Çekdarên nenas li taxa Ekreme ya bajarê Humsê gule berdan ciwan û keçekê, ciwanê bi navê Xidir Kerakît di cih de hat qetilkirin.
Hate ragihandin ku ew keç destgirtiya wî ciwanî bû, lê ew jî birîndar bûbû. Ji ber birîna wê ya giran jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer li nêzî dibistana Nazim El Etreş pêk hat.

