Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya “kuştinên li kar” a meha Adarê eşkera kir. Li gorî raporê, herî kêm 148 karker di encama kuştina li kar de jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 8 zarok, 15 penaber, 16 jin û 132 jî mêr bûn.
Di raporê de ku sedema mirinan jî cih girt, hat diyarkirin ku ji sedî 24 karker di qezayên trafîk û xizmetên trafîkê de, ji sedî 19 ji ber krîza dil û ji sedî 17 jî ji ber ketina ji bilindahiyê pêk hatine.
Dabeşkirina mirinan li gorî sektoran wiha ye: “Ji sedî 18 xebatên avakirin/rê, ji sedî 16 veguhastin, ji sedî 14 çandinî/daristan, ji sedî 11 bazirganî/kar û ji sedî 5 maden.”
Her wiha Stenbol wekî bajarê ku herî zêde kuştina li kar lê çêbûne hatiye destnîşankirin.

