Dewleta Tirk a dagirker êrîşa xwe ya li ser herêmê her diçe zêde dike. Piştî êrîşa li ser Minbicê, cihên ku di xizmeta gel de ye kir hedefa xwe.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên şer êrîşî Bendava Tişrînê kir, di encamê de Bendavê gelek ziyanên mezin dîtin û bû sedema ku ji xizmetê derkeve û herêm bê kehrebe û bê av bimîne. Ji ber qutbûna kehrebeyê stasyonên ku avê didin Kobanê û gundewarên wê, ji xizmetê derketine. Di heman demê de jî di êrîşê de kehrebe li ser herêmê hat qutkirin.
Mûdiriyeta Avê ya Kantona Firatê diyar kir ku ji ber qutbûna kehrebeyê stasyona avê ji xizmetê derketiye û rêjeya ava tê Firatê, gelekî kêm bûye.
Li gorî agahiyên ku ji Mûdîriyeta Avê ya Kantona Firatê hatî, wan rewşa awarte ragihandiye û hemû karmendên xwe xistine nava liv û tevgerê da ku di demeke nêzîk de avê berdin Kobanê.