În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê YPS’ê Ozgur Bûlût li Edeneyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Divê Konseya Ewropayê mercên pêvajoya nû li ber çavan bigire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan
Rojane

Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan

Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên dan û peyama “hîn bêhtir berpirsyarî dikeve ser milên hêzên demokrasiyê” hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Eywana Konferansan a Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) 11’emîn Lijneya Giştî ya Asayî lidar xist. Lijne dê 3 rojan bidome û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl tevlî roja ewil bûn. Her wiha gelek sendîka û konfedarasyonên navneteweyî jî tevlî lijneyê bûn.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan weke serokê dîwanê hate hilbijartin. Lijne, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî Hevserokên Giştî yên KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl û Mehmet Bozgeyîk axivîn.

Yeşîl, got ku li Tirkiye û cîhanê gelek krîzên piralî hene û wiha dom kir: “Pergala kapîtalîst di nava alozî û guherînê de ye. Kapîtalîzma ku di kedxwariyê de tu sînoran nas nake, êrîşî destkeftiyên bindestan dike. Hewl dide bedela krîzên bi destê xwe afirandine têxe stûyê mirovan û xwezayê. Tevahiya komên sermayeyê yên kûrewî di nava hevparîbûnekê de tevdigerin. Mixbin otorîterbûn, xizanî û polîtîkayên şer roj bi roj xurtir dibin. Kapîtalîzm êdî veguheriye krîza şaristaniyê. Her wiha israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de didome. Êrîşên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê, weke polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd derdikeve pêşiya me. Polîtîkayên qeyûman, girtina siyasetmedaran û hwd. nîşan didin ku îktîdar xwe bi pirsgirêka kurd xweyî dike.”

Bozgeyîk jî polîtîkayên îktîdarê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Hewl dide bi operasyonên derveyî sînor û dijminatiya li kurdan alîgirên xwe konsolîde bike. Piştî hilbijartinên gulanê, rejîma yekzilamî êrîşên xwe zêdetir kir. Xuyaye ku dê kûrbûna krîza aborî û êrişên li dijî nûnerên gelê kurd bidomin. Demokratîkbûneke herî biçûk dê dawiya îktîdarê bîne lewma hêzên ewlekariyê weke xebatkarên şîrketê tên bikaranîn. Li dijî vê yekê berpirsyartiyeke mezintir dikeve ser milê hêzên demokrasiyê.”

Dema Bozgeyîk bal kişandî ser têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn mezin dibe jî li eywanê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” olan da.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci jî bi dirûşma “TTB bêdeng nebû dê bêdeng nebe” dest bi axaftina xwe kir. Fîncanci, wiha got: “Em ew kes in ku li dijî faşîzmê û ji bo gelên xwe têdikoşin. Dewleteke ku bikare me ji peywirê bigire nabe. Tenê hempîşeyên me dikarin. Em ê vê têkoşînê bi hev re bidomînin.”

Di heman demê de Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz jî got ku têkoşîna demokratîk yek ji girîngtirîn eniyan e. Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur dê bi avakirina tifaqa civakî bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Hasena girîngiya têkoşîna kedê ya ji hêla dîroka civakî û siyasî ve vegot. Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuş, di axaftina xwe de divê li dijî kesên gefê li hebûna wan a birêxistinkirî dixwin, têkoşîneke hevpar bimeşînin. Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren jî ev peyam da: “Ji bo tunekirina faşîzmê, hewcehî bi têkoşîna hevpar heye. Heta ku ev têkoşîn neyê dayîn dê pêşerojeke azad jî nebe. Divê em vê têkoşînê ji bo kesên li Rojava bûne nemir, ji bo girtiyên siyasî bimeşînin.”

Piştî axaftinên nûnerên saziyan, roja ewil a lijneyê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin, demokrasî jî aştî jî pêk nayê’
Nûçeya Pişt re Li Cizîrê rojnamevan Selamet Tûran hate binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YRD: Hevrê Gulistan û Hêro bûn ronahiya ku qet navemirin

Koordînasyona YRD’ê diyar kir ku kedkarên çapemeniya azad bi êrîşeke nemerdane hatin qetilkirin û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên maf û hiqûqê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ bang li Konseya Ewropayê kirin

Rêxistinên maf û hiqûqê û 10 baroyan di danezaneke ku pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevşaredarê Dêrsimê Konak: Kar û barên şaredariyê kirin hinceta tewanbariyê

Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konakê ku cezayê girtîgehê lê hate birîn, diyar kir ku kar û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîdê YPS’ê Ozgur Bûlût li Edeneyê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?