Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şivan Muhemmed: Yekîtiya Kurdan ji bo gihiştina armancê diyarker e
Kurdistan

Şivan Muhemmed: Yekîtiya Kurdan ji bo gihiştina armancê diyarker e

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Şivan Muhemmed, anî ziman ku çiqas partî û hêzên siyasî yên li Kurdistanê bibin yek, dê ewqas xurtir bigihêjin maf û armancên xwe yên neteweyî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Şivan Muhemmed, di hevpeyvînek xwe ya digel servîsa Soranî ya ANF’ê de, li ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, nêzîkatiya hesas a Rêber Apo, bandora şerê li herêmê ya li ser Kurdan û rewşa yekîtiya partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê nirxandin kir.

 

‘TIŞTÊ KU BI AŞTIYÊ TÊ BIDESTXISTIN JI YA KU BI ŞER TÊ BIDESTXISTIN PIR MEZINTIR E’

Muhemmed, behsa girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir, bal kişand ser peyamên Rêber Apo û diyar kir ku divê Tirkiye pêvajoyê ne bi gotinan, bi gavên qanûnî pêşve bibe. Muhemmed, destnîşan kir ku Tirkiyeyê hîn bi giştî gavên pêwîst neavêtine û got ku pêvajoya aştiyê îradeya gelê Kurd ji bo aştiyê nîşan dide. Muhemmed, diyar kir ku Kurdan çek wekî çareya dawî ji bo bidestxistina mafên xwe bi kar anîne û gavên girîng avêtine.

Şivan Muhemmed, anî ziman ku gavên ku Tevgera Azadiya Kurd piştî peyamên Rêber Apo avêtine, xwesteka Kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe li Bakurê Kurdistanê bi rêbazên aştiyane nîşan dide. Muhemmed got, “Tiştê ku bi aştiyê tê bidestxistin ji ya ku bi şer tê bidestxistin pir mezintir e,” û hêviya xwe ji bo destpêkirina pêvajoyek nû ji bo guhertinên destûrî li Tirkiyeyê anî ziman.

‘HÊZÊN KURD GER BIBIN YEK DÊ BI SERBIKEVIN’

Muhemmed, behsa girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir û diyar kir ku dijminên Kurdan her tim komplo plan dikin û got ku rewşa li Rojava mînakek vê yekê ye. Muhemmed, destnîşan kir ku dewleta Tirk û komên pê ve girêdayî hewl didin destketiyên Kurdan ji holê rakin, lê ev plan bi saya berxwedana Kurdan hatine têkbirin.

Şivan Muhemmed, anî ziman ku li Rojava, Kurd di çarçoveya peymanên bi hikûmeta Şamê re xwedî pergala rêveberiya xweser in û hêzên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi yekîtî tevdigerin. Muhemmed, ji bo vê pêvajoya hesas bal kişand ser girîngiya yekîtiya di navbera partiyên li Rojhilatê Kurdistanê de. Muhemmed, got ku zext û polîtîkayên şer ên ku ji hêla DYE û Îsraîlê ve li dijî Îranê têne meşandin, nîqaşên li ser guhertina rejîmê li Îranê anîne rojevê û got ku ji ber vê yekê, divê partiyên li Rojhilatê Kurdistanê plan û projeyek hevpar pêş bixin.

‘PEYAMÊN ABDULLAH OCALAN DI VÊ PÊVAJOYÊ DE GELEK GIRÎNG IN’

Muhemmed, destnîşan kir ku peyamên Rêber Apo di rêvebirina pêvajoyê de pir girîng in û got ku divê her peyamek Rêber Apo bi baldarî were nirxandin. Şivan Muhemmed, bal kişand ser siberoja Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku di vê pêvajoyê de tê nîqaşkirin û behsa girîngiya projeya hevpar a Kurdan kir.

Muhemmed, diyar kir ku serkirdeyê siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê hem di şerê 12 rojan de û hem jî di pevçûnên heyî de bi aqilmendî tevgeriya û got ku divê serkirdeyê Kurd rasterast nekeve nav şer. Her wiha got ku divê ji pasîfbûnê dûr bisekinin û pêvajo bi dîplomasî û rêbazên siyasî were rêvebirin.

‘XETERA HERÎ MEZIN JI BO BAŞÛRÊ KURISTANÊ YE’

Muhemmed, da xuyakirin ku xetera herî mezin li Başûrê Kurdistanê nebûna planeke siyasî ye. Şivan Muhemmed, anî ziman ku tevî demek dirêj di ser hilbijartinan re derbas bûye jî, hêzên desthilatdariyê nikarin bi hev re tevbigerin û ev yek ji bo siberoja siyasî ya Herêma Kurdistanê xetereyek cidî çêdike.

‘DIVÊ LI GORÎ GUHERÎNÊ GAV BÊN AVÊTIN’

Muhammed, diyar kir ku şerê li herêmê bûye sedema veguherînên siyasî yên mezin û destnîşan kir ku divê serokatiya siyasî ya Kurd li gorî guhertinên li her çar parçeyên Kurdistanê tevbigere an wê gelê Kurd ji vê pêvajoyê zirarê bibîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KERKÛK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo Îlyas Eren hatin ba hev
Nûçeya Pişt re Li Yerşovê Newroz hat pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi nûçegihanên parlamentê re civînek…

Ji aliyê Stêrk TV

TOL’ê li Holê li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê operasyon kir

Tîmên Operasyona Leşkerî (TOL) ên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarê Holê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dinyayê cara pêşîn xwîna çêkirî neqlî mirovan hate kirin

Li Îngilîstanê zanyaran cara pêşîn xwîna ku li laboratûvarê çêkiribûn neqlî mirovan kirin. Tê diyarkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?