Çarşem, 11 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amarayê agirê Newrozê hate vêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Komkujiya Gazî di salvegera 31’an de hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya DEM Partiyê civiya: Rojev şerê Îranê û pêvajo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Paradîgmaya civaka demokratîk dikare aramiyê bîne Rojhilata Navîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîr: Pirsgirêka Kurd bi perspektîfa ewlekariyê çareser nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozan: Ji bo baweriya bi pêvajoyê civak li benda gavên şênber e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Newroza Qendîlê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Reuters: Iraq dixwaze di ser Herêma Kurdistanê re petrolê bifiroşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê agirê Newrozê hate dadan: Kurd êdî bi hev re tevdigerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Depê li warê Mazlûm Dogan hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmaşanê 2 girtiyên siyasî yên Kurd ketin greva birçîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dogan û birayê wî Delîl Dogan li ser gorên xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Di her gava têkoşînê de xeta Zîlan ji xwe re kir esas
Kurdistan

Di her gava têkoşînê de xeta Zîlan ji xwe re kir esas

Hevala Roza, lehengî û fedakariya te ewqasî mezin e ku gotin têra vegotina wê nake. Wêrekî, hewldan, ked û felsefeya te ya jiyanê wê di helbestan de bi wate bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Çile 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Di bin dareke çinarê de dergûşeke ku bi dara kezvanê hatî çêkirin bi destê dayîkek Kurd tê hejandin. Belgên daran xwe bi payîzê pêçandine û xwe berdidin nava axa sor. Lorandina vê dayîka Kurd dikeve ber guhê vê zaroka di dergûşê de. 

Dayîk dibêje:

“De lorî lorî, berxa min lorî
Wê keça min bibe şervana çiyayê jorî 
De lorî lorî xezala min lorî 
Ji bo xezala min çiyayê Bagokê gorî” 

Li ser dergûşê navê birînekÊ dinivîsîne. Evîna welatekî di çîroka dayîkê de dikeve nava dilê vê zaroka dergûşê de. Çelengên ji bo henaseyek azad li ser vê xakê şer kirine, her şev dibin mêvanê vê keça delal. Ew bi kevneşopiya welatekî berxwedêr, bi stranên jinên dengbêj, bi çîrokên zimanekî qedexe mezin dibe. Li bajarê Mêrdîna kevnar li ser axa Kerboranê ya qedîm jinek dilê wê hemû bi hêstên tolhildanê tije dimeşe. Keziyên xwe weke şitlek rihanê ji bo şerekî bi rûmet dihûne. Ronahiya ji çavên wê soz û biryara meşa azadiyê dibarîne. Piyên xwe ji bo çûyina çiyayen ku xwe bi kedê xuliqandine amade dike. Dilê xwe bi doza azadiya Kurdistan dipêçe. Hinavê xwe ji bo neyaran tije hêrs û kîn dike û ber bi çiyayê Gabarê ve rê dikeve. Meşa çalakvanekê destpê dike. Meşa ciwanek tolgir, Roza Kerboran.

Her mirov xwediyê wê qebîliyetê ye ku, hêstekî wê bi jiyanê dide girêdan heye. Ew hêst, di bingehê rêveçûyînên jiyanê re xwe bi hebûn dike. Bi qasî herikîna wê, di jiyanê de bi pêş ve diçe, ewqas jî dikare li ser mirov xwedî bandorî be. Weke jin di cewherê xwe de, bi wan hêstan re bi hebûn bûye û xwe parastiye. Di esas de ew hêstên mirov bi jiyanê didin girêdan in. Bêguman di Kurdistanê de, bi şewqa bîrdoziya Rêber APO ve, di serî de jinê pêşengtiya hêstên azadiyê kir û xwedî lê derket. Îro jî bi sekna xwe ya bi biryar, bi têgihîştina xwe ya azadiyê, ji tevahî jinên cîhanê re bûye îlhama jiyanê. Yek ji wan jinên ciwan ku bi wê hêstê re, heta hucreyên xwe yên dawî jiyan kir jî gerîla Roza Kerboran bû.
Roza Kerboran bi navê xwe yê rast, Bûşra Aktaş di nav malbetek welathez ya Mêrdînê de jidayîk dibe. 

Mêrdîn bi şaristaniya xwe ya dîrokî ve tê zanîn. Ango bi çanda xwe ya welatparêzî û dîroka xwe ya kevnar ve di dîroka mirovahiyê de cih digre. Rozaya ciwan jî yek ji zarokên vê çanda kevnar a Mêrdînê ku bi serpêhatî û çîrokên Egîdiyê tê mezin kirin. Ev yek di teşegirtina wê ya jiyanê de, xwedî rolekî girîng e. Her çi qas rastiya pergalê di holê de be jî, lê bi qasî kevneşopiyên dîrokî ne xwediyê wê bandoriyê ye ku bi tesîr bibe. Her çi qas weke çand ji êrîşan re rûbirû hatibe jî, cewherê çanda xwe parastiye û xwedî lê derketiye. Bi taybet di Mêrdînê de, yek ji eşîrên ku xwedî wê çandê ye eşîra Toriyane. Ew yek ji eşîrên ku herî zêde, bi çanda xwe ve girêdayî mane û berxwedana xwe mayînde kirine. Li gel vê xwedî zarokên xwe yên Egîd bûne. Di oxira têkoşîna azadiyê de gelek bedel dane. Rozaya ciwan jî pêl bi pêl, bi vê kevneşopiya dîrokî ve gav diavêje nava jiyanê. Lewra bi qasî gerdûnekî bi bandor, ew girêdayî çanda xwe ya dayîkê maye û xwe parastiye. 

Rozaya bi rûken, di pêvajoya êrîşên dijmin yên li ser bajaran de, gelek tesîr dibe û di sala 2016’an de biryara xwe ya tevlibûna nava refên PKK’ê dide û berê xwe dide nava refên gerîla. Gerîlaya ciwan bi armanca ku wê beşdariya xwe ya têkoşînê bike tolek ji dijmin, beşdar dibe û rol dilîze. Ew gavên xwe yên gerîlatiyê li ser axa Gabara berxwedêr davêje û fêr dibe. Jiyana gerîla û têkiliyên rêhevaliya PKK’ê xwedî tesîreke mezin li ser wê ava dike. Ji bo bikaribe nûnertiya wê bi zanist bike ked dide. Her çiqas di demekî kurt de, di wê qadê de dimîne jî, lê bingeha gerîlatî û ruhê PKK’ê li wir qezenc dike. Li gel vê pîvana şoreşgertî û terzê jiyana komînal li wir fêr dibe. Bê ku şertên jiyana li çiya ji xwe re bike asteng û xwe bide aliyekî, bi serde diçe û tecrûbeyan qezenc dike.

Gerîlaya wêrek piştî pêvajoyekî dem kurt ku li Gabarê derbas dike, derbasî qadên parastina medyayê dibe. Heftanîna ku bi esîlbûn, xweşikbûn, dewlemendî, bereket, heybet û hemû başî û hêza xwe tê zanîn ji Roza re hembêza xwe vedike. Perwerdeya xwe ya yekemîn li qada Heftenînê dibîne. Di her gav avêtineke xwe ya têkoşînê de, ji bo bibe nûnerê jiyaneke rast, xeta Zîlanan ji xwe re esas digre. 

Ew jina ciwan, gerîlaya jîr di serpêhatiya jiyaneke bi rûmet de xwe ava dike. Bi tevgerîna xwe ya jiyanê, bi zanista xwe ya zayendî şer dike û têdikoşe. Ew lêgerînvaneke ji dile, evîndareke rast a jiyanê ye. Bi qasî ku fêm dike, şer dike û têkoşîna wê bi piratîk dike. Ji bo bibe şervaneke rast û têkoşînvaneke jîr, fêmkirina Rêber APO ji xwe re esas digre. Lewra bi qasî navê xwe wate li xwe bar dike û tê hezkirin.  

Gerîlaya ciwan, Rozaya delal her çiqas temenê wê di têkoşîna azadiyê de ne zêde be jî, lê îddiayên wê yên jiyanê û armancên wê yên serxistinê gelekî di pêş de ne. Li gel vê bi qewîm kirina dilê xwe, bi cesareta xwe ya şerkirinê tesîreke zêde li ser hevrêyên xwe yên têkoşînê dike. Di her erkekê de, navê wê tê gotin, di her çalakiyekê de rola wê tê bihîstin û di jiyanê de her bi rûkeniya xwe tê zanîn. Her kes wê navên Rozaya rûken, Rozaya çalakvan dinase. Wê bi ked û hewildanên xwe ve, nasnameyeke ku ew heq dike bi dest dixe. Lewra bi qasî artêşeke jinan, rol û misyon dide ser milên xwe û aktîf beşdar dibe. 
Jina wêrek, gerîlaya cesûr Roza yek ji wan pêşengane ku di gerîlatiya nûjen de xwedî rol bûye. Bi terzê xwe yê jiyanê, bi şêwazê xwe yê têkoşînê xwedî tesîreke cidî ye. Ew xwediyê wê qebîliyetê ye ku bi hevaltiya xwe ya rast, bi piratîk û çalakvaniya xwe ya ji dil, ji hêla tevahî hevalên xwe ve tê heskirin. 

Gerîla Roza di pêvajoya Cenga Xaburê de derbasî tîmên bi tevger dibe. Gerîlaya jîr li herêmê beşdarî gelek çalakiyan dibe. Ji çûyîna keşfekê bigre, heta li darxistina çalakiyekê rola wê ya pêşengtiyê di pêş de bû ye. Ew bi sekn û biryara xwe ya serxistinê, hêz dide derdor û motîve dike. Ew tene ne çalakvaneke di şer de ye, ew pêşengeke jiyanê ye ku di her kêliyê de li gel hevalên xwe bûye. 

Gerîlaya pêşeng, Roza piştî piratîkek têr û tije ku di qadê de bi rêve dibe, li ser daxwaza partiyê û pêdiviyên wê yên perwerdê di sala 2022’an de derbasî Akademiya Şehîd Bêrîtan ya bîrdozî dibe. Çawa ku ji bo her milîtanekî perwerde pîvanekî esasî yê jiyanê ye, ji bo Gerîla Roza jî bi heman wateyê ye. Ew bi hatina xwe ya perwerdê re, careke din li ser pîvanên pêşengtiyê û rola fermandarekî di şer de wê çawa be, dahûrandina wê bi pêş dixe û xwe amade dike. Li ser dahûrandinên Rêber APO û terzê şerkirinê weke jin divê çawa bi pêş bixe, didahûrîne û encaman bi dest dixe. Êdî ji bo wê sekna têkoşînvan, sekna ku xwe dispêre xeta azadiyê, dikare serkeftinan misoger bike. Gerîla Roza vê weke pîvaneke esasî ya jiyanê dibîne û xwe ava dike. Ew piştî perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî diqedîne careke din derbasî qadên parastina medyayê dibe û cihê xwe di tîmên bi tevger de digre. 

Êdî ew gerîlayeke têgihîştî ye, pêşengeke ku di aliyê bîrdozî û leşkerî ve xwedî sekneke bi biryare. Bi helwestên xwe yên rêxistinî, bi kamîlbûna xwe ya jiyanê, ji hêla tevahî hevalên xwe ve tê mînak girtin. Di aliyê din de, li ser terzê lêdana dijmin û pêşxistina tektik de, xwedî nêrînên gelekî dewlemend e. Lewra her car dibe yek ji gerîlayên pêşeng ku bi ruhê Zîlanan, Bêrîtanan bi ser dijmin de diçe û encaman bi dest dixe. 

Gerîlaya ciwan Roza Kerboran, yek ji gerîlayên ku di destpêka oparasyonê de, heta beriya şehadeta xwe di nava şer de bûye. Ew di çalakiya dîroka 2’ê sibata 2023’an de, bi gotina ku êdî tehemûla me li hemberî esareta Rêber APO nemaye, ber bi meşa xwe ya azadiyê ve dikeve rê û beşdarî çalakiya dîrokî dibe. Gerîlaya pêşeng, jina berxwedêr Roza di çalakiya girê Hekarî de, di baskê êrîşê de weke fermandareke ciwan cih digre. Di wê meha zivistanê de, di bin şertên dijwar ên demsalê, bi ser dijmin de diçe û şer dike. Ne hêza teknîkê, ne jî berfa zêde dikarîbû pêşî li pêşdeçûyînên wê yên serxistinê bigirta. Ew bi hêrsa tol rakirin û bi fedaiyane şerkirinê ve çû cengê. Di vê çalakiyê de, gerîla Roza tevî 6 hevrêyên xwe yên têkoşînê heta guleyên xwe yên dawiyê, bi biryardariyekî xurt di bin şertên zivistanê û berfa zêde de, bi awayekî fedaiyane bi ser sengerên dijmin de diçin û digihîjin merteba şehadetê. 

Tu ew bedewiya ku bi gotinan nayê vegotin. Tu ew jina qewîm, gerîlaya wêrek bi hin hevokan nayê pênase kirin. Tenê wêrektiya te ya jiyanê, cesaret û çalakvaniya te, têr dike ku li ser te bi dehan helbest, bi sedan hevokên ku layîqî jiyana te bibe, layîqî têkoşîn û şerê te bibe were vegotin. Tu ew nefereke ku navê te, bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê hatiye nexişkirin. Tu ew keça delal, keça serhildêr ku her kes bi navê te, bi ziman û têkoşîna te li qadên berxwedanê şer dikin û têdikoşin. Tu bûyî kevneşopeke dîrokî ku di her şîvereyekê de, xuhdan û keda te tê dîtin, di her zimanê gerîlayekê de, bîranîn, coş û rûkeniya te ya jiyanê tê gotin. De bila dilê te rihet be, heta ew kevneşopiya xwedî derketinê, kevneşopiya tol rakirinê hebe, wê hûnê her bijîn û werin jiyan kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Akdenîzê çalakiya şermezarkirinê: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!
Nûçeya Pişt re Kongra Star: 20 sal in em bi fedakarî û lehengî têdikoşin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

Koordînasyona TJK-E'yê ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Her gotineke Rêbertî ji bo me ferman e’

Şêniyên Wargeha Mexmûrê anîn ziman ku divê dewleta Tirkiye gavek berbiçav ji bo pêvajoyê bavêje…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

Mizgefta Mezin a Parîsê, pirtûkeke rêber a berfireh weşand ku armanc dike Misilmanên li welatên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo Newroza Qendîlê banga tevlîbûnê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Reuters: Iraq dixwaze di ser Herêma Kurdistanê re petrolê bifiroşe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bazîdê agirê Newrozê hate dadan: Kurd êdî bi hev re tevdigerin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Newroz li Depê li warê Mazlûm Dogan hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?