Li bajarê Hesekê bi sedan şênî tev li meşê bûn, pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin” û “Yekîneyên Parastina Jinan îradeya azadiya jinan temsîl dikin” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” qîr kirin.
Meşê li Çerxerêya Kevokê ya li taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîd Serhed a li taxa Muftî ve çû, li wir veguherî mîtîngek girseyî ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk li Hesekê Ferhan Dawûd di mîtingê de axivî û got: “Îro roja piştgiriya berxwedana Rojava ye, û ji vir em mafên xwe yên rewa û derxistina Qanûna Parastina Kurdan dixwazin.”
Dawûd destnîşan kir ku cîhan deyndarê fedakarî û berxwedana gelê Kurd e û berpirsiyariyeke exlaqî û siyasî dikeve ser milê cîhanê ku piştgiriya mafên gelan ji bo jiyaneke demokratîk a bi rûmet û bike.
Ferhan Dawûd wiha lê zêde kir: “Rojava ne bi tenê ye; hemû gelê Kurd li kêleka Rojava ye û piştgiriyê dide berxwedana wê ya adil.”
Ji rêveberên Kongra Star Rûken Ehmed jî axivî û destnîşan kir ku meha Sibatê meha salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye, û diyar kir ku ev komplo di serî de li dijî îrade û azadiya jinan bû.
Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava!” bi dawî bû.
Li bajarê Dirbêsiyê jî bi sedan şênî beşdarî meşek girseyî bûn. Meşê li Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîdan ve çû, li wir beşdaran al û sembolên kurdî, li gel pankartên “Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin” û “Zimanê me nasnameya me ye” bilind kirin.
Li Qada Şehîdan, piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Însiyatîfa Gel a Dirbêsiyê Silêman axivî û got: “Meşa gelê me bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojava dest pê kir, ku ji aliyê jin û ciwanan ve tê birêvebirin û têkoşîna YPG/YPJ’ê destkeftiyên mezin bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin.”
Li ser navê Tevgera Jinan a Rojava û Kongra Star, Rexda Şihada daxuyaniyek xwend û diyar kir ku ev tevgera gel li dijî hemû proje û polîtîkayên ku maf û hebûna gelê Kurd hedef digirin pêk hat. Rexda diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadî û rûmetê fedakariyên mezin kirine û dest ji destkeftiyên xwe bernadin.
Meş bi dirûşman bi dawî bû.

