Hemû mirovahî dizane ku gelê Kurdistanê ev bi sedan salin dibin pençê qirkirinê de ne û li beranber vê komkujiya mirovî di astê exlaqî de li ber xwe didin. Gelek serhildan û raperînên wan bêmerhametî hatine serkutkirin û di qetlîaman re hatine derbaskirin. Lê dîsa jî di dirêjaya pêvajoyan de li ber xwe dane. Hinek ‘car bi çiraya xwamoş’ hinek car jî bi dengvedanekî mezin li ber xwe dane. Niha jî ev 52 salin di pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê de gelê Kurdistanê li ber xwe dide. Ev berxwedaniya bêhempa dinava van 10 salên dawî de qonaxên nû girt. Di heman demê de ev 20 salên dawî jî bi paradîgmayekî nû bi form û zihniyetekî nû berxwedana xwe di asta gerdûnî de watedar kir û berdewam dike. Li beranberî wê cihana paşverû ya emperyal û faşîstên herêmî ketine nava êrîşekî berdewam. Li beranber vê êrîşa berdewam jî gelê Kurdistanê û tevgera azadiya Kurdistanê bi derfetên xwe yên kêm bi berxwedaniyekî mezin ketin nava tevgerê. Ev niha hatiye qonaxekî ku dijminê sereke dewleta Tirk ya komalkuj ketiya nava lêgerînên nû, di kurdewarî de dibêjin ‘dewlet bibe ker jî lê siwar nebe’ niha divê babetê de gelekî pêşketin hene. Berxwedaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê bê navber ev 10 salin dom dike û gerîla di nava şerekî giran de ne. Dijminê dagirker bi hemû çekên giran û teknolojiya herî nû bi her cure çekên taktîk nûkler û gazên kîmyewî di nava êrîşan de ye. Gêrîlayên Azadiya Kurdistanê li beranber vê şerê bê beranber tenya li berxwe nade, di heman demê de li ser şer hakîme û dijmin westandiye. Darbeyên giran jî lê dide. Ev serkeftina ku tê bi destxistin bi bedelên mezin pêş dikevin. Di nava van çend salan de windahiyên bi qasî cihanan bi nirx hatin dayîn. Vê jî di her Kurdek û di her mirovekî cihana pêşverû de hêrs çêkir. Tevgera azadiya Kurdîstan û ciwanên Kurd ên hêja jî bi vê hêrsê berê xwe dan nava têkoşînê. Bi qabiliyetên hêja ketin tevgerê, bi hêrsa tolgirtinên mezin ketin tevgerê. Lewma jî karin di dema û cihê xwestin de çalekiyên mezin û hêja bikin. Dijmin şoq bikin. Ew gotina Rêber Apo ya ‘gerîla li her derê lê li ti derê ye’ bi pratîk û çalakiyên xwe piştrast dikin.
Hinek dem çalekî pêş ketin, ji nava raya Kurd û hinek dostên Kurd nirxandinên ecêb derdikevin. Ev nirxandinana li gor rewş û asûnên wan mirov pirzêde tilt nebêje jî, di rastî de ji şerê ku bi dehan salane tê meşandin bê agahin. Wek nimûne du ciwanên nadîde yên Kurd li Mersînê çalekî kirin hevala Rûken û Hevala Sara, hinek kesan li beranberî wan heta ji sînorê hurmetê derbas kirin. Çalekiya heval Rojhat û heval Erdal pêşket, kirin mirin û qirin, ev wisa nabe. Divê herkes li gorî rastiya tê jiyîn bifikire. Pîvanek vê mijarê heye. Divê wijdan û aqlê mirov pêkve biryara li beranber çalekiyên fedayiyane yên fedaiyên Kurdîstanê bidin.
Di halê hazir de li Tirkiyê bi hinek gotinên şefê faşîstê MHP hinek nîqaş tên kirin. Bê guman muhatabên van nîqaş û pêvajoyê hene û karên xwe dikin. Lê her kes divê nirxekî mezin bide gerîlayên azadiya Kurdistan û fedayiyên azadiya Kurdîstanê. Hinek dem hene ku serê hinek kesan tevlihev dikin û wisa dike ku di biryarên xwe de bikevin gumanan. Lê fedayiyên azadiya Kurdistanê girêdayî hedef û armancên xwe tevdigerin. Wê li ku di kijan demê de ji bo çi çalekî bikin di astekî fedayiyane de dizanin. Lewma jî heta niha ger yek du çalekî nebe di hedef girtina fedayîyên azadiya Kurdistanê de şaşî derneketine. Dijmin bi hemû gemariya xwe bi teknolijiya di destê xwe de, di her astê de mirovên me qetil dike. Gerîla û xelkê sivîl ji bo wan ferq nake. Lewma jî ew navendên ku van derfeta ji bo dijmin amade dike, hedef girtin heta dawî rewa ye. Hinek kes dibêjin pêvajo heye. Ew mijara ku ew dibêjin pêvajo heye em dibînin ku li Silopiya dayîkên me yên 70-80 salî dibin hedefa êrîşên cendirme û polîsên faşîst ên dewleta tirk. Li ser çiyayê Kurdistanê bombardûmana tê kirin bê naveber berdewam e. Di zindanan de her roj cenaze dertên. Ciwanên Kurd ruxmî ku hatiye tehliyekirin di zindanê de tên kuştin û cenazeyên wan teslîmî malbatê tê kirin. Ewên ku çalekiyên fedayî ya dibînin divê van rastiya bibînin. Gotinê wan û sîstematîka fikrandina wan, divê rast be.
Li Enqerê navenda pîşesazî, lêkolîn û pêşxistina teknolojiya esmanî ya artêşa Tirk a dagirker hatiye hedefgirtin. Ev cih cihekî stratejîk a lojîstîkî û cepxaneyî ye, ji ber wê hedefekî meşrû ye. Hêzekî di nava şer de ku hedefekî wisa taybet diyarkiriye ji bo wê ketiye tevgerê û encam girtiye. Divê di tevahiya babeta wê de were destgirtin. Nêrînên ku wek provakasyon tên dîtin, divê bizanin ku pêvajoya ku hinek kes ji bo wan dikelîninên dê bi saw û saya fedayiyên Kurdistanê de bikeve rêgeya xwe ya rast, ne ku bê çalek bî. Divê ev rastî were dîtin ku dewleta Tirk a ku ewqas xwedî teknolojiya xwe ya ku bi destê NATO û hêzên paşverû ji bo wî tê pêşkêşkirin, dê nikaribe heqîqeta berxwedaniya ji bo jiyana azad asteng bike. Dê nikaribe di navenda xwe de jî xwe bi parêze. Gelê Kurdîstanê di bin her şert û mercê de dikare bersiva pêwîst bide. Divê mirovê azadîxwaz nekevin bin bandora êrîşên şerê taybet. Dijmin û şefê faşîst banga teslîmbûnê dike. Divê were zanîn ku li beranber wê yekane rêya serkeftin, aştî û azadiyê têkoşîn û berxwedan e.