Pêncşem, 25 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê giliyê êrişa zayendîperestiyê ya li dijî Leyla Zana kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozan: Mafê hêviyê baskê aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pakêta darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih negirt hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna komîsyonê: DEM Partî bal kişand ser ‘rapora berfireh’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Kurtulmuş zêde dema Tirkiyeyê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kawa Nadir: Pêvajo wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Îslama Demokratîk vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Kurd ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ banga tevlîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zexta li ser jîngehparêzan: Bav û kur hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê şehîd Evîn Goyî û hevrêyên wê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Fermandar Bêrîtan şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Em ê têkoşîna şehîdên Parîsê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Komkujiya Parîsê berhemê polîtîkayên bêcezatiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê daxuyaniya têkildarî salvegera komkujiya Parîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên Jin: Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e, ne bi tenê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di konferansa ‘pêşîvekirina li aştiyê’ de ‘çareseriya civakî’ hate destnîşankirin
Rojane

Di konferansa ‘pêşîvekirina li aştiyê’ de ‘çareseriya civakî’ hate destnîşankirin

Konferansa bi senavê 'Pêşîvekirina li aştiyê' ji aliyê Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ve li Navenda Çandê ya Eyup Sûltan a li Stenbolê pêk hat.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li gel gelek siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan nûnerên civakî yên sivîl beşdarî konferansê bûn. Di çalakiyê de hate ragihandin ku divê pêvajoya aştiyê jinûve bê avakirin û rêyên çareseriya demokratîk bêne xurtkirin.

Dozgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Riza Turmen axaftina destpêkê kir û di çareseriya pirsgirêka Kurd de bal kişand ser girîngiya tevlîbûna civakî û demokratîkbûnê.

Turmen anî ziman ku aştî ne tenê danîna çekan e, bi jiholêrakirina sedemên rahiştina çekan pêk tê û got, “Ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, divê gel bibe hêmana esasî. Eger sedemên şer ji holê neyên raikrin wê şer ji nû ve destpê bike.” Turmen ragihand ku li Tirkiyeyê rejîma zordar li pêşiya civakîbûna aştiyê asteng e û destnîşan kir ku divê polîtîkayên ewlekarîperestiyê bêne terikandin.

Di dewama axaftina xwe de Turmen diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleyek di navbera Kurdan û dewletê de ye û got, “Pirsgirêk tevahiya welêt eleqedar dike. Lewma çareserî jî bi îradeya jiyana hevpar dibe. Ji bo vê jî divê em zimanekî çareseriyê yê hevpar peyda bikin.”

Turmen qala avaniya komîsyonan kir ku tê plankirin li meclîsê bêne avakirin û got, di vê pêvajoyê de CHP divê ne tenê piştevan be her wiha bi pêşniyarên çareseriyê bibe aktorekî çalak.

PEYAMA HEVSEROKÊN GIŞTÎ YÊN DEM PARTIYÊ

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan jî peyamek ji konferansê re şandin.

Di peyame de hate gotin, “Em di demeke welê de ne ku li cîhanê guhertinên mezin dibe. Li Rojhilata Navîn ku navenda vê guherînê ye, sîstema ku beriya sed salî hate avakirin diderize. Şerê ku 7’ê Cotmehê destpê kir, bi şerê Îsraîl-Îranê dewam dike. Şerê Îsraîl-Îranê tê wê wateyê ku Rojhilata Navîn bikeve nav xeleke mezin a agir. Ev şerê ku dibe ku çekên nukleerî jî bêne bikaranîn divê tavilê bê rawestandin. Rawestandina vî şerî ji bo cîhanê û herêmê gelekî girîng e. Di demeke bi vî rengî dîrokî de axaftina li ser aştiyê ya li Tirkiyeyê gelekî girîng e. Ji ber aştî hewldana wê yekê ye ku gel hev dibihîze, fêhm dike û paşerojeke hevpar ava dike. Aştî bi çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dikeve meriyetê. Êşên di pirsgirêka Kurd de rû dan ne tenê êşa gelekî ye, birîna kûr a tevahiya civakê ye. Pêçandina vê birînê jî ne bi înkarê lê bi naskirinê, ne bi tepisandinê lê bi demokratîkbûnê, ne bi qedexeyê lê bi edaletê dibe. Avakirina aştiyê bêyî dûrxistina edaletê û zêdekirina bêedaletiyê, bi mezinkirina aqlê hevpar dibe.

Aştî avakirin jiyaneke wekhev, azad û demokratîk e. Aştî ewqasî girîng e ku nabe tenê ji însafa siyasetê û desthilatdariyê re bê hiştin. Bi dîtina me, konferansa we, wê tevkariyeke xurt li mezinkirina hêviyên aştiyê bike. Em hêvî dikin ku konferansa we pîvanên lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî xurt bike. Her hewldaneke we ya ji bo civakîkirina aştiyê wê me hîn bêhtir nêzî çareseriyê bike. Bi vî fikrî û van hestan em hemû kedkaren Konferansa Pêşîvekirina li Aştiyê, axaftvanan û beşdaran hemûyan ji dil û can silav dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelo Îranê beriya êrîşê ûranyûma dewlemendkirî derxist?
Nûçeya Pişt re Li Îranê pêla binçavkirinê: 263 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di bin çavan de hatin windakirin hatin bibîranîn

Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên di bin çavan de hatin windakirin, di çarçoveya “17-31…

Ji aliyê Stêrk TV

Gora gerîlaya YJA Starê cara çaremîn e rastî êrîşan tê

Gora gerîlaya YJA Starê Revan Zana Bariştiran ya li Wanê cara çaremîn e li rastî…

Ji aliyê Stêrk TV

Jineke din a Êzidî hate rizgarkirin: Tewaf Dawid Çito gihîşt Şengalê

Jineke din a Êzidî ji kampa Holê hate rizgarkirin. Tewaf Dawid Çito ku ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Nîjeryayê êrişa li ser mizgeftê: 5 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kawa Nadir: Pêvajo wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo: Îslama Demokratîk vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê giliyê êrişa zayendîperestiyê ya li dijî Leyla Zana kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?