîs dike, em jî hîs dikin.
Li hemberî me aqilekî siyasî yê ku pêvajoyê ne bi perspektîfa aştiya civakî ya mayînde; bi hesabên hilbijartinê, encamên anketan yan jî pêşketinên herêmî dinirxîne heye. Lê belê ji aliyê me ve helwesteke ku bes rexne dike yan jî xwe dispêre hêrsê bi têrê nake. Berovajî wê, hewcehî bi mezinkirina hêviya civakî, bibîrxistina berpirsiyariyan û avakirina zimanekî ku rêyên çareseriyê xurt dike, heye. Ji ber ku Aşitî li gel vekirina deriyên nû û avakirina qadên diyalogê tê avakirin.’’
‘SIYASET NIKARE XWE JI JIBERKIRINÊN BERÊ RIZGAR BIKE’
Adalet Kaya piştre bal kişand ser sedemên derengmayîna pêngavên yasayî û demokratîk, diyar kir ku divê ev yek bes weke ketina rika hev neyê nirxandin û got: ‘’Li vir em gelekî dibînin ku saziyên siyasetê nikarin xwe ji jiberkirinên berê rizgar bikin. Li Tirkiyeyê di mijara çareserî û demokratîkbûyînê de hewcehî bi derbasbûna serdemeke nû heye; lê belê li hemberî vê derbasbûnê hê jî qadên asteng ên cidî hene. Li şûna gîrokirina çareseriyê yan jî birêvebirina wê ya li gel rewşên fiêlî, avakirina temînatên hiqûqî hem berpirsiyasriya dîrokî hem ya desthilatdariyê hem jî ya hemû saziyên siyasetê ye.’’
‘ÎRADEYA AŞTIYÊ YA CIVAKÊ XURT E LÊ BELÊ NEDIYARÎ PIRSAN ZÊDE DIKE’
Adalet Kaya di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku helwesta civakê ya têkildarî aştiyê û kemilîbûna gel ya nîşan dide balkêş e û ev yek anîn ziman: ‘’Însanên li çar aliyên welêt ji bo girtina birînên berê û avakirina pêşerojeke hevpar îradeyeke xurt nîşan didin. Lê belê heya ku pêvajo li gel pêngavên şênber xuyanibûna xwe zêde neke û nediyarî berdewam bike li gel însanan pirs derdikevin holê. Ne ku hêvî ji holê rabûye; lê belê însan bi awayekî mafdar dixwazin bibînin ku pêngavên ku hatine avêtin xwe bigihînin temînateke yasayî. Hêviya avakirina hiqûqî ya hewla Birêz Ocalan nîşan daye û îradeya yekalî pêş ketiye her ku diçe mezin dibe. Divê temînatên maf û siyasetê yên hemû derdorên civakê di nava xwe de digirin, bibin rojeva pêşanî. Nêzîkatiyeke teng a bes berê xwe dide bêdengbûna çekan nikare çareseriya mayînde pêş bixe. Temînatên hiqûqî çi qasî bi hêz bin, wê zemîna aşitiyê jî ew qasî saxlem be.’’
‘DIVÊ KANALÊNRAGIHANDINÊ YÊN LI ÎMRALIYÊ WERIN VEKIRIN’
Adalet Kaya piştre diyar kir ku divê kanalên ragihandinê yên li Îmraliyê werin vekirin û got: ‘’Ji bo ku civak têkildarî pêvajoyê agahiyên rast bi dest bixe divê nêrînên muxatabên sereke li gel raya giştî werin parvekirin. Aşitî bes ne meseleyek e ku bes serok yan jî partî di nava xwe de bi rê ve bibin. Dema ku hevdîtin tên kirin divê zimanekî siyasetê yê nû yê rewabûna civakî mezin bike, were afirandin, kanalên zelal û berfireh werin vekirin. Ev berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e.’’
‘MAFÊ HÊVIYÊ EGEREKE HIQÛQA GERDÛNÎ YE’
Adalet Kaya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku nîqaşkirina ‘’mafê hêviyê’’ yali Meclîsê gelekî girîng e û ev yek anîn ziman: ‘’Berdewamkirina bêstatubûnê û astengiyan, encama fêmnekirina giraniya vê meseleya dîrokî ye. Lihevkirineke rastîn û mayînde, ne bi astengkirina muxatabê xwe; li gel avakirina zemîneke adil ya ku ew bikare bi civakê re bi awayekî azad bikeve têkiliyê pêkan e. Divê mafê hêviyê weke egereke hiqûqa gerdûnî were naskirin. Ev pêngav welatî lawaz nakin; berovajî wê rêya pêşerojeke civakî ya demokratîktir, bihêztir û pêkvejiyaneke li gel cudahiyan vedike. Erka me jî mezinkirin û civakîkirina ev îradeya erênî ye ku Birêz Ocalan nîşan daye.’’

